Berû Zimanekî Yekbûyî ve: Tewanga Jimarnavan

04-08-2025
Deham Ebdilfettah
A+ A-

Berû Zimanekî Yekbûyî Ve

(16)

Tewanga Jimarnavan

Tewang diyardeyeke denganî ye digihêje rastenav û hemû bêjeyên ku di bin sîwana navan de têne xebitandin.

Jimarnav (navên jimaran) jî beşeke giring e ji navên tewangbar. Di babeta tewangê de mijara herî aloz mijara tewanga jimarnavan e. Ji ber ku hemû kurmancîaxêv vê tewangê ne bi yek şêwazî dixebitînin. Anku bûye cihê ciyawazî û nakokîyan. Bo vê egerê pêdivî ye ku em mijarê gav bi gav zelal bikin:

  • Nîşandekên Tewangê:

    Nîşandekên navên bertewang bi giştî sê ne:

    1. Nîşandeka tewanga navên nêrzayên yekjimar “î” ye:

      Ez çûme gundî

    2. Nîşandeka navên mêzayên yekjimar “ê” ye:

      Ev ava baranê ye.

    3. Nîşandeka tewanga navên komjimarên her dû zayendan “an” e:

      Komela xwendekaran ji keç û xortan pêk tê.

     

    Jimarnav ji hêla tewangê ve sê beş in:

  • Jimarnavên bingehîn
  • Jimarnavên rêzîn
  • Jimarnavên dehîn (deh-deh)

 

  1. Jimarnavên bingehîn ew jimarnav in ên ku bi şêweyekî asayî li pey hev tên binavkirin, wek: (yek, dû, sê, neh, bîst, şêst, sed …).

    Tewanga van jimarnavan jî bi vî şêweyî digihêje berjimarên wan:

    1. (Nîv, yek) li gora zayenda berjimarên wan tên tewandin:

      Nîv nanî bide min.

      Yek nanî (nanekî) bide min.

      Nîv sêvê bide min

      Yek sêvê (sêvekê) bide min

    2. (dû – heta dawî) bi nîşandeka navên komjimar “an” tên tewandin.

      Dû hevalan alîkarîya min kir

      Ez deh salan li Amedê mame

      Ev pirtpkxane 156 pirtûkan bi xwe ve digire

  2. Jimarnavên rêzîn jî ew jimarnav in ên ku bi şêweyekî asoyî yan jî stûnî li pey hev rêz dibin. Berjimarên van jimarnavan berdewam mêzayên yekjimar in û li pêş jimarnavan in. Bo vê sedemê jî nîşandeka tewanga mêzeyên yekjimar “ê” digihêje van jimarnavan bixwe.

    Ev cara pêncê ye ez têm Laleşê

    Pêngava yekê destpêka serkeftinê ye

    Mala me li qata 18ê ye

    Derîyê şeşê mala Zînê ye.

    Sala 2004ê komkujîya Qamişloyê bû.

    Di van mînakan de diyar e ku jimarnav li pey berjimarên xwe yên mêza bi nîşandeka “ê”yê hatine tewandin. Lê hin caran berjimar nêrza ye wek (derîyê şeşê), hingê bi mebesta derîyê bi jimara şeşê ye.

  3. Jimarnavên dehîn (deh-deh), ew jimarnav in ên ku ji jimara dehê û dûpatkirina wê pêk tên, wek (deh, bîst, çel, pêncî, sed …).

Tewanga van jimarnavan li gora berjimarên wan pêk tê. Eger berjimar li pey jimarnavan bin, hingê ew ê weku jimarnavên bingehîn bi “an”ê bên tewandin:

Ez ê bîst daran biçînim

Eger berjimar li pêş jimarnavan bin wê hingê dê weku jimarnavên rêzîn bi “ê”yê bên tewandin:

Dara bîstê hişik bûye

Lê heger jimarnavên dehîn rût bin anku bê berjimar bin, wê hingê ew ê weku navên komel, bi nîşandeka navên nêrzayên yekjimar “î” bên tewandin. Navên komel weku bêje yekjimar in lê weku naverok komjimar in, wek: (pez, kerî, boş, col, naxir, sef, ref …). Ev nav nêrza ne bi “î”yê tên tewandin, wek (vî pezî, vî kerîyî, vî boşî, wî colî, wî naxirî …)

Jimarnavên dehîn jî weku navên komel tên tewandin:

Ji wî çelî sihî bide Samî

Ji sedî bîstî bide komelê

Serê hezarî çarsed û çelî li gundîyan parve bikin

Heke tu ji sedî sihî bidî yan jî tu sihî ji sedî bidî encam her yek e!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst