Erdogan: Hevpeymanan hêzên kurdan hilbijart

28-06-2017
RÛDAW
Nîşan Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Sûriye YPG Amerîka
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, ku hêzên hevpeymaniya navdewletî ya di bin serokatiya Amerîkayê li Sûriyê ji bo hevkariyê grûbên kurdan hilbijartine.  

 

Li gorî nûçeya Ajansa Sputnikê, Erdogan serdana kampeke sûriyeyiyan li Rihayê kiriye û paşî ji rojnameya İzvestiya ya rûsî re axiviye.

 

Erdogan eşkere kiriye, ku ew “destûrê nadin li bakûrê Sûriyê dewleteke kurdî were avakirin” û diyar kiriye, eger gefeke biçûk jî ji vî aliyê ve were, Tirkiye dê li bakûrê Sûriyê operasyonê bike.

 

Serokomarê Tirkiyê herwiha daye xuyakirin, ku dibe ew li Sûriyê operasyoneke berfireh bikin û gotiye: “Niha li Sûriyê pêvajoyeke nerênî tê dîtin. Eger di vê rewşê de ji bo sînorên me gefek hebe, em ê herweke operasyona Mertala Feratê, berteka xwe nîşan bidin.”

 

Recep Tayyip Erdogan bibîrxistiye, ku wan berî ji Amerîkayê daxwaz kirine daku ligel Sûriyê operasyona Minbic û Reqayê bikin lê hevpeymaniya di bin serokatiya Amerîkayê de, hêzên kurdî hilbijartine.

 

Erdogan careke din xemginiya xwe li hember alîkariyên Amerîkayê yên ji bo YPGê aniye ziman.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst