Li peravên Tirkiyê belema koçberan binav bû: 4 kes mirin

26-03-2019
RÛDAW
Li peravên Tirkiyê li sînorê Çanakkaleyê belemeke koçberên neyasayî niqumî avê bû.
Li peravên Tirkiyê li sînorê Çanakkaleyê belemeke koçberên neyasayî niqumî avê bû.
Nîşan Tirkiye Koçber Belem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Ayvacik a ser bi bajarê Çanakkale yê Tirkiyê ve belemek ku koçber têde bûn, binav bû û di encama bûyerê de 4 koçberan canê xwe ji dest dan.

 

Bûyer îro danê sibehê derdora saet 04:00 li peravên Kadirgaburnu ya ser bi Ayvacikê ve qewimî. Li gor agahiyan, koçberên di nava wê belemê de dixwestin biçin Grava Lesbos a Yunanîstanê, ku niqumî avê bû. Di bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dane ku yek ji wan zarok û 3 kesên din jin bûne. Termê 3 kesan ji avê hatiye girtin, lê belê hêj termê jinekê nehatiye dîtin.

 

Hatiye ragihandin ku 11 koçberên din ên di belemê de hatin rizgarkirin.

 

Hat zanîn ku 4 Îranî û 11 Efxanî di wê belemê de bûne û ber bi Grava Lesbos a Yunanistanê ve ketibûn rê, lê av diçe nav belemê û piştî demekê li nav deryayê niqum dibe.

 

Medyayên Tirkiyê ragihandine ku tîmên ser bi Ewlekariya Peravan dema ku li deverê wek dewriye geriyane, dîtine ku belemek binav dibe û hewl rizgarkirina koçberan didin.

 

Cenazeyê koçberên ku di bûyera îro de xeniqîne, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvacikê hatin veguehstin. Herwiha 4 ji koçberên rizgarbûyî, jo bo wergirtina çareseriya pizîşkî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Edremîta Balikesîr û Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvacikê hatine şandin.

 

Li aliyekê din, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li Qereqola Ewlekariya Peravan lêpirsînê bi 7 koçberên din ên rizgarbûyî re dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst