Derketina krîza enerjiyê ya piştî girtina Tengava Hurmizê ku ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê çêbû, Sûriye û Tirkiye ducare xistin navenda nîqaşên enerjiyê yên cîhanê. Vê carê ev her du welat wekî deriyekî nû ji bo petrola Îraqê û gaza Qeterê tên dîtin.
Berdewamiya girtina Tengava Hurmizê û metirsiya li ser Tengava Bab el-Mendebê dikare Sûriye û Tirkiyeyê bigihîne asta navendeke nû ya veguhastina enerjiyê. Ev yek dê di paşerojê de wan bike beşeke sereke ya çareseriya pirsgirêkên veguhastina petrol û gazê ya ji berhemhêner ber bi bikarhêner ve.
Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhastinê Ehmed Şer, 30ê Adara 2026an li Almanyayê got, "Sûriye bendergeheke aram e ji bo zincîreya dabînkirina enerjiyê û derfeteke mezin a hilberînê di binesaziya çavkaniyên enerjî û petrolê de heye." Beriya niha jî nûnerê Sûriyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyandibû ku Sûriye amade ye bibe deriyekî nû yê veguhastina enerjiyê.
Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barack, 26ê Adara 2026an di Sîmpozyûma Enerjiyê ya Sûriye-Amerîkayê de li Encumena Atlatîkê got, "Tirkiye û Sûriye xwedî wê şiyanê ne ku bibin navendeke giring a dabeşkirina enerjiyê li cîhanê." Wî ev mijar bi projeya girêdana çar deryayan (Kendav, Xezer, Derya Spî û Reş) ve girê da.
Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ketiye meha xwe ya duyem û bandora wê ya li ser aboriya cîhanê her ku diçe zêdetir dibe. Îraqê hilberîna xwe ji sedî 75 kêm kiriye; yanî ji 4,4 milyon bermîlî daketiye 1,3 milyon bermîlên rojane. Qeterê jî ji ber şer di hilberîna gazê de ji sedî 17 winda kiriye ku ev yek ji bo 5 salan e. Bi vî awayî salane nêzîkî 12,8 milyon ton LNG kêm dibe ku bihayê wê 20 milyar dolar e.
Rojane li cîhanê 104 milyon bermîl petrol tê bikaranîn. Nêzîkî 80 milyon bermîl bi rêya deryayan û di heşt tengavan re derbas dibe. Eger girtina Tengava Bab el-Mendebê jî tevlî ya Hurmizê bibe, cîhan dê rûbirûyî krîzeke nû ya enerjiyê bibe ku ji şerê Kendavê yê sala 1990î ve nehatiye dîtin.
Tirkiye û Sûriye xwedî şiyaneke mezin a hilberîna petrol û gazê nînin û di naxşeya veguhastina enerjiyê de roleke wan a mezin tune bû lê belê eger petrola Îraqê û gaza Qeterê veguhêzin, ew dê ne tenê nexşeya veguhastina enerjiyê biguherin lê dê bibin navendeke gerdûnî ya dabeşkirina petrol û gazê ya ji bo Asya û Ewropayê.
Nûkirina peymana ITPyê: Şertê Tirkiyeyê û pêdiviya Îraqê
Ji 27ê Tebaxa 1973yan ve Tirkiye dixwaze bibe pira veguhastina petrola Îraqê. Rêkeftina boriya Îraq-Tirkiyeyê ku wekî ITP tê naskirin di wê salê de hate mohrkirin û piştre salên 1985 û 2010an hate sererastkirin.
1ê Tîrmeha 2025an, Serokkomarê Tirkiyeyê ev rêkeftin hilweşand. Pişt re di Çiriya Paşîn a 2025an de dan û standin dest pê kirin û her du alî behsa reşnivîsa dawî dikin. Heta niha rêkeftina dawî nehatiye kirin, di demekê de ku 27ê Tîrmeha 2026an wekî maweya dawî nêzîk dibe.
Îraqê ti carî şiyana temamî ya boriyê bi kar neaniye ku digihe 1,6 milyon bermîlên rojane. Li aliyê din Tirkiye daxwaz dike ku rêjeya hinartina petrolê zêde bibe û peyman ji bo veguhastina gaza siruştî jî were berfirehkirin. Her wiha Tirkiye dixwaze petrola Besreyê bigihe Ceyhanê û di paşerojê de petrola Rimêlan a Sûriyeyê û petrola navxwe ya Tirkiyeyê jî were veguhastin.
Eger Îraq binesaziya xwe ya navxwe bi pêş bixe û peymana bi Tirkiyeyê re nû bike, dikare nîvê petrola xwe bi rêya Tirkiyeyê bişîne cîhanê. Bi vî awayî xwesteka Tirkiyeyê ya ji bo bûn bi navendeke enerjiyê pêk tê. Di van rojan de, Îraq bi neçarî boriya Herêma Kurdistanê bi kar tîne da ku petrola xwe bigihîne Ceyhanê û zererên xwe yên ji ber girtina Hurmizê kêm bike. Niha şirketa SOMOyê nêzîkî 250 hezar bermîl petrol hinarde dike.
Sûriye: Rêyeke kevn ji bo hinartina petrola Îraqê
Sûriye xwedî binesaziyeke bihêz e ku qadên petrolê yên navxwe bi benderên Banyas û Tertûsê ve girê dide. Boriya Kerkûk-Banyasê sala 1952yan hate qedandin ku dirêjahiya wê 800 kîlometre ye û şiyana wê ya rojane 300 hezar bermîl e. Lê belê ev borî ji ber sedemên siyasî 50 sal in nayê bikaranîn: di krîza Suweyşê ya 1956-1957an de rawestiya, ji ber piştgiriya Sûriyeyê ya ji bo Îranê di navbera salên 1982-2000î de girtî ma û ji ber êrişa Amerîkayê ya li ser Îraqê ya 2003yan jî xebatên wê sekinîn.
Nîvê Kanûna Pêşîna 2025an, Alîkarê Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê got, "Di plana Bexda û Şamê ya ji bo danîna du boriyên bi şiyana 1,5 milyon bermîlî û stasyonên nû yên pompekirinê de pêşketin heye." Mesrefê nûjenkirina boriya kevn 4,5 milyar dolar e û dê 36 mehan bikişîne. Niha dan û standin hene ku hinartina petrolê bi rêya tankeran ji Qaim û Dêrezorê ber bi Banyasê ve dest pê bike.
Gaza Qeterê bi rêya Sûriye û Tirkiyeyê digihe Ewropayê?
Fikra veguhastina gaza siruştî ya Qeterê ji bo Ewropayê vedigire berî 17 salan. Sala 2009an Qeter û Tirkiye gihîştibûn rêkeftineke destpêkî da ku gaza Qada "Bakur" - qada herî mezin a gazê ya cîhanê ye- bigihînin Tirkiyeyê û ji wir jî Ewropayê.
Wê demê Beşar Esed red kiribû ku tevlî rêkeftineke wilo bibe çimkî ev yek li dijî berjewendiyên Rûsyayê bû. Ew peyman heta rûxandina Esed a li dawiya 2024an rawestiya. Piştî ketina rejîma berê, Tirkiyeyê ducare ev mijar anî rojevê. Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê got, "Dan û standin li ser veguhastina gaza Qeterê ya bi rêya Sûriye û Tirkiyeyê didomin. Ev plan hîn di qonaxa destpêkê de ye." Tom Barack jî gotibû ku ev her du welat dikarin bibin navenda nû ya enerjiyê.
Eger ev borî were çêkirin, dikare salane 30 heta 40 milyar metre sêca gaza Qeterê bigihîne Ewropayê. Ev mîktar ji sedî 33yê hemû hinartina Qeterê ya ji bo cîhanê pêk tîne.
Di dawiyê de, alternatîfa kurtmayîn a ji bo Tengava Hurmizê dîsa vekirina tengavan bixwe ye. Lê belê alternatîfa demdirêj veguhastina bi rêya Sûriye û Tirkiyeyê ye. Ev yek dê di mehên bê de dan û standinên navbera welatên berhemhêner û bikarxer germtir bike. Çimkî ev hewla dawî ye da ku enerjî ji dervayî tengavên metirsîdar bigihe cîhanê û bi taybetî Ewropayê.
Mehmûd Baban li Navenda Lêkolînên Stratejîk a Tora Medyayî ya Rûdawê wekî lêkolîner dixebite
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse