Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê AK Partiyê Mustafa Şentop îro weke Serokê nû yê Parlementoya Tirkiyê hate hilbijartin.
Îro parlamentoya Tirkiyê ji bo hilbijartina serokê nû civiya. Ji bo posta serokatiya parlamentoya Tirkiyê, çar partiyên AK Partî, CHP, HDP û ÎYÎ Partiyê berbijêrên xwe diyar kiribûn.
Hilbijartina serokê nû yê parlamentoya Tirkiyê di dora sêyem de yekalî bû, ji ber ku di herdu dorên yekem û duyem de berbijarên tu partiyan nekarîn dengên pêwîst bo serkevtinê misoger bikin.
Di dora sêyem de, Parlamenterê AK Partiyê Mustafa Şentop, bi 336 dengan weke serokê nû yê parlamentoya Tirkiyê hate hilbijartin.
Di hilbijartinê de berbijêrê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Engin Altan 124, berbijêra Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay 46 deng û yê ÎYÎ Partiyê İmam Huseyin Filiz jî 35 deng bi dest xistin.
Ji bo ku berbijêrek di dora yekem û duyem ên hilbijartinê de weke serokê parlamentoya Tirkiyê were hilbijartin, divê herî kêm dengên 400 parlementeran bi dest bixe.
Herwiha di dora sêyem a hilbijartinê de, her berbijêrek piraniya dengan li gor sîstema 50+1 werbigire, weke serokê parlamentoya Tirkiyê tê diyarkirin.
Hilbijartina serokekî nû bo parlamentoya Tirkiyê piştî wê yekê hat kirin, ku AK Partiyê bo hilbijartinên xwecihî, serokê berê yê parlamentoyê Binalî Yildirim weke berbijarê xwe bo posta Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê diyar kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse