Pence Mor - Endama berê ya parlamentoya Iraqê Sozan Heme Tate - Beşa yekem

13 April 2024
Pence Mor - Endama berê ya parlamentoya Iraqê Sozan Heme Tate - Beşa yekem

Sozan Heme Tate ji bilî ku bi xwe endameke çalak a Partiya Sosyalîst bû, bav û 4 birayên wê jî şehîd bûn.

Dawiya salên heftêyan (1970) û destpêka salên heştêyî (1980) yên sedsala borî, Partiya Beisê seba îşkencekirin û çavtirsandina şêniyên bajêr peyayekî xwe yê hov şand bajarê Silêmaniyê ku navê wî Mulazim Muhsin bû.

Yek ji malên ku bi berdewamî di bin çavdêriya Mulazim Muhsin de bû mala Heme Tate bû ku kurên wî yan li çiyê bûn yan jî di girtîgehan de bûn.

Sozan di vê bernameyê de serpêhatiyên trajîk ên xwe û malbata xwe vedibêje. Birayên wê yek li pey yekî û paşê jî bavê wê tên şehîdxistin.
Ew gelek serpêhatî û çîrokên nebihîstî yên Mulazim Muhsin û şerê birakujiyê li çiyayan vedibêje.