Azad Pemo û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de
Azad Pemo – 22 caran xwazgîniya keçekê dike
Li qezaya Şeqlawe kesek bi navê Azad Pemo heye. Li Şeqlaweyê, ji ber çîroka evîna wî ya balkêş her kes Pemo nas dike.
Azad di ciwaniya xwe de dibe evîndarê keçekê û zehf ji hevdu hez dikin, loma biryar dide ku biçe xwazgîniya wê, lê mala bavê keçikê keça xwe nadin wî. Azad vêga 63 salî ye û weke ku ew bi xwe behs dike 22 caran çûye xwazgîniya evîndara xwe, lê heta niha nedane wî.
Azad dibêje: 37 sal e ez ji wê keçikê hez dikim, ne min jin aniye û ne wê jî mêr kiriye.
Vêga jî Azad evîndara xwe dixwaze û dibêje ger ez li vê cîhanê jî negihim wê, ez ê li cîhana din bigihim wê.
Azad niha bê mal û hal e û dikanek li Şeqlaweyê wekî xwaringeha çandî vekiriye. Ew der wekî mala wî ye û hertim li wir dimîne û cihê wî jî di dikanê de ye.
Ew bi xwe li xwaringeha xwe xwarinçêker, lalîkşo û xizmetguzar e. Ti kesek li bal wî kar nake. Piraniya kiryarên Pemoyî jî geştyarên Ereb in ku xasma seba taştê serdana wî dikin.
Mam Azad dibêje: Ez hingiv, mêst û hêkên Kurdî û herwisa hêkên qazan ji mêvanên xwe re çêdikim. Teşrîba min jî derece yek e.
Çîroka jinika ku zora penceşêrê bir
Piştî azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞê, gelek çîrokên dilhejîn hene ku bûne cihê balkişandinê li bajêr.
Em ê çîroka Emel Ehmed ji we re vebêjin ku piştî azadiya Iraqê bi xortekî ji Mûsilê re zewicî û piştî wê jî du keçên wan çêdibin û jiyaneke asayî derbas dikin.
Piştî ku DAIŞ di 2014an de bajêr dagîr dike û dike paytexta dewleta xwe, arîşe jê re çêdibin. Piştî azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞê, Emel û mêrê xwe cihê dibin û her du keç jî dikevin stûyê dayikê.
Ev yek jiyana Emelê zehmet dike, ji ber ku mûçeyê wê tune ye, xaniyê wê bi kirê ye û kes jê re naxebite, loma bêgav dimîne dest bi kar bike. Ya ku jiyana wê hîn xerabtir dike ev e ku Emelê bi derdê pençeşêrê dikeve. Lê ji ber wêrekiya xwe zora kanserê dibe û karê xwe jî didomîne.
Emel Ehmed Îbrahîm ku ji penceşêrê filitiye, got: Ez tûşî nesaxiya pençeşêrê bûm, şikir ji Xwedê re ez niha baş bûme, niha ez tenê dermanan dixwim û her sê mehan carekê çavdêriyê dikim. Wate min qonaxa dijwar derbas kir. Min emeliyat, radyasyon û dermanê kîmawî hemî qedandiye.
Di şerê sê salan de li dijî DAIŞê li Mûsilê, çekên curbicur ên kujer hatin bikaranîn û ev jî bû sedema zêdebûna hejmara nexweş û nexweşên penceşêrê li vî bajarî. Emel Ehmed Îbrahîm dibêje: Sedema sereke ew şer bû, wêraniya ku piştî DAIŞê çêbû. Ez carekê ji bo rontgenê (wergirtina tîşkê) çûm Besrayê, ez berê jî du caran çûm Bexdayê bo wergirtina tîşkê, lê amûra rontgenê ya nexweşxaneya Bexdayê têk çû, paşê doktor got ku divê tu vê carê jî rontgenê bistînî, lewra min veguhest Besrayê da tîşkê wergirim. Dema ez çûm nexweşxaneya Besrayê, min gelek nexweşên ji Mûsilê dîtin ku li nexweşxaneya Besrayê li benda wergirtina tîşkê bûn. Li wir ez bi hin nexweşan re bûm heval û hîna jî têkiliya me heye.
Piraniya wan zarok, jin, extiyar, gelek ji wan jî ji Mûsilê bûn.
Emel karê nexş û ciwankariya li ser kûp, qedeh û cizwên qehwe û çayvexwarinê dike. Bi vê pîşeya xwe dikare kirêya xêniyê xwe bide û her du qîzên xwe jî xwedê bike.
Emel Ehmed Îbrahîm dibêje: Evna pulên rengîn in ku em jê re dibêjin (şezer), evna jî kevirên rengîn in wek yên ku ez li ser fincanên bixur û kûpên qehweyê bi kar tînim. Ez hemûyan wier bi hev ve dizeliqînim, ne ku didûrim.
Emel bi esl xelka Enbarê ye. Vêga ligel du keçên xwe li Mûsilê dijî. Dema xwe ya rojane li navbera karkirinê û herwisa karê malê jî rêk xistiye. Keçên wê jî di karê navmalê de alîkariya wê dikin.
Sarya Bekir - Lehenga Helebceyê
Werzişvaneke jin li Parêzgeha Helebceyê heye ku yek ji lehengên bilindkirina giraniyan li Iraqê ye. Navê vê keça werzişvan Sarya Bekir e.
Sarya sala 2010an dest bi werzişê kir, dibilîne: Di destpêkê de, wek her jineke din ez jî ji bo laşrêkiyê çûm holên werzişê. Lê sala 2017 yekem car bû ku ez tevlî tîma hêza laş li Parêzgeha Silêmaniyê bûm.
Di sala 2018an de wek tîma Kurdistanê beşdarî qehremaniya hêza laş a Tehranê bû û sê ristikên zêr bi dest anîn.
Sarya dibêje: Wek tîma Kurdistanê em beşdarî qehremaniya hêza laş a Tehranê bûn û min karî 3 medalyayan bi dest bînim.
Di sala 2022yan de, beşdarî qehremaniyeke navneteweyî bû û li ser asta 27 welatan pileya yekem bi dest xist. Sarya got “Di sala 2019an de min dev ji Yekîtiya Werzişvanên Kurdistanê berda û tevlî Yekîtiya Werzişvanên Iraqê bûm. Niha li Iraqê rekora herî bilind a min e. Di sala 2022yan de, ez wek tîma Iraqê beşdarî Şampiyoniya Hêza Laş a Navdewletî bûm û min li ser asta 27 welatan pileya yekem bi dest xist.”
Di qehremaniya sala 2023yan a Misrê de jî sê ristikên zêr bi dest anîn. Sarya got: Li 5 yariyên ewil ku hatin kirin, li 5 yariyên ku hatin kirin li fûk power lifting û single press û single deadlift, min karî pileya yekem bi dest bînim, ev xweştirîn destkefta min bû.
Ezîzê Mamlê – Dengê duyem ê Mihemedê Mamlê
Li Qeladizê hunermendekî bi navê Ezîzê Mamlê heye, dema ku tu dengê wî dibihîzî, tu tavilê hest dikî ku Mihemedê Mamlê stranên xwe ji te re dibêje.
Qeladizê hevsînor e li gel Rojhilatê Kurdistanê. Vê yekê jî bandor li ser xelkê vê derê çêkiriye ku bibin xwedî çand û adetên nêzîk.
Ezîz Mamlê cara yekem di sala 1979an de li bajarê Mehabadê hunermend Mihemedê Mamlê dît, wê demê strana (xakî kuçekey yarekem) bi hev re distrên.
Ezîz Mamlê dibêje: Mihemedê Mamlê rê li kesî nedigirt û nedigot stranên min nebêjin.
Ezîz Mamlê ku niha 69 salî ye, her roj li dengê Mamlê guhdarî dike. Dixwaze hemî stranên wî bi dengê xwe bi muzîkeke nû tomar bike.
Xalid Babekirê muzîkjen dibêje: Kak Ezîz yek ji wan dengên ciwan e ku zehf bi çêj stranan dibêje, diyar e ti kes nikare wek stranbêjê ewil bibêje, ger tu bixwazî çav li stranê bikî.