Navenda Nûçeyan – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Zekeriya Yapicioglu îro ligel Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anî.
Hevdîtina Serokê Giştî Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li Qesra Kulliyê seat 18.30ê pêkhat û nêzîkî seatekê berdewam kir.
Li gor ajansa Îlkhayê ya nêzîk Huda-Parê di hevdîtnê de îtifaqên hilbijartinên 24ê Hezîranê hatine gotûbêjkirin.
Ev hevdîtin di demekê de ye ku piştî îtiraza Huda-Parê Lijneya Bilinda Hilbijartinên Tirkiyê 24ê Hezarîna ragihane ku Huda-Par dikare tevlî herdu hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê û serokomariya wî welatî bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse