Gelek nîqaş û gengeşe li ser wê yekê hene ku desthilata klîkkirin (tikandin) û serdema hişê çêkirî dê şûna karê rojnamegeriyê bigire lê hîn jî zanyariyên wê desthilatê winda nekiriye ku naverokê zengîn dike û ew erk li ser milê rojnamegeran e ku parêzvaniya wê desthilatê bike.
Li seranserê cîhanê rojnameger vêga jî jiyan û azadiya xwe dixin metirsiyê ji bo ku rastiyan bigihînin.
Hişê çêkirî êdî ne têgeheke dûr e, bi her kesî re ye, tê ku çawaniya berhevkirin, berhemanîn û bikaranîna me ya zanyariyan li qalib bide. Niha algorîtma kurteyan dinivîsin, detayan dişopînin û tewra sernavan jî çêdikin.
Ev amraz dikarin demê biparêzin, çîrokan vebêjin û ronîkirinê ji bo aloziyan bidin.
Lê guman di wê yekê de nîne ku hişê çêkirî ne rojnameger e, ne hestê dadperweriyê, ne paşxaneke etîk û ne jî lêpirsîna wê heye, tiştê ku em pê didin û daxwazê jê dikin dike. Em hem dikarin wê tije zanyariyên çewt bikin, hem tiji rastî bikin, ew jî hem dikare bibe megafoneke zanyariyên çewt û çêkirina koşkên derewan an jî bibe bilindgoya rastiyê û zanyariyên zêrîn.
Piraniya me dîtiye vîdeoyên sexte, dengên çêkirî û deepfake vîrûs bûn, serê xelkê tevlîhev dikin û baweriya wan nehiştiye. Li vir azadiya tikandinê û tikandina azadiyê derdikevin holê, mirov li gel azadbûna temamî ya exlaq û hukimdana mirovahiyê tê dîtin.
Astengî ne tenê hişê çêkirî ye, astengî azadî ye, bawerbûna desthilatê bi qet nebe azadiya karê rojnamegeriyê, her wisa vêga ji bilî yasayan û bicihanînawan. Astengiya din a li pêşberî rojnamegeran ew e ka xwe çawa ji pêla zanyariyên nerast dûr bixin, xasma ku ev zanyarî mîna tozê dibarin, bi taybetî ku pêgeh tên bikaranîn.
Lewra jî nabe ku siberoja rojnamegeriyê bi tenê ji bo amûran bê hêlan. Sernivîser, nûçegihan û kesên ku bi dû rastiyan de diçin, divê di dilê pêvajoyê de bimînin. Divê hişê çêkirî piştgiriya rojnamegeriyê bike, ne ku şûna wê bigire. Divê ne destwerdanê lê alîkariya berfirehbûna rastiyê bike.
Lê di nav van hemû guherînan de, di nav sansur, guvaşa siyasî, gefên online û pêşbirka klîkan tiştekî balkêş diqewime.
Xelk li medyaya giran û bawerpêkirî vedigere.
Tevî çêkirina dengehingê, weşana zanyariyên bêbingeh û duristkirina bîner û viewerên sexte, duristkirina rojnamegerên bûkik û lêhbok û pifdana pêgehan, xelk li nûçe û zanyariyên kûr, dengê bawerpêkirî û şîrovekariyeke watedar û her wiha li medyaya giran vedigere.
Di vê serdema nedilniyayê de, xelk piştrastî û dilniyayiyê dixwaze, zanyariyên rast dixwaze, di demekê de zanyariyên sexte fena toz û xweliyê dibarin, xelk nûçeyekê dixwaze ku ne tenê wan mijûl bike lê belê wan miqate û hişyar jî bike.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse