Qadên petrolê yên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di 16 salên borî de di navbera aliyên cuda de çend dest guherandin. Herî dawî di dawiya meha Kanûna Paşîn a 2026an de, hikûmeta nû ya Sûriyeyê ewilî bi şer û pişt re bi rêkeftina li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), hemû pîşesaziya petrol û gazê ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê xist bin desthilata xwe û niha kontrola ji sedî 95ê wan dike. Koma hilberîna rojane ya Sûriyeyê îsal 105 hezar bermîl bûye lê bi hatina şirketên welatên Ereb ên Kendavê û şirketên Amerîkayî, hikûmeta demkî ya nû ya Sûriyeyê dixwaze asta hilberîna rojane bilind bike bo 380 hezar bermîlî di rojekê de.
Jêrxana pîşesaziya petrol û gaza Sûriyeya nû ji ber şer û nakokiyan ziyaneke mezin ditiye. Bi şêweyekî ku Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê ziyanên tenê di sektora petrolê de wekî 91,5 milyar dolar dinirxîne û Neteweyên Yekbûyî jî ziyanên sektora petrol û gazê ya Sûriyeyê wekî 115 milyar dolarî texmîn kiriye.
Qadên petrol û gaza Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dikevin parêzgehên Dêrezor, Himis û Hisîçayê (Rojavayê Kurdistanê). Koma parzûngehan 11 in; 5 jê qadên petrolê, 3 jê yên gazê û 3 parzûngeh jî hevbeş in (petrol û gaz). Koma rezervên selmandî yên qadên petrolê 2,5 milyar bermîl e û rêjeya rezerva gaza siruştî jî di navbera 8,5 heta 9,5 trilyon metrkup de ye.
Di rastiyê de, amarên rezerva petrol û gaza Sûriyeyê li beramberî cîranên wê ne pir in û wekî welatekî piçûk ê petrolê tê dîtin lê belê pêgeha cografî, hebûna jêrxana veguhastinê û her du benderên Tertûs û Banyasê şansekî nû ji bo Sûriyeyê çêkirine da ku bibe navendeke nû ya enerjiyê di herêmê de û şirketên biyanî tê de hilberînê bikin.
Hêlbaz û daxistina hilberîna petrolê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê
Salên berî şerê navxwe asta hilberîna rojane ya Sûriyeyê di navbera 380 hezar û 400 hezar bermîlî de bû û dahata wê 3 heta 3,4 milyar dolar bû. Wekî mînak sala 2008an koma hilberîna rojane 400 hezar bermîl bû û dahata wê 3,2 milyar dolar bû. Piştî destpêkirina raperînê û şerê navxwe yê Sûriyeyê di sala 2011an de, asta hilberîna rojane kêm bû û daket 350 hezar bermîlî û dahata wê daket 1,8 milyar dolarî.
Sal bi sal rêjeya hilberîna salane ya petrolê û dahata wê gelekî kêm bû. Sala 2019an gihîşt asta herî nizm a salane ku tenê 20 hezar bermîl petrol bû û dahata wê daket 45 milyon dolarî.
Salek piştî rûxandina desthilata Beşar Esed û di sala 2025an de, careke din asta hilberîna petrolê li Sûriyeyê bilind bû ji bo rojane 115 hezar bermîlî û dahata wê dighîje nêzîkî 450 milyon dolaran. Di mehên ewil ên sala 2026an de (kanûna paşîn û sibat) asta hilberîna rojane nêzîkî 105 heta 110 hezar bermîlî bûye.
Niha li gorî pêşbîniyan ji bo bilindkirina asta hilberîna rojane ya petrolê di hemû qadên petrol û gazê yên Sûriyeyê de, ji ber hilberîna şirketên biyanî, bi taybetî jî yên Amerîkayî û yên Kendavê, tê çaverêkirin di sala 2027an de asta hilberîna rojane bigihe 180 hezar bermîlî û heta sala 2030an vegere asta berî salên şerê navxwe ku rojane 380 hezar bermîl bû.
Cedwela hilberîna petrolê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 2008 heta 2030
|
Sal |
Hilberîna Petrolê (Hazar Bermîl/Rojane) |
Dahat (Milyon Dolar) |
|
2008 |
400,000 |
$3,200 |
|
2009 |
385,000 |
$3,000 |
|
2010 |
383,000 |
$3,400 |
|
2011 |
353,000 |
$1,800 |
|
2012 |
200,000 |
$700 |
|
2013 |
100,000 |
$300 |
|
2014 |
50,000 |
$120 |
|
2015 |
40,000 |
$90 |
|
2016 |
28,000 |
$60 |
|
2017 |
25,000 |
$55 |
|
2018 |
24,000 |
$52 |
|
2019 |
20,000 |
$45 |
|
2020 |
22,000 |
$48 |
|
2021 |
35,000 |
$80 |
|
2022 |
60,000 |
$150 |
|
2023 |
80,000 |
$200 |
|
2024 |
100,000 |
$280 |
|
2025 |
115,000 |
$450 |
|
2026 |
110,000 |
$500 |
|
2027 (T) |
180,000 |
$900 |
|
2028 (T) |
250,000 |
$1,400 |
|
2029 (T) |
320,000 |
$2,200 |
|
2030 (T) |
380,000 |
$3,500 |
Qadên Sûriyeyê û hilberîna rojane ya 380 hezar bermîl petrolê di sala 2030an de
Qadên petrolê yên parêzgeha Dêrezorê qadên (Omer û Tenek, Parzûngeha Gaza Konoko û T-2) li xwe digirin. Rojên berî şerê navxwe yê Sûriyeyê, asta hilberîna van parzûngehan rojane 200 hezar bermîl bû. Sala 2025an asta hilberîna wan kêm bû bo tenê 21 hezar heta 22 hezar bermîlî di rojekê de.
Qadên petrolê yên parêzgeha Hisîçayê (Rojavayê Kurdistanê) qadên (petrol û gaza Rimêlan û Siwediyeyê li gel Parzûngeha Petrolê ya Karatşûk) hemû bi hev re di salên berî şer de rojane 110 hezar bermîl petrol hildiberandin, sala 2025an koma hilberîna wan kêm bû di rojekê de bû 50 hezar bermîl.
Parêzgeha Himisê du qadên gazê lê hene ku ew jî (qadên Ebû Rebah û Arak) in û dikevin navenda Sûriyeyê. E qadên gazê berî şerê navxwe asta hilberîna wan sifir bû lê tê çaverêkirin asta hilberîna gazê di wan du parzûngehan de bigihe ser 500 hezar metrekup rojane.
Hilberîna 12,5 milyar dolarî di sektora petrol û gaza Sûriyeyê de
Rûxandina Beşar Esed û hatina Ehmed Şer careke din bala şirketên mezin ên sektora petrol û gazê bo Sûriyeya nû kişand, çimkî eger Sûriye aram bibe, dê derfeteke mezin ji bo şirketên petrol û gazê çêbibe.
Şirketên Kendavê û yên Amerîkayî rêkeftin û lihevtêgihiştinên xwe li gel hikûmeta nû ya Sûriyeyê bo hilberînê û ji nû ve avakirina sektora enerjiyê mohr kirine. Şirketên Ewropî jî di qonaxa dan û standinên dawî de ne da ku beşdarî vî karî bibin.
Wekî mînak her du şirketên qerase Chevron û ConocoPhillips ên Amerîkayî gihîştine qonaxa îmzekirina lihevtêgihiştinê ku ya Chevronê bo hilberîna gazê ya li deryayê ye û ev cara ewil e li Sûriyeyê hilberîn tê de tê kirin. Her wiha şirketên mezin ên xizmetguzariya teknolojî û birêvebirina qadên petrolê wekî Halliburton û Baker Hughes îhtimal heye vegerin qadên gaz û petrolê yên Sûriyeyê.
Ew girêbestên ku heta niha hatine kirin ji aliyê Siûdiyeyê ve bûne ku her du şirketên Taqa ya Siûdî û grûpa ADESê ne bo xizmetguzariya parzûngehan û hilberîna gazê bo elektrîkê. Dana Gaza Îmaratî jî lihevtêgihiştin mohr kiriye, ew jî bo hilberîna gazê ye.
Ji welatên Ewropayê şirketên mezin ên wekî Totala Fransayî, Eniya Îtalî û Gulf Sandsa Brîtanayî di qonaxa dan û standinên dawî de ne bo beşdarbûna hilberînê di jêrxana enerjiya Sûriyeyê de. Berevajî Amerîkayê û yên Kendavê, şirketa Shell a Holandî û Story Transgaza Rûsayê rêkeftin kirine bo derketina ji Sûriyeyê.
Mezintirîn bira pereyê ku bo hilberînê di pîşesaziya petrol û gaza Sûriyeya nû de hatî veqetandin, ji aliyê şirketa Chevron a Amerîkayê ve tê kirin ku qebareya wê 2 milyar dolar e. Koma wî pereyê ku biryar e wekî hilberîn bi rêya van şirketan herê Sûriyeya nû dighîje ser 12,5 milyar dolarî heta sala 2030an ku ev jî beşdariyeke berbiçav e di bipêşxistina aboriya Sûriyeyê de.
Endezyariya li pey bipêşxistina jêrxana petrol û gaza Sûriyeyê
Qebareya wê hilberîna nû ya ku di sektora petrol û gaza Sûriyeyê de tê kirin bo vegera asta hilberînê bo 380 hezar bermîl petrol û hilberîna 600 milyar metrekup gaza siruştî di sala 2030an de, bi mercê sererastkirina yasaya hilberînê û sifirbûna metirsiyên navxwe û derve, dayîna girêbestên şirîkatiyê di hilberînê de (PSA) û pabendbûna Sûriyeyê bi dadgehên navbeynkariya navneteweyî (wekî dadgeha navneteweyî ya Parîs yan Londonê) ve girêdayî ye.
Her çi qas ev hemû pêk werin jî, metirsiyên wekî pevçûnên navxwe, ducare derketina DAIŞê û lihevnekirina bi cîranan re, hemû van rêkeftin û lihevtêgihiştinan dike murekebeba ser kaxezê û Sûriyeyê careke din di warê hilberîna petrol û gazê de vedigerîne paş.
Di dawiyê de, vegera şirketên mezin ên di qada enerjiyê de ji bo Sûriyeya nû bi saya Amerîkayê ye, çimkî ceza hatine rakirin û saziyên Amerîkayê wekî Wezareta Xezîne û Enerjiyê piştgirî û hevkariyê dikin bo vejandina jêrxana enerjiyê; wekî ku di prezentasyona Tom Barack (Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê) ya li Atlantic Council a li Washingtonê de hatibû pêşkêşkirin.
Her wiha vekirina hesabê bankî bo Sûriyeyê di 28ê Sibata 2026an de li Banka Reserve ya Federal a New Yorkê (FRBNY) mîna ya Îraqê ya sala 2004an, nîşaneya wê yekê ye ku Sûriyeya nû bibe navendeke veguhastina enerjiyê û bi piştgiriya Amerîkayê di salên bê de jêrxana xwe ya enerjiyê bipêş bixe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse