Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan ji Rûdawê re got, “Rojava ji bo Birêz Ocalan xeta sor e. Rojavayê Kurdistanê ji bo 4 parçeyên Kurdistanê xeta sor e, Rojava ji bo me jî xeta sor e.”
Alî Bozan bû mêhvanê Rûdawê û rojev ji Sîma Abxizirê re nirxand.
Bozan diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê ji bo Abdullah Ocalan “xeta sor” e û divê ji bo çareseriyê gavên şênber bên avêtin.
Alî Bozan li ser civîna komîsyona şopandina pêvajoya çareseriyê ya parlamentoyê ku hatibû bipaşxistin axivî û got:
“Diviyabû îro komîsyon bihata ba hev lê hat paşxistin. Em dixwazin pirsgirêka sed salan çareser bikin û ev ne tiştekî hêsan e.”
“Rojava ji bo hemû Kurdan xeta sor e”
Bozan li ser pirsa Rûdawê ya derbarê helwesta Ocalan a li ser Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) got:
“Beriya niha hevalên me ev yek eşkere kiribû. Ji bo Birêz Ocalan Rojava xeta sor e. Ne tenê ji bo Birêz Ocalan, ez bawer im ji bo hemû Kurdan, ji bo Kurdên çar parçeyên Kurdistanê Rojava xeta sor e.
Ocalan berê jî digot Rojava xeta min a sor e, îro jî dibêje xeta min a sor e.
Ez dibêjim sibe û dusibe jî Ocalan dê bibêje ‘Hebûna Rojava, statuya Rojava ji bo hemû Kurdan xeta sor e.’”
“Diviyabû gerîla bihata Tirkiyeyê”
Bozan rexne li nêzîkatiya dewletê ya li hemberî gerîlayên ku berê çekên xwe danîbûn girt û wiha axivî:
“Me dît ku 30 endamên Tevgera Azadiyê, 30 endamên PKKyê çekên xwe şewitandin. Çima ew çekên xwe şewitandin?
Gotin ‘Me biryarek standiye. Biryara me çi ye?
Em îro bêhtir dema em berxwedanê dikin, em çekan berdidin û em dixwazin di aliyê siyasetê de xebatê bikin.
Em dixwazin di nava siyaseta demokratîk de kar û xebatên xwe bikin.’
Xwezî wê çaxê di aliyê hiqûqî de gavên eşkere û erênî bihatana avêtin û ew endamên PKKyê yên ku çekên xwe şewitandin bihatana Tirkiyeyê û di nava siyaseta demokratîk de kar û xebatên xwe bikirana.”
Rexne li CHPyê: “Sekna wan ne rast bû”
Parlamenterê DEM Partiyê behsa helwesta CHPyê ya li hemberî serdana Îmraliyê jî kir û got:
“Sekna CHPyê ne seknake rast bû. Divê mixetab kî be? Mixetabê yekemîn ê vê meseleyê Birêz Ocalan e. Niha ew komîsyon kengî bixwaze dikare dengê Devlet Bahçelî bibihîze, kengî bixwaze dikare dengê Erdogan bibihîze.
Divê ew komîsyon dengê Birêz Ocalan jî bibihîze. Ji bo vê yekê divê ew hevdîtin rastrast bihatana kirin.”
“Girtina Demîrtaş biryareke siyasî ye”
Alî Bozan bal kişand ser girtina siyasetmedarên Kurd û tayînkirina qeyûman û got:
“Hemû cîhan, her kes dizane Selahattîn Demîrtaş çima hatiye girtin, her kes dizane Demîrtaş çima di hepsê de ye.
Ji aliyê hiqûqî ve tu sedem tunin. Di aliyê qanûnî de tu sedem tunin.
Girtin û hepskirina Birêz Selahattîn Demîrtaş biryareke siyasî ye, ne biryareke hiqûqî ye.
Heta deh şaredariyên DEM Partiyê di destê qeyûman de ne. Dema ew zihniyeta qeyûm bidome, baweriya gel namîne.”
Bozan her wiha destnîşan kir ku hêzên “nijadperest” li Tirkiyeyê li dijî çareseriyê ne û got:
“Ew hêzên nijadperest dibêjin em çareseriyê qebûl nakin, em biratiyê qebûl nakin. Çi qas ew zêde bibin jî, di nav hemû gelê Tirkiyeyê de hêviyeke mezin heye.”
Alî Bozan her wiha daxuyand ku hinek hêzên derveyî jî naxwazin pêvajo bi ser bikeve.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse