Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştç yî Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Îshak Saglam têkildarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş de ragihand ku ew derheqê wê biryara ku DMME daye de zêde agahdar nîne û got: “Em dibînin ku piranîya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê siyasî ne.”
Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu serdana Navenda Giştî ya HUDA-PARê kir û bi serokê giştî wê yê partiyê Îshak Saglam re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê Ahmet Davutoglu û Îshak Saglam civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.
Li ser pirsa biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş de Îshak Saglam got: “Ez derheqê wê biryar ku DMMEyê daye û dosyayê de zêde agahdar nînim. Biya min nebaş e ku mirov derheqê meseleyeke taybet de fikra xwe bîne zimên. Dewlet him ji ber hinek mecbûrîyetan û him jî ji ber pêdiviyên serdemê di nav saziyên navneteweyî de cî digirin. Dewlet bi vî awayî rotayên xwe diyar dikin. Komara Tirkiyê jî ji roja ewil ve berê xwe daye rojava. Min wek hiqûqnasekî dosyayên DMMEyê bi salan şopand. Em dibînin ku piranîya biryarên wê siyasî ne. Me ew yek di biryara tesetturê de jî dît. DMMyê biryarên xwe di çarçoveya hiqûqê de nade. Divê welatê me ji pergala ku pabendbûna biryaran ferz dike derkeve.”
Davutoglu: Nabe ku ti kesek bêyî darizandin bê zindanîkirin
Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu behsa biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir ku dubare daxwaza azadkirina Selahedîn Demîrtaş ji Tirkiyê kir.
Ahmed Davutoglu got ku li Tirkiyê divê proseyên yasayî yên navxwe bêne temamkirin, lewra ew weke partî li dijî wê yekê ne ku kesek çendîn salan di zindanê de bê hiştin û ti biryarek li ser çarenivîsa wî neyê dayîn.
Davutoglu û Saglam pirsa Kurdan gotûbêj kirin
Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Şehzade Demîr jî ji Rûdawê re têkildarî naveroka hevdîtina Davutoglu û Saglam axivî û diyar kir ku ew hevdîtin li ser daxwaza Davutoglu bûye.
Şehzade Demîr diyar ku Davutoglu alternativek ji sîstema serokatiyê re heye û di civînê de behsa wê yekê hate kirin.
Bi gotina Şehzade Demîr di civîne de herdu aliyan bi berfirehî behsa pirsa Kurdan jî kiriye.



