Gergerlîoglu: Peyam zelal in, divê têkoşîn demokratîk be

1 demjimêr berê
RÛDAW
Fuad Rehîm û  Omer Faruk Gergerlîoglu / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Fuad Rehîm û Omer Faruk Gergerlîoglu / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Peyama Ocalan Omer Faruk Gergerlîoglu Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu ragihand ku peyamên dawî nîşan didin ku êdî dema çekan bi dawî bûye.

Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Fuad Rehîm bersivandin.

Gergerlîoglu li ser Pirsgirêka Kurdan, nîqaşên pêvajoya çareseriyê û reformên destûrî axivî.

Peyama Abdullah Ocalan îro bi raya giştî re hat parvekirin û Gergerlîoglu diyar kir ku li gorî vê peyamê jî êdî dema çekan bi dawî bûye û çareserî bi siyasetê pêkan e.

Omer Faruk Gergerlîoglu diyar kir ku peyamên Abdullah Ocalan bi awayekî zelal nîşan didin ku têkoşîna çekdarî bi dawî bûye û got:

"Peyam bi awayekî zelal radigihînin ku êdî dema çekan bi dawî bûye û divê têkoşîna demokratîk were esasgirtin.

Bi bal kişandina ser yekîtiya Kurd û Tirkan a di damezirandina Komara Tirkiyeyê de peyameke berfireh tê dayîn.

Li gorî rihê serdemê, divê her tim pêşî li peyamên aştiyê bê vekirin."

Welatîbûna destûrî û hiqûq

Gergerlîoglu daxuyand ku li Tirkiyeyê divê pênaseya welatîbûnê ne li ser bingeha etnîk, li ser bingeha pêwendiya bi dewletê re were kirin.

Gergerlîoglu destnîşan kir ku rewşa heyî pevçûnan xwedî dike û got:

"Pênaseya niha li ser 'Tirkîtiyê' tê kirin. Em li şûna vê welatîbûna destûrî pêşniyar dikin.

Welatîbûn divê ne li ser milet, li ser pêwendiya hiqûqî ya di navbera dewlet û welatiyan de were pênasekirin. Ev ji bo entegrasyoneke demokratîk gava herî girîng e."

Mafê Hêviyê û gavên yasayî

Gergerlîoglu diyar kir ku ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan divê dewlet gavên berbiçav biavêje û bal kişand ser rewşa girtiyan û Mafê Hêviyê:

"Ocalan ji bo çareseriyê gavên girîng avêtin lê hîn jî bersiva ku ji baskê dewletê tê payîn nehatiye.

Guherînên destûrî, perwerdeya bi zimanê dayîkê û hewldanên demokratîkbûnê xwedî girîngiyeke jiyanî ne.

Naskirina mafê hêviyê û berdana girtiyên siyasî yên li girtîgehan ji bo aştiya civakî bendewariyeke mezin e.

Em dibînin ku dewlet ji ber bertekên nijadperest hêdî tevdigere lê eger gotûbêjên mezin hebin dê ev gav werin avêtin."

Seferberiya fêrbûna Kurdî

Omer Faruk Gergerlîoglu ragihand ku ji bo di navbera gelên Kurd û Tirk de "pira dilan" ava bike wî dest bi fêrbûna Kurdî kiriye û hewl dide li parlamentoyê jî balê bikişîne ser vê mijarê û got:

"Li Tirkiyeyê Kurd mecbûr in hînî Tirkî bibin. Ez jî pêleke nû didim destpêkirin û diparêzim ku divê Tirk bi dilxwazî hînî Kurdî bibin.

Ez di vê mijarê de diçim kursekê û gihiştime astekê.

Dema min ev yek li parlamentoyê anî zimên deng veda. Beşekê bi sempatiyê pêşwazî kir, beşekê jî bertek nîşan da.

Lê ez bawer im ku ev yek dê di navbera her du gelan de pireke biratî û sempatiyê ava bike."

Peymana li Rojavayê Kurdistanê

Gergerlîoglu li ser pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî axivî.

Wî peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Şamê de bi bîr anî û got:

"Ji ber nezelaliya li Rojavayê Kurdistanê xitimînek hebû lê em dibînin ku bi peymana 30ê Kanûna Paşîn ev pêvajo hatiye derbaskirin.

Em difikirin ku divê ev rewş bandoreke erênî li pêvajoya Tirkiyeyê jî bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst