Koşka Spî daxuyaniyek derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump de belav kir

22-01-2020
Nîşan Amerîka Donald Trump Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Korbenda Davos
A+ A-

Koşka Spî deqa gotinên Donald Trump, Serokê Amerîkayê û Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di civîna li Davosê belav kir.

Daxuyaniya Koşka Spî derbarê kombûnê de wiha ye;

Gotinên Serok Trump û Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê pêş kombûna dualî. Davos, Swîsre:

Serok Trump: Gelek spas, cihê kêfxweşiya min e ku ligel Serokê Kurdistanê Serok Barzanî me, demeke me ya diyarkirî bo civînê heye. Demeke zêde ye me dixwest bicivin. Me li gel hev gelek baş kar kiriye.

Wek hun dizanin em ji hinek navçeyên sînorî yên Sûriyê vekişiya ne û ev jî me bi başî ligel Tirkiyê kiriye. Ewqas baş hatiye kirin ku hatibe bîra her kesekî. Niha ew a jê re digotin ‘navçeya aram’  heye û pêzanînên min bo wan hemûyan hene ku wiha kirine ev dever silamet bin.

Lêbelê gelek girîng e, her weke hûn dizanin, petrola me heye û me hinek serbaz bo petrolê hiştine, ji ber me petrol bidest xistiye, kar li ser vê yekê dikin û me gelekî bi başî parastiye.

Em herwiha bi hezaran desteserkiriyên me yên DAIŞê hene, me xilafeta (DAIŞ)ê ji sedî 100 têkşikand, ev navçeyeke gelekî cihê baldariyê ye, herwiha peywendiyeke me ya gelekî baş heye û cihê kêfxweşiya min e ku ligel te me, gelekî spas.

Serok Barzanî: Spas cenabê serok, gelek spas.

Serok Trump: Dikarî tiştekî bibêjî?

Serok Barzanî: Belê, dixwazim vê derfetê bikar bînim daku sipasiya te bikim rêzdar Serok bo pêşwazîkirina li me li Davosê, wek we jî behs kir û tu dizanî demeke zêde ye li benda vê kêliyê ne.

Spas bo serkirdayetiya te, spas bo piştîvaniyên te, me bi hevre DAIŞ têkşikand.

Serok Trump: Rast e.

Serok Barzanî: Lewma bi navê gelê Kurdistanê dixwazim spas û pêzanên xwe bînin ziman bo serkirdayetî û piştîvaniya te, spas.

Serok Trump: Gelek spas, bi rastî tiştekî gelek baş e.

Serok Barzanî: Gelek spas, pêzanîna min heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst