Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Uçumê Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê li ser pêşhatên pêvajoya çareseriyê û qanûnên ku dê bên derxistin postek belav kir.
Mehmet Uçum derbarê pêvajoyê pêşniyarek kir û diyar kir ku li şûna guhertina qanûnên heyî, divê ji bo vê serdema derbasbûnê qanûneke nû û taybet were amadekirin.
Mehmet Uçum her wiha bangî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kir ku ji bo çarçoveya hiqûqî ya pêvajoyê perspektîveke zelal diyar bike.
Pêşniyara "Qanûna Pêvajoya Derbasbûnê"
Uçum diyar kir ku eger di nav qanûnên giştî de xalên taybet werin zêdekirin, ev yek dikare ji aliyê wekheviyê ve bibe sedema nîqaşên hiqûqî.
Ji ber vê yekê, wî pêşniyar kir ku "qanûna pêvajoya derbasbûnê" ya serbixwe û taybet ji bo vê serdemê were derxistin da ku çareseriyeke guncavtir be.
Li gorî Uçum, divê taybetiyên vê qanûna wisa bin:
Yekqanûnî: Hemû pêwîstî bi qanûneke yekane û taybet werin bicihanîn.
Demkîbûn: Qanûneke demkî be û dema pêvajo bi dawî bû ew jî ji meriyetê rabe.
Taybetî: Divê tenê endam û alîgirên rêxistina ku hatiye fesixkirin li xwe bigire.
Xweserî: Divê li gorî modela çareseriyê ya Tirkiyeyê xweser be.
Berfirehî: Divê mijarên wekî hiqûqa ceza, entegrasyona civakî û hiqûqa civakî di nav xwe de bihewîne.
Lihevkirin: Divê bi lihevkirineke berfireh a civakî û siyasî were amadekirin.
Du prensîbên bingehîn: Destûr û xetên sor
Uçum ji bo amadekirina vê qanûnê du prensîbên bingehîn destnîşan kirin:
Lihevhatina bi destûrê re: Divê qanûn bi temamî li gorî destûra bingehîn be. Nêzîkatiyên li dijî destûrê dê zererê bidin pêvajoyê.
Rêzgirtina li xetên sor: Divê qanûn li gorî xalên hestiyar û xetên sor ên dewlet, welat û neteweyê be.
Parêzer Uçum di dawiyê de anî zimên ku piştî bidawîbûna pêvajoya derbasbûnê, dê her kes bikeve bin sîstema hiqûqî ya giştî û piştî wê jî dê gavên ji bo bihêzkirina demokrasiyê bikevin rojevê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse