Zinhar! Kurd li Kurdistanê dibin hindikahî

02-11-2023
Arif Qurbanî
Nîşan Kurd Kurdistan Erebkirin
A+ A-

Piştî peydabûn û avabûna dewletên neteweyî, mijara hejmara şêniyan û metirsiya guherîna demografîk, yek ji wan mijaran e ku li seranserê cîhanê bi girîngî lê tê meyîzandin. Bi ser de, li ba welatên xwedî dîrokeke dûrdirêj a desthilatdariyê, saziyên xurt, sînor û serweriya parastî jî dîsa ev mijar mijareke stratejîk e.

Di sazkirina siyasetê û birêvebirina welêt de, planên wan ên demkurt û demdirêj parastina nasnameya wan a neteweyî li ber çavan digirin û piştrast dikin.

Tezeke berbelav jî heye dibêje ku welat welatê wan kesan e ku lê dijîn. Dîrok jî piştrast dike ku gelek milet û gel hebûn ku di koka xwe de ne xwediyên wê erdnîgarî û wî welatî bûn ku niha lê dijîn lê ji ber koça miletê malxwê yan ji ber koça neteweya hatî, çi ji ber dagirkeriyê yan koç û penaberiyê be, dawiya dawîn nasnameya wî welatî hatiye guhertin û bi rastî jî bûye axa yên ku li ser dijîn.

Di vî warî de, li hawîrdorê Kurdistanê mînakên berbiçav gelek in. Bi hinceta ola Îslamê, Ereb ji navçeyên Hîcaz û Yemenê li tevaya deverê belav bûn û bûn xwediyên gelek welatên gel û neteweyên din ên ku bi sedan sal berê li wir jiyabûn.

Tirk jî wekî eşîreke Moxolan hatin navçeyê û li ser axa welatên Kurd, Ermenî û Yewnaniyan dewleteke neteweyî ji xwe re ava kir.

Kurdan jî tevî ku di tevahiya dîrokê de ji bo ku li ser axa welatê xwe bimînin qurbanî dan lê bi her du hêlên koçê, çi rê dabin ku biyanî werin û li ser axa wan niştecî bibin an jî wan bi xwe koç kiribin, beşên mezin ji erdnîgariya xwe ji dest dan.

Li Başûrê Kurdistanê, ne di dîroka dûr û dirêj de lê di dîroka çend deh salên berê de, hin deverên Kurdistanê hene ku yek mala Ereb lê nebû, lê îro dibe ku lib lib maleke Kurdan li wan deran mabe!

Ji rêzeçiyayên Hemrînê bigire heya Deşta Nînowa, Celewla, Seidiye, Qeretepe û Xaneqînê û her wiha heta Kerkûk, Hewîce û Pirdê jî beriya sedsalekê çend malbat û eşîrên Ereb ên koçer ji bo gamêşvanî yan çêrandina pêz li van deveran diqesidîn lê îro hejmara wan li vê beşa erdnîgariya Başûrê Kurdistanê ji hejmara Kurdan zêdetir e û roj bi roj hevkêşe di berjewendiya Ereban de diguhere.

Li kêleka berdewamiya siyaseta Erebkirinê ku ji aliyê rejîmên Îraqê yên li pey hev ji avabûna Îraqê ve û heya roja îro tê meşandin, xisleta eşîrî ya civaka Erebî ya zêdekirina malbatê û anîna pitikan, yek ji faktorên sereke yên guherîna demografiya Kurdistanê bû, nexasim li wê pişka cografyaya başûr ku îro bi navê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê tê naskirin.

Li navçeyeke wekî Hewîceyê ya girêdayî Parêzgeha Kerkûkê, pêşî çend eşîrên deverên başûr û navîna Îraqê anîn deşta bibereket a Hewîceyê û ev nêzî nîv sedsalê ye ku Erebên din ên pêvajoya Erebkirinê neanîne vê deverê lê belê mezinbûna malbatan û anîna zêde ya pitikan li nik wan bûye sedem ku niha bi tenê hejmara Ereban li vê deverê milê xwe li milê hemî hejmara Kurdan li Kerkûkê bide ku metirsiyên wê ne ew tenê bûn û ne ew tenê ne ku bûn girêka kor a çareser nebûna Doza Kurd li Îraqê, li şûnê bûn çavkaniya metirsî û gefê li ser guherîna demografîk a nîvê din ê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê bi xwe jî.

Ger meriv çavekî li dîroka hatina Ereban û qonaxên pêvajoya Erebkirinê bigerîne, dê bi hêsanî piştrast bibe ku rêdana niştecihbûna êl an çend malbatên Ereb, heke ti niyet û siyaseteke guhertina demografîk jî li pişt nebe, tenê rêjeya dersiruştî ya mezinbûna malbatên wan û anîna zêde ya zarokan bes in ku piştî çend deh salan, hevkêşeya şêniyan li wê derê biguherin. Jixwe, heke armanc û stratejiyeke demdirêj li pişt niştecihbûnê hebe, wî çaxî bê guman dê rêjeya zêdebûna wan pir lezgîntir bibe.

Tiştê ku îro li Herêma Kurdistanê diqewime, destpêka qonaxeke plankirî ya din a Erebkirinê ye lê vê care di kirasekî din de û li jê navnîşaneke din e. Heger berê li wê pişka Başûrê kurdistanê ku vêga li derveyî desthilata Kurdan e, birêveçûna proseya Erebkirinê di çarçoveya siyaseteke dewletê û cîhilkirina Kurdan bi darê zorê û bicihkirina Ereban li şûna wan bû, tiştê ku îro li hundirê Herêma Kurdistanê diqewime, her çiqasî Dewleta Îraqê bi qestî bi rêya bankan pereyan dide wan da ku mal û milkên Kurdan bikirin lê dîsa jî Erebkirineke keyfî ye ango ne kotekî ye.

Lê belê, encamên wê ji bo Kurdan ji qonaxên Erebkirinê yên berê hîn xofdartir in. Ji ber ku berê Erebê ku dianîn deverê, dizanîbû ku ew li ser mal, milk û axa Kurdan hatiye bicihkirin lê Erebê îro bi saya kirîna mal û milk bûye xwediyê wê yê rasteqîn.

Loma ger berê hêviyeke Kurdan hebû ku dê rojekê zilm bi dawî were û maf li xwediyên xwe bên vegerandin, halê hazir rewş cuda ye çimkî Kurdan bi xwe mafên xwe yên milkdariyê firotiye.

Amar û daneyên ku di vî warî de tên weşandin û diyar dikin ku bêtirî milyon Erebî mal û milk li Herêma Kurdistanê kirine û rêjeya wan gihiştiye bêtirî çaryeka şêniyên Herêma Kurdistanê, ji bo kesên ku xema paşeroja Kurdistanê û nasnameya neteweyî ya vê erdnîgariyê dixwin, cihê sekin û veciniqînê ye çimkî wekî ku min berê jî behs kir, rêjeya mezinbûna malbatê di nav Ereban de bi ya malbatên Kurd pir zêdetir e.

Ciwanên Ereb wekî pabendiyekê bi çand û kevneşopiyên eşîrî û di heman demê de wekî pabendiyeke olî, di temenekî piçûk de dizewicin. Piraniya wan ji jinekê zêdetir û heya çaran û zêdetir jî nola beşekê ji reseniyê ji xwe re disêwirînin. Berevajî malbatên me Kurdan ku her diçe piçûktir dibin, hejmara endamên her malbateke Ereban ji 10 neferan û bi jor de ye!

Tevî ku mizgîniyeke xerab e jî lê rastiyek e û divê were gotin ku heke tenê Erebên ku vêga li Herêma Kurdistanê ne û ti Erebekî din berê xwe nede Herêma Kurdistanê jî piştî çend dehsalên din, dê ev hejmara Ereban gelek qatan ji niha zêdetir bibe.

Zêde dom nake û di temenê vê nifşa niha de, em dê bibînin ku Kurd li vê para erdnîgariya başûr ku jê re Herêma Kurdistanê tê gotin, dibin hindikahiyek.

Her çend ez naxwazim li vir qala hîm û kokên arîşeya Filistîn û Îsraîlê bikim, ez maf jî nadim xwe bibim dadger û yekalî bikim ka kîjan ji wan bêtir xwediyê wê axê ye ku her du alî li serê nakok in lê belê ez dixwazim vê rastiyê ji we re bibêjim ku yek ji sedemên rewşa ku îro Erebên Filistînê tê de wer bûne, ew e ku wan heyamekê erd û mal û milkên xwe li beranber pereyên kêm firotin Cihûyan.

Loma wiha bidome dê di dîrokê de were nivîsandin ku Kurdan bi xwe welatê xwe firot Ereban!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst