Baran Kendeş (1969 - 2003)
Feylesûfê Çînî Konfoşiyos (Confucius - 孔夫子) dibêjê: “Eger te xwest şaristaniya gelan nas bikî, li mûzîka wan guhdarî bike”, em jî li vir dixwazin hinekî şaristaniya herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, bi riya bîranîna huner û mûzîka hunermendê koçkirî Baran Kendeş nas bikin, û hin helwest û nerînên wî di bîra xwe bînin.
Dema ku çavên wî li cîhana hunerî bişkivîn, li dijî qonax û demeke tarî û bê dilovanî, dest bi berxwedanekê kir, hewil dida hemî tengasiyan derbas bike, tiştekî nikarîbû xwe bike sînor li ber asoyên dûr û dirêj yên behreya wî ya hunerî, bi rijdbûn gav avêtin û pêşve çû, û hêvî û dilxwaziyên wî roj bi roj mezin dibûn, û wisa dest bi simfoniya jiyanê kir û got: “Xweşe jiyan ku pir caran gul dibarin, û reşe jiyan ku pir caran derd dibarin”, û ji evîn û mirovahiyê û Kurdistanê re stran gotin, û gelek albom tomar kirin, ji wan jî: Baranê Bibar - Ez Baranim - Di Tariyê de - Mem û Zîn - Jiyan - Lo Lo Bira - Dunyayê - Meger Li Min - Meygero - Heso - Wax - Jiyana Reş û Tarî - Dîlber - Eyşa Îbê - Lê Lê Xerîbê - Axîna Dil, û ji bilî berhemek bi Koma Nohilat re, yek jî bi hunermend Xalid Sofî re, û 2 bi Koma Zîwa re tomar kirine.

Baran Kendeş di jiyana xwe de zewicî bû, û 2 keçikên wî hebûn, ya mezin Cana dixwest riya bavê xwe bişopîne û bibe stranbêj, Cana dibêje, ku ew hîn bi çûk bû, bavê wê digot ku wê Cana mezin bibe û li gel wî stranan bibêje, û serê bilind bike, keça wî ya din Rewanê jî hewil dida, ku xwe fêrî jenîna Gîtarê bike, ew dibêje, dema ew bi çûk bû, bavê wê koça dawiyê kiriye, û pir nayê bîra wê.
Navê hunermed Baran Kendeş yê rastîn Feyade, ew lawê Xeniyê Kendeş û ji malbateke afrîner û mûzîk heze, ew di sal 1969 an de li bajarê Kobanî ji dayik bûye, di çûkaniya xwe de wî li dîlok û lorîkên pîrika xwe baş guhdarî dikir, û ew li ser wan dihate razandin, wisa behreya mûzîkê di dilê wî de hate çandin, û di pişt re wî li filiklor û stranên gelêrî guhdarî dikir, û hêdî hêdî wî bi xwe re distira, ta sala 1985an, ew û hunermend Ehmedê Çep gihiştin hev, û wan dest bi amedekirina tomarekê kir, û di sala 1986an de, wî berhema xwe ya yekemîn tomar û belav kir, ew jî bi navnîşana Baranê Bibar bû, ew bi alîkarî û beşdariya herdu hunermendan Ehmedê Çep û Miço kendeş bû, wisa ew ketibû jiyana xwe ya hunerî.
Baran Kendeş digot, ku di dema destpêka wî ya hunerî de, zanîna noteya mûzîkî ji wî re bibû tiştekî balkêş, wî ji xwe re digot, ku divê zanebûna hunermend ji mûzîkê re zanebûneke zanistî be, da ku rêç li pêş wî vebin, û di pêşeroja xwe de bi serbikeve, ji ber wê baweriyê, di sal 1990î de li bajarê Şamê wî xwe gihandibû mamuste Ehmed Hisên, û li ber destên wî ew fêrî noteyê û mûzîkê bi rengekî zanistî bibû, û bi wî rengî di hunerê de berdewam kiribû.
Birayê Baran Kendeş Munzer Kendeş dibêje, ku hêviya wan ew, ku hevalên wî yên hunermend, ji nû ve berhemên wî vejînin û lêkolînê li ser çê bikin, û bi awayekî nûjen belav bikin, ta ku di bîrweriya xelkê de zindî bimînin.
Baran Kendeş di destpêka xwe ya hunerî de baş li foliklor û strana kurdî guhdarî dikir, bi taybetî li yên bi zarava soranî, di pişt re wî li mûzîka erebî, turkî, farisî, hindî û bi rengakî giştî li ya cîhanî jî guhdarî dikir, û wî dest bi stranê kir û digot: “Ku divê hunermend xwedî taybetmendiyekê be, û ne wekî yên din bibêje, û stranên xwe ji gelek meqaman û tim nûjen bin, di pişt re pîvanê nirxandinê di dest mûzîkzanan de ye, û di pişt re cemawer tê”.
Baran Kendeş digot, ku hêviya wî ewe, ku bi rastî wî rengekî taybet bi xwe afirandibe, lê ew xweş dizane ku dengê wî negihiştiye tevahiya gelê Kurd, û nîrên jiyanê yên dijwar nahêlin ku mirov bide pê hêviyên xwe û pêş ve biçe, û bi kêmanî dengê xwe bighîne gelê xwe, ji ber wan nîran wî tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê kar kiriye.
Hunermend Siyamend Oskullî pêş ku di Adara sala 2014an de koça dawiyê bike, li ser Baran Kendeş gotibû, ku wî di xortaniya xwe de, taybetmendiya mûzîka Kobanî derxiste hole û kedeke gelekî mezin daye, 24 kasêt ji filiklor û ji hestên xwe dane, helbest û stran bi xwe amede dikirin, ew jî di dîroka Kobanî de giringiyeke xwe ye mezin heye.
Beşekî mezin ji stranên hunermend Baran Kendeş, yên wî bi xwe ne, û herweha ji awazên hunermend Ehmedê Çep û birayê xwe Miço Kendeş jî gotine, û ji helbestên Cegerxwîn, Bêbuhar, Salihê Heydo, Deham Ebdulfetah, Jan dost û Evdoyê Heseno jî gotine, û di warê belakirina mûzîkî de, Ehmedê Çep û Kardox Beyro û Zeîm Kendeş pê re alîkarî dikirin.
Helbestvan Stêrê Çelo ku dostekî Baran Kendeşe, di bîranîna wî de dibêje, ku Baran Kendeş yek ji wan nimûneyên ku bi rastî kar û xebat û xizmeteke cihê rêzgirtinê di warê hunerî de li herêma Kobanî pêşkêş kiriye, û berdewam ew wî bi nirx bilindî bibîr tînin.
Hunermendê kurd Baran Kendeş di roja 08-11-2003an û di temenê xwe yê 34 salî de, bi nexweşiyeke ji nişkêve, ji jiyanê koçkir, û koçkirina wî bajarê Kobanî hejand, û xelkê Kobanî ji hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, kal, pîr, zarok û jinan wekî dilsoziyekê bi cenazeyê wî re heta goristana gundê Termik meşiyan, û bi merasîmeke mezin xatir jê xwestin û li wir hate binaxkirin, lê heta roja îro ew di wijdana miletê xwe de zindî ye, û stranên wî bûne kelepûra herêma Kobanî, û dengbêj û hunermendên ji nifşê nû, berdewam stranên wî dibêjin.
Hewlêr: 26-02-2022
Rêzenivîsên Imer Kalo “Ji Rûpelên Kobanî”:
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse