Ji Rûpelên Kobanî … Siyamend Oskullî

Siyamend Oskullî (1972 - 2014)

Hunermend Siyamend Oskulî di sala 1972an de li bajarê Kobanî ji dayik bûye, ji xortaniya xwe de dest bi hunerê kiriye, ew zewicî bû û bavê lawekî û du keçane. Ew di sala 2003an de li Turkiyê ji aliyê saziya Onqapana û Sespîlax yên tomar û weşana mûzîkê ve hatibû vexwendin, û seredana wan li Stenbolê kiribû.

Di sala 2001ê de ji aliyê televizyona Mezobotamiya ve hatibû vexwendin, û carekê li gel herdu hunermendan Baqî Xido û Baran Kendeş, bibû mîvanê bernameya Zembîl Firoş.

Siyamend Oskulî alboma xwe ya yekem di sala 2003 an de û di bin navnîşana Dîlbera Min de weşandiye, û albom ji van stranan pêk hatiye: 1- Kenê Te: Awaz û gotin: Siyamend Oskulî 2- Ez bûme Dîn: Awaz: Siyamend Oskulî, gotin: E'vdoyê Heseno 3- Fîstanê Wê: Awaz: Siyamend Oskulî, gotin: Bêbuhar 4- Her Tişt Li dora min: Awaz û gotin: Ehmedê Çep 5- Erê Canê: Awaz: Siyamend Oskulî, gotin: M-Welîd 6- Dîlbera Min: Awaz: Siyamend Oskulî, gotin: Can Bapîr 7- Dêma: Awaz û gotin Siyamend Oskulî, 8- Herdu Çav: Awaz û gotin: Siyamend Oskulî, 9- Ji Xewnan Mestirî: Awaz: Ehmedê Çep, gotin: Salih Kobanî.

Alboma xwe ya duwem jî di sala 2007an de, û di bin navnîşana Cara Dawiyê de weşandiye, û albom ji van stranan pêk hatiye: 1- Cara Dawiyê: Awaz: Siyamend Oskulî, gotin: Ehmedê Meyremê 2- Gundê Tilmûsê: Strana Hemedê Dûman (Mihemed Xelîl Xazî) 3- Xewnek Xweş: Awaz: Siyamend, gotin: E'vdoyê Heseno 4- Canê: Awaz û gotin: Siyamend Oskulî, 5- Gulê Ne Li Male: Awaz û gotin: Hisên Hec 6- Zivistan: Mûzîk: Ehmedê Çep, gotin: Filiklor, 7- Te Ez Kal Kirim: Strana Aram Dîkran 8- Lê Heylê - çavkanî: Hisênê Farê 9- Gula Zer: Strana Hemedê Dûman (Mihemed Xelîl Xazî) 10- Ew Çavên Te: Awaz: Siyamend, gotin: E'vdoyê Heseno.

Hunermendê koçkirî Siyamend Oskullî li ser destpêka xwe ya hunerî digot, ku wî ji zaroktiya xwe ve dest bi pêvajoya xwe ya hunerî kiriye, ji rojên xwendekariya xwe de li dibistanê distira ta salên xortaniyê ji temenê wî, di pişt re wî gurûpeke ji xortan di Koma Botan de naskirin û tevlî wan bû, herweha li gel wan hin kasêt bi hev re tomarkirin, û ji wir de pêvajoya wî ya hunerî destpêkir.

Li ser serkeftina hunermdan, Siyamend Oskullî digot, ku pir pêwiste hunermend xwedî hastên nazik be, herweha di ber hestên guhdaran de jî ustûbar be, û haya wî ji hezkirina millet û welatê wî hebe, û di danûstandina bi yên derdora xwe ren hêsan û bi xwe bawer be, û sazên (Meqamên) mûzîkê nas bike û bikaribe ji hev cuda bike, çi yên rojhilatî an jî yên rojavayî bin, û dîroka wan baş şopandibe.

Di derbarê dîroka hunerî ya mûzîkê de li herêma Kobanî, Siyamend Oskullî gotiye, ku dîroka hunerî ya mûzîkê li herêma Kobanî ji destpêka xwe de, weke destanên dîrokî û bê ritim destpê kiriye, lê di pişt re hunermend Hemedê Dûman (Mihemed Xelîl Xazî) dest pêkir, û stran bi rengekî rast û durist, ji awaz û gotin û saz (Meqam) û ritiman çê kirin, di pişt re hunermend Reşîd Sofî kasêtek bi deng û awazên xwe tomar kir, bi regekî cuda di wê berhemê de kar kiribû, û mûzîk bi rengekî zaniestî anî herêma Kobanî.

Siyamend Oskullî gotiye, ku mûzîk û strana kurdî li rojavayê Kurdistanê hinekî pêşketî û nûye, tevî ku stêr û navdarên wê kêmin jî, lê yên ku heyî bi hêzin û jêhatîne, weke Ciwan Haco, Ehmedê Çep, Miço Kendeş, Şeyda û Bengîn ... h.d, û li Bakurê Kurdistanê jî hin dengên bedew û bi hêz hene, weke Şivan Perwer û Nîzamedîn Ariç û Gurûpa Kardişlik Tirkusu - Strana Biratiyê û hinên din ... h.d, lê li Başûrê Kurdistanê yên kevin ji wan pir serkeftî bûn, hema nivşê wan yê nû hemû nêzikî hevin, eger em nebêjin hemû wek hevin, û li rojhilatê Kurdistanê jî di bin bandora mûzîka Farisî de ne, wek Gurûpa Kamkaran û E'zîz Çaroxî û h. w. d...

Siyamend Oskullî gelek awaz û gotinên stranên xwe bi xwe afirandine, û hin helbestên E'vdoyê Heseno û Yûsif Berazî jî gotine, û çend awazên hunermend Ehmedê Çep jî gotine, û wî guh dida bikaranîna alavên mûzîkê yên rojhilatî di belavkirina mûzîka stranên xwe de.

Di jiyana xwe ya hunerî de, Siyamend Oskullî gellek astengî û problem ji aliyê desthialeta Sûriyê ve dîtibûn, bi sedema stran û dengbêjiya wî, gellek caran ew ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve hatibû girtin, tenê ji ber ku wî bi zimanê kurdî stran digotin.

Hunermend Siyamend Oskulî dema ku di Adara sala 2009an de biryar dabû ji welat koç bike û berê xwe bide welatên Ewropayê, li ser koçkirina xwe gotibû, ku ji ber li welat problem gellekin, û ew nikare derbirrîna hest û mûzîka xwe, li gorî asta ku ew hêvî dike bike, û ji ber ku hest dike cihê wî teng bûye, ewê li cihekî ferehtir ji behreya xwe re bigere, loma ew dixwaze koç bike, û li pey hêvî û dilxwaziyên xwe biçe, da ku hemî mafên belavkirin û weşandinê ji hunera wî re parastî bin, herweha hêvî dike ku saziyên belavkirin û weşanê yên ku mafên hunermendan biparêzin, peyda bibin.

Di Adara sala 2009an de, hunermendê Kurd Siyamend Oskullî ji Kobanî û Rojavayê Kurdistanê koç kiribû, û berê xwe dabû welatên Ewropayê, û piştî derbaskirina çend mehan li welatê Belcîkiya, gelekî ji ber biyaniyê li wir teng bibû, û careke din biryar dabû ku vegere welat, û di eynî wê salê de vegeriyabû û demekê li Şama paytexta Sûriyê mabû, û di pişt re dîsa vegeriya bû Kobanî.

Piştî derbas bûna 4-5 salan, Siyamend Oskullî ji ber nîrên jiyanê yên dijwar, careke din biryar da ku berê xwe bide Ewropa, û di Adara sala 2014an de, ji herêma Kobanî derbasî Bakurê Kurdistanê û Turkiyê bibû, û dema ku xwest di roja 17 Avdara 2014an de, derbasî welatê Yonanê bibe, lê di encama binavbûna belema wî, di ava deryaya di navbera bajarê Izmirê yê Tirkiyê, û Gireva Samos ya Yonanê de, wî jiyana xwe ji dest da, û termê wî di roja 25ê Adara sala 2014an de, bi merasîmeke girseyî û beşdariyeke cemaweriye mezin, li goristana gundê Termik li herêma Kobanî hate binax kirin.

Hewlêr: 05-03-2022

Rêzenivîsên Imer Kalo “Ji Rûpelên Kobanî”:

1-Osmanê Şêx Xidir

2-Hemedê Dûman

3-Mişoyê Bekabûrê Berazî

4- Baqî Xido

5-Cimoyê El Hemik

6-Shahînê Bekirê Soreklî

7-Baran Kendeş