Serokê CHPyê li ser Komkujiya Robozikê peyamek belav kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Komkujiya Robozikê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, 34 welatiyên Kurd ên ku beriya 14 salan li Robozikê bi bombebaranê hatibûn kuştin bi bîr anîn.

Ozel got, “Ev komkujiya ku hîn jî berpirsên wê tên parastin, di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de wekî şermekê dimîne.”

28ê Kanûna Pêşîn a 2011an li gundê Robozikê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê, di bombebarana balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê de 17 ji wan zarok 34 kesan canê xwe ji dest dabû.

Di ser Komkujiya Robozikê re 14 sal derbas bûn.

"Ziman, ol û nijada êş û rondikan nîne"

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li ser Komkujiya Robozikê peyamek belav kir.

Ozel di peyama xwe de got, “Ez 34 welatiyên me yên sivîl ku beriya 14 salan li Robozika Qilabanê ya Şirnexê bi bombebaranê hatin qetilkirin bi rehmet bi bîr tînim.

Ziman, dîn û nijada êş û rondikan nîne. Her êş bi hev re êşa Tirkiyeyê ye. Xem û şahiya me jî hevpar e.”

"Berpirsên komkujiyê tên parastin"

Ozgur Ozel di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser parastina berpirsyaran û wiha got:

“Ev komkujiya ku hîn jî berpirsên wê tên parastin, di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de wekî şermekê dimîne.

Em dê li gel mexdûran bin. Em dê bi hev re edaletê bînin vî welatî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst