Hewlêr (Rûdaw) - Desthilat û mixalefeta Tirkiyeyê li ser şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê bi hev ketine.
Mixalefeta sereke ya Tirkiyeyê ango CHP di wê baweriyê de ye ku helwesta desthilatê ya li hemberî şer û bi taybetî jî ya li hemberî Amerîka û Îsraîlê ne zelal e.
CHPyê diyar kir ku desthilata Tirkiyeyê li qadan û li ber çavê xelkê Îsraîlê şermezar dike lê di bin re jî bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re didomîne û heta îro rexneyek jî li Amerîkayê negirtiye.
"Em yekparçeyiya axa Îranê girîng dibînin"
AK Partî jî dibêje ku helwesta wan zelal e. Ew li gel parastina yekrêzî, yekîtî, yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa Îranê ne.
Partiya Doza Azad (HUDA PAR) jî di wê baweriyê de ye ku Amerîkayê ev şer winda kiriye û nizane ka dê çawa xwe jê derxe.
"Di pratîkê de bazirganiyê didomînin"
Alîkarê Serokê Koma CHPyê Murat Emîr li ser mijarê got:
"Bê guman em li dijî vê ne û em dê dijberiya xwe bidomînin.
Desthilata siyasî li qadan Îsraîlê şermezar dike lê di pratîkê de bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re berdwam dike.
Wan heta îro peyvek jî ji Amerîkayê re negotiye."
AK Partî red dike ku wekî partiya desthilatdar helwesta wan a li hemberî şer ne zelal be.
Alîkarê Serokê Koma AK Partiyê Abdulhamit Gul jî got:
"Li hemberî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê, helwesta me gelekî zelal e.
Em van êrişan qet qebûl nakin. Her wiha em parastina yekrêzî, yekîtî, yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa Îrana cîranê me gelekî girîng dibînin."
"Amerîka ji kiryara xwe poşman e"
Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ku hevalbenda AK Partiyê ye, di wê baweriyê de ye ku Amerîkayê di şer de winda kiriye.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu wiha axivî:
"Ji ber wan bersivên tund ên ku wergirtine, Amerîka ji kiryara xwe poşman e.
Ew li wê yekê difikire ka dê çawa xwe ji wê çiravê ku ketiye nav derxîne.
Wisa diyar e ku wekî rêyeke derketinê, dixwaze welatên herêmê bikişîne nav şer û wan wekî hêzên wekaletê bi kar bîne."
Tirkiye tedbîran werdigire
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê kete roja xwe ya 26an.
Ji destpêka şer ve 2 mûşekên ku "ji Îranê hatibûn avêtin", li asmanê Hatay û Dîlokê ji aliyê hêzên NATOyê ve hatin xistin.
Tirkiye li aliyekî bi bicihkirina sîstemên parastina asmanî yên Patriot ên li Meletî û Edenê sîstema parastina asmanî xurt dike.
Li aliyê din jî li hemberî îhtîmala hatina hinek penaberan a ji sînorên bejahî, tedbîrên pêwîst werdigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse