Şêwirmendê simbêl boq; vegerandina rûmeta Amerîka û tirsandina welatan

07-09-2018
Ferîq Hebîb
Nîşan Amerîka John Bolton Donald Trump
A+ A-

Ew şerê aborî û psîkolojîkî ya pirr alî ku di nav çend heftiyên derbasbûyî de Waşîngtonê li hember Îran, Tirkiye, Çîn, Rûsya û Ewropayê daye destpêkirin gelek çavdêr mat kirine. Ew dibêjin; çawa dibe Amerîka di heman demê de pênc bereyên şer vedike? Ji ber ku aqil û mantiq û herwiha pragmatîstî we dixwaze ku Amerîka gav bi gav guvaşê bixe ser welatên neyarê xwe û piştî ku di bereyekê de serkeft paşî bereyeke din ê şer veke.

 

Hinek pisporên karûbarên Amerîkayê dibêjin, sedema bilez guhertina qalkê Amerîkayê kesek e, ku ev demeke dirêj e li hember neyarên Amerîkayê kul ketiye dilê wî, li ser televîzyona FoxNews a navdar a amerîkî rexne li Barak Obama digirt û digot, “nabe Amerîka li hember wan ev hinde nerm be, divê bi zora hêza leşkerî pirsgirêka xwe ya li gel neyarên xwe çareser bike!”

 

Ew kes John Bolton ê 69 salî ye ku bahara îsal ji aliyê Donald Trump ve wek Şêwirmendê Ewlekariya Nîştîmanî hate destnîşankirin.

 

Bolton wek “endazyarê hilweşandina desthilata Saddam” tê naskirin û dibe ne lihevhatî nebe, ku roja dest bi karkirina wî jî xistine 9ê Nîsanê, ku heman ew roj a ketina rejîma Saddam bû.

 

Ew bazê herî diyar ê muhafazakarên nû ye û dijminê sext ê Rûsya, Îran, Tirkiye û filistîniyan e û piştgirî dide wê yekê ku li hember wan hêz were bikaranîn. Tê gotin ku baweriya wî bi yasayên navdewletî nîne, dema nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî bû di civînan de gelek pirsgirêk derdixist. Kesekî gotinlirû û tund e, herwiha bi simbêlên xwe yên mezin û boq navdar e.

 

Turmp li hember simbêlên wî pir bi hestiyar e. Weke pêkenokek jî di rojnameyên amerîkî de hatiye belavkirin û tê gotin, eger simbêlên wî ne wisa mezin bana dê Trump John Bolton bikira wezîrê derve. Lê ew gelek parastina simbêlên xwe dike û çiqas guvaş çêbibin jî amade nîne wan bibre!

 

Di demekê de gelek navendên siyasî û welatan li hember erkdarkirina John Bolton tirs û nîgeraniya xwe nîşan dan lê hejmareke stratejîstên amerîkî jî di wê baweriyê de ne, ku Boltun dê bibe alîkarê Serok Trump ji bo pêkanîna wê drûşma ku bilind kiriye û dibêje: “Bila em ji nû ve Amerîkayê bikin welatekî mezin.”

 

Trump bi erkdarkirina Bolton di wê postê de, erkdarkirina Mike Pompeo wek wezîrê derve, Nîkkî Haley wek nûnera Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî û Gina Hasbel wek seroka dezgeha îstîcbaratê bazina bazên Koşa Spî temam kir û hemû jî di gelek mijaran de li gel Trump hemnnêrîn in. Lewma dibe Serok bikare piraniya hizr û nêrînên xwe yên li ser serdestiya Amerîkayê bixe warê pratîkê.

 

Beşek ji pisporên siyasî di wê baweriyê de ne ku zanebûn û şarezabûna Trump di siyaseta derve de nîne, ji lewma ji şêwirmendên wî, bi taybetî John Bolton bi hêsanî bandorê dixe ser. Herweke çawa bandora Condoleezza Rice li ser George W. Bush hebû.

 

Ev yek jî dihêle ku zêdetir bandora John Bolton li ser siyaseta derve ya Amerîkayê hebe û armancên xwe yên kevin pêk bîne, ku ew jî bikaranîna hêza serbazî û aborî ye ji bo sertewandina dijmin û neyarên Amerîkayê.   

 

Lê gelo dê bikare wiha bi hêsanî di nav du salên pêş ên serokatiya vê rêveberiyê de meremên xwe bicîh bîne û weke ew dibêje rûmeta Amerîkayê vegerîne, yekcemseriya Amerîkayê bi ser cîhanê de bisepîne yan jî ji ber wê serkêşiyên ku Rojhilata Navîn û cîhanê dixe nav aloziyê?

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst