Sêwe Pîrotî ya defjen û çend fîçerên din di Çavê Rûdawê de
Sêwe Pîrotî: Dengê defê di rêya berxwedanê de
Sêwe Pîrotî, defjen û xwediya fêrgeheke mûzîkê ye li bajarê Mehabadê, çîroka jiyana xwe vedibêje ku çawa di nava malbatek mezhebî de karîbû bibe pêşenga hunera mûzîkê.
Sêwe, 39 salî, ji temenê du saliyê ve malbata wê li Rezayê bi cih bûne. Pêşî li piyanoyê dida, lê piştre bo defê guhert, sazeke ku bi gotina wê "irfanî ye û herdem hesteke xweşiyê pê dide".
Bi destê birayê xwe ku piştgirî didayê, Sêweyê karî tevî dijberiya malbata xwe, rêya xwe bibîne. Di destpêkê de, mecbûr bû defa xwe veşêre û gelek bi dizî rahênanê bike, lê niha fêrgeheke wê heye û salane 30 fêrxwazên ku piraniya wan keç in fêrî defjenînê dike.
Hunermendeke Mûsilî şahida vejîna bajêr e
Li taxa "Hemam Menquşe" ya Mûsilê, Hena Muzefer, hunermendeke ciwan e ku atolyeyeke hunerî ya biçûk vekiriye û ew atolye bûye navenda hezkirên hunerê li bajêr. Ew xwendekara Zanîngeha Mûsilê ye û di dema qedexeya derketina derve ya sala 2020an de, hunera xwe ya resimkirinê pêş xist.
Piştî rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê, Hena di sala 2023an de karî projeya xwe ji rûpelekê di Instagramê de biguhezîne bo dikaneke rastî bi hevkariya rêxistina Beytuna.
Berhemên Hena mîrateya çandî û dîrokî ya Mûsilê ne, wek minareya Hedba, mizgefta Nûrî û cihên dîrokî yên din. Ew tabloyên xwe bi bihayekî maqûl difiroşe, ji 7 hezarên dînarên Îraqî heta 25 hezar dînaran.
Çîroka wê nimûneyeke berbiçav e ji vejîna bajarekî ku ji nav xweliyê radibe, bi taybetî bi rêya beşdariya bibandor a jinan di vejandina çanda bajarê xwe de.
Pîşeya Gustîlfiroşiyê li Bexdayê
Bavê Fatîmeyê, yek ji navdartirîn gustîlfiroşên Bexdayê ye ku 35 sal ezmûna wî di vî warî de heye. Ew xwediyê koleksiyoneke kêmpeyda ye ku nêzî 150 cureyên cuda yên kevirên giranbiha dihewîne, ku hemû jî kevn û resen in.
Di nav gustîlkên wî de, ya herî biha gustîla "Melîk Selman Ebdulezîz" e ku bi 4 hezar dolaran tê firotin. Herwiha gustîlka "yaqûta destçêkirî ya Îraqî" bi 125 hezar dînarên Îraqî û gustîla nîşandanê ya bi giraniya 50 gramî jî heye.
Ew keviran li gorî taybetmendiyên wan dabeş dike, wekî mercanê kevirkirî ku ji bo hezkirin û qebûlbûnê tê bikaranîn, "jina sultanî" ku di şiklê jinê de ye, "feyrozî", herwiha kevirê sultanî ku jê re "gulenebir" tê gotin ku ruhanî bi kar tînin.
Tevî ku dikaneke wî jî heye, piraniya kirîn û firotina wî li ser maseyeke taybet e, ji ber ku xelk wisa difikirin ku nirxê dikanê girantir e.
Hunermendek mirovan bi siruştê aşt dike
Huseyn Umaysiz, hunermendê performansê yê Kurd ê niştecihê Belçîkayê, bi bikaranîna dengên çemê Munzurê û siruştê li Dêrsimê, hewl dide xelkê bi siruştê re bike yek.
Ew kultûra bidestxistina havênê mêst ji ava Munzurê ku li devera Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê ber bi nemanê ve diçe, zindî dike.
Umaysiz, berî çar salan vegeriya herêmê û biryar da ku li ser dengên rûbarê Munzurê lêkolînan bike. Li gorî wî, jiyana modern wer kiriye ku mirov ji xwezayê dûr bikeve û xweperest bibe.
Projeya Umaysiz ji aliyê hunermendên hevalên wî yên li Belçîkayê ve hatiye destekkirin. Ew niha li Dêrsimê li ser tomarkirina dengên rûbarê Munzurê dixebite.
Di ezmûnên wî de, xelkê herêmê beşdar in û peywendiyê bi siruştê re çêdikin.