Endamê Komîsyonê yê CHPyê bertek da şewirmendê Erdogan

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîsyona Parlamentoyê yê CHPyê Salîh Uzun bertek da nivîsa Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum a derbarê komîsyonê de û got, “Hûn bi kîjan motîvasyonê, ji derve çarçoveyê ji bo parlamentoyê diyar dikin?”

Endamê Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê yê CHPyê û Parlamenterê Îzmîrê Salîh Uzun li ser hesabê xwe yê Xê derbarê nivîsa Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum daxuyaniyek da.

Uçum di nivîsa xwe ya li ser pêvajoya nû de diyar kiribû ku divê Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, “perspektîfeke derbarê hiqûqa pêvajoya derbasbûnê de ava bike.”

"Serokkomar an jî Îmralî nikarin çarçoveya rojevê ji bo vê Komîsyonê diyar bikin"

Salîh Uzunê CHPyî di daxuyaniya xwe de wiha bertek da Mehmet Uçum:

"Eger hûn di mijara serkeftina pêvajoyê de samîmî bin, divê hûn jî wekî her kesî ziman û uslûba xwe sererast bikin.

Hûn bi kîjan motîvasyonê, ji derve çarçoveyê ji bo parlamentoyê diyar dikin? Hûn bi çi cûretê hedê xwe derbas dikin?

Ez ji we û kesên wekî we yên ku hewl didin ji derve çarçoveya rojevê ji bo Komîsyonê diyar bikin re ji protokolan bersivê didim:

`Kî dibe bila bibe, niyeta wî çi dibe bila bibe, çi burokratek ji burokrasiya ewlehiyê be, çi Wezîrê Karên Derve be, çi Wezîrê Parastinê be, heta çi Serokkomar an jî Îmralî be, nikare çarçoveya rojevê ji bo vê Komîsyonê diyar bike.

Divê parlamento û ev Komîsyona ku ji nav parlamentoyê derketiye serwerê rojeva xwe be.`”

Pêşniyara "Qanûna Pêvajoya Derbasbûnê"

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum, di nivîsa xwe ya li ser pêvajoya nû de gotibû ku divê Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin derbarê hiqûqa pêvajoya derbasbûnê de perspektîvekê ava bike.

Uçum anîbû ziman ku li şûna zêdekirina li zagonên heyî, dê derxistina “qanûneke pêvajoya derbasbûnê” ya taybet û li gorî pêvajoyê çareseriya herî li cih be.