ROJEVA RAGIHANDINÊ – “DAIŞî hatin berdan û akademîsyen jî girtî man”

25-03-2016
RÛDAW
Nîşan Evrensel Tirkiye Rojname
A+ A-


YENİ ŞAFAK

 

Hollanda li serê razaye...

Tirkiye El Bakroui digre û radestî Belçîka dike lê li wir nayê qebûlkirin li ser daxwaza girtî, tê radetikirin bo Hollanda û diçe wir. El Bakroi dûre dîsa bi rêya Antalya tê Tirkiye , tê girtin dîsa Belçîka wî wernagre le belê Hollanda duwemîn car wî dihewîne ta wê roja ku Bruksell di nav xwîné de dihêle.

 

- Li ser rêya Licê PKK bi otomobîleke barkirî ji bombeyan xwe bi avahiya leşkeran ve teqand. 3 leşker kuştî, 7 jê giran 22 birîndar. Dadgeh biryara qedexekirina weşanê û belavkirina nûçeyan da li ser vê êrîia bi ser leşkeran de.

 

MILLIYET

 

YE hercar vê şaşiyê dike..

Weke El Bakraoui 3 kesên din jî hatibûn radestkirin bo Fransa û Swêd lê ev herdû dewlet jï berbayî hişyariya Tirkiye neketin. Faraj Abidad du caran li ser sînorê Kilîs hate girtin lê Parîs ew berda. Du kes jî bi heman şêweyî li Swêd hatin vegerandin lê ew jî berdan.

 

- Saziya Ewlehiya Netewî 6 saetan li hev kom bû, mijarên sereke têkoşîna li dijî PKKê, tevgerên PKKê û DAIŞê û opersayona li ser Mûsilê bûn.

 

- Komîsyona AKPê ya ji bo destûrê temam bû, dê pêşnûmeyê hefteya bê binvîsînin û meha Gulanê radestî meclîsê bikin.

 

STAR

 

Dijminatiya stratejîk..

 

Ew Amerîkaya ku hîn bûye Tirkiye bi derb û kûdetayan birêve bibe, ji dema Geziyê ve di nav hewldanan de ye ku hêza Erdogan bişkêne. Niha jï ji ser sîstema fînansî ve hewl dide. Ji ser Feto û PKKê heta niha çend caran hewl da, lê pêk nehat. Niha jî heta meha Îlonê dê ji ser sektorên fînansî ve hewla têkbirinê bide. Derdeskirina Reza Zerrab jî yek ji vê planê ye. Rayedarekî berê yê Pentagon Michael Rubin, eger li Tirkiye derbeyek pêk bê Amerîka dê wê rêveberiyê binase û kar bike li gel wê.

 

CUMHURIYET

 

Berê hemû kesî li dadgeha Çaglayan e..

 

Îro Can Dundar û Erdem Gul dê derkevin pêş dagehê. Ji parlamanteran ta bi saziyên sivîl gelek çavdêr dê werin dadgehê. Ajansa Fransî ev doz weke zexta li ser azadiya fikrî ku gihîştiye çi radeyê nirxand. Berê Amerika û Yekîtiya Awrûpa jï li vê dozê ye û bang li otorîteyan dikin ku devê vê dozê girêdin.

 

- Belgenameya Reza Zerrab ya ser cîhada aborî bi dest ket. Cumhuriyet xwe gihand bi wan belgeyan ku çawa nîşan dide bi milyona Euro pere çûye û hatiye. Serdozgeriya Amerîka bi ser wan ewraqan vebûbû ku çawa nîşan didin, malbata Zerrab ji serokatiya banka navendî ya Îran re dibêjin ku ew amade ne ji bo cîhadeke aborî, di xizmet da ne. Ji bo hatûçûna van pareyan li Tirkiye û Emîratên Erebî kompaniyan ava kirine.

 

- Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞ bi harîkariya hêzên hewayî yên Amerîka û hêzên Iraqî dest pê kir. Bi operasyonê re, alên Iraqî li 4 gundên derdorê Mûsilê hatin hildan.

 

GUNDEM

 

Mertal e ji bo Zerrab, şûr e li ser gel...

 

Pêşnûmeya li ser agahiyên şexsî li rojeva meclîsê ye. Bi vê bendê hemû agahiyên taybet û şexsî yên hemû kesan dê li ber destê dewletê û teşkîlata îstîxbarî bin. Nîvê şevê AKP ji ser vê pêşnûmayê bendeke din jî derbas kir ku tê gotin ev ji bo parastina Reza Zerrab e. Li gor vê bendê, dema agahiyek divê bê parvekirin li gel welatên din, ev yek divê li hêviya  biryara saziya giştî bê hêlan.

 

TARAF

 

 Amerîka li ser YPGê bi israr e...

 

Beramberî daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî ku dibêje PYD û PKK her heman tişt in, ji Amerîka dengekî cuda bilind bû. Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîka Mark Toner ragihand ku ew PKKê wek rêxistineke terorî dibînin lê li bakûrê Sûrî dê hevkariya li gel YPG bidomînin.

 

EVRENSEL

 

Akademîsyen di girtîgehê de ne DAIŞî serbest man..

 

Di doza DAIŞ de 7 jê girtî 96 berguman hatin berdan û ti kesekî girtî nema ji ber dozên li ser DAIŞê. Li aliyê din akademîsyen Esra Mungan li ser dazwaza xwe ya ji bo aştiyê di maleke girtîgehê de ye ku ti paceyên wê tune ne.

- Li Şirnex, Nisêbîn û Geverê topbaran berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst