Celal Debax, endamê berê yê Komîteya Navendî Partiya Komunîst a Iraqê - Beşa Yekem

27 April 2024
Celal Debax, endamê berê yê Komîteya Navendî  Partiya Komunîst a Iraqê - Beşa Yekem
Celal Debax di sala 1939an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye, yek ji kadroyên destpêkê yên Partiya Komunîst a Iraqê ye. Bi salan pêşmerge bû û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Iraqê bû. Herwisa nivîskar û wergêrekî navdar e. Çend pirtûk nivîsandine û wergerandine zimanê kurdî.

Di beşa yekem a bernameya Pencemorê de, dabaşa damezrandina Partiya Komunîst a Iraqê û rola cihûyên Iraqê di avakirina wê partiyê de dike.

Yekem Kurdê ku bû endamê serokatiya Partiya Komunîst kî bû?

Helwesta Partiya Komunîst a Iraqê li hember mafên kurdan. Gelo Sekreterê Partiya Komûnîst Heval Fehd li dijî Partiya Hîwayê ya bi serokatiya mamoste Refîq Hilmî bû? Çima gotiye, pêwîstiya kurdan ne bi partiya hêviyê li şûnê bi partiya kar heye?

Çima Celal Debax Wezîrê Navxwe yê Iraqê di serdema padişahiyê de Seîd Qezaz rexne dike?

Ev û hin mijarên dîrokî yên dîtir di Pencemorê de têne behskirin.