Gelo agirbest derbasbûna keştiyan a di Tengava Hurmizê re asayî dike?

15 demjimêr berê
Mehmûd Baban
Nîşan Tengava Hurmizê Amerîka Îran Bazirganî
A+ A-

Derbasbûna keştiyan a di Tengava Hurmizê re asayî nebûye, hejmara wan keştiyên ku di van du rojên agirbestê de di tengavê re derbas bûne wekî rojên şer bûye ku 4-5 keştî bûn. Ev di demekê de ye ku beriya şer rojane 95-105 keştî di vê tengavê re petrol û kel û pelên cuda vediguhastin.

Li gorî zanyariyên Kpler a ji bo çavdêriya derbasbûna keştiyan a di Tengava Hurmizê re, di dema agirbestê de tenê 4 keştî derbas bûne ku keştiya veguhastina madeyên hişk bûye û ti keştiyên petrolê heta êvara 9ê Nîsana 2026an derbas nebûne. Her wiha, tevahiya wan keştiyên ku di 38 rojên şer de di Tengava Hurmizê re derbas bûne 203 keştî bûn. Di demekê de ku salekê berê û heman 38 rojan tevahiya keştiyên derbasbûyî 3704 keştî bûn.

Girîngiya Tengava Hurmizê ji bo veguhastina kel û pel û enerjiyê du aliyên wê yên cuda hene: Yekemîn hinartina petrol û gazê ye ji vî aliyê tengavê ve ji bo Asya, Ewropa û cîhanê. Duyemîn hawirdekirina kel û pel û made û berhemên cuda ye ji wî aliyê tengavê ve ji bo welatên Kendavê û Rojhilata Navîn.

Tevahiya nirxê bazirganiya wan keştiyên ku di Tengava Hurmizê re çûn û hatinê dikin di saleke asayî ya wekî 2025an de nêzîkî 766 milyar dolar e. Ji vê hejmarê keştiyên petrol û gazê 589 milyar dolaran pêk tînin. Çimkî di vê tengavê re bi giştî di rojeke asayî de 21 milyon bermîlên petrola xav û berhemên petrolê li gel 4,5 milyar metre sêca yên gazê pê re hatiye veguhastin.

Niha çav li ser dan û standinên li Îslamabadê ne ji bo vekirina Tengava Hurmizê lê eger peyman jî bê kirin, asayîbûna derbasbûna keştiyan di vê tengavê re dê demeke dirêj bixwaze heta vegere rojên beriya şer.

Tengava Hurmizê; rêyeke 606 milyar dolarî ji bo pevguhertina bazirganiyê

Li gorî zanyariyên Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Oxford ji bo çavdêriya deryayan, tevahiya wan keştiyên ku meha Kanûna Paşîn di Tengava Hurmizê re derbas bûne 2295 keştî bûn. Di meha Sibatê de ev hejmar zêde bûye û gihîştiye 2658 keştiyan. Lê di meha Adara 2026an de kêm bûye û tenê 158 keştî derbas bûne û di 7 rojên yekem ên Nîsana 2026an de 45 keştî bûn. Wate di 38 rojên şer de 203 keştî bûne ku 80 keştiyên petrolê bûn.

Eger em vê dema şer bidin ber heman dema sala borî, eşkere cudahî derdikeve holê û ziyan an jî nirxê kêmbûna derbasbûna keştiyan di vê tengavê re diyar dibe, bi taybetî jî ziyana rawestandina keştiyên petrol û gazê.

Wekî mînak di rojeke asayî de ku 97 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûn, 56 keştî petrolhilgir û veguhastina gaza xwezayî ya şil (LPG) bûye. Lê di dema rojên şer de bi giştî 5 keştî derbas bûne ku tenê du keştî yên petrol û gazê bûn.

Eger em bi tenê hesab ji bo ziyanên veguhastina petrol û gazê bikin ji bo wan 56 keştiyên ku rojane 21 milyon bermîl petrol û 4,5 milyar metre sêca yên gaza şil veguhastine, digihêje 2,4 milyar dolaran. Ev jî eger bihayê bermîleke petrolê bi 77 dolar û gaza xwezayî ya şil (LPG) bi 10 dolar be.

Di 38 rojên şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de, tevahiya ziyanên derbasnebûna keştiyan di Tengava Hurmizê re zêdetirî 80 milyar dolar e. Ji vê qebareyê ziyana keştiyên petrol û gazê jî 62 milyar dolar bûye.

Tabloya pevguhertina bazirganiyê ya wan keştiyên petrol û gaz û kel û pelên cuda di Tengava Hurmizê de ji bo 38 rojên beriya şer û dema şer:

Cureyê keştiyan

Têkraya hejmara rojên asayî / Keştî

Têkraya hejmara rojên şer / Keştî

Tevahiya nirxê 38 rojên asayî yên keştiyan / Milyon dolar

Tevahiya nirxê 38 rojên şer / Milyon dolar

Ew pereyê ku di 38 rojên şer de ji dest çûye / Milyon dolar

Keştiyên konteyneran

18,7

0,7

$10.493

$370

$10.123

Keştiyên madeyên hişk

14,3

2,0

$4.453

$631

$3.821

Keştiyên kargoya giştî

4,7

0,5

$990

$110

$880

Keştiyên veguhastinê (RoRo)

3,5

0,0

$2.904

$22

$2.882

Keştiyên petrol û gazê (tanker)

56,3

2,1

$65.056

$2.432

$62.624

Tevahiya giştî

97,5

5,3

$83.896

$3.565

$80.330

Çavkanî: IMF PortWatch (portwatch.imf.org) | Strait of Hormuz Ship Arrivals by Type

 Gelo dê rewşa Tengava Hurmizê asayî bibe?

Di rastiyê de, derbasbûna keştiyan û asayîbûna çûn û hatina wan a di Tengava Hurmizê re venagere rojên beriya 28ê Sibatê û heta rojên şerê Îran û Îraqê yê sala 1980yî. Ev jî ji ber du sedeman e:

Yekem: Îran daxwaza 2 milyon dolaran dike ji bo derbasbûna keştiyan a bi awayekî bijarde ya di Tengava Hurmizê re. Di daxwaza xwe ya 10 xalî de ev xal jî daniye lê cîbicîkirina vî mercî ji aliyê yasayên navneteweyî ve ne guncav e. Çimkî li gorî yasayên navneteweyî bikaranîna tengav û deryayan ji bo veguhastina kel û pel û bazirganî û derbasbûna keştiyan divê bêpere be. Her wiha Îranê ji wan du milyonên ku daxwaz dike, milyonek ji bo dewleta Umanê daniye lê Umanê red kir.

Her wiha, Îran hîn di bin cezayên aborî yên Amerîkayê de ye û aboriya cîhanê ji aliyê Amerîkayê ve û bi dolar tê birêvebirin. Eger welatekî hinardekar û hawirdekar jî bixwaze wî bacî bide Îranê ji bo derbasbûna keştiyên wan, ji ber metirsiya cezayên darayî yên Amerîkayê nikarin wî mercê Îranê bi cih bînin û pereyan ji Îranê re bişînin.

Ev yek tevî wê ye ku ev modela nû ya Îranê ji bo derbasbûna keştiyan daniye dê bijardeyî be, wate hinek bêpere û hinek bi pere. Ev dê bandoreke mezin li ser veguhastina deryayî û belavbûna gendeliyê bike.

Duyem: Destpêka şerê Îraq û Îranê yê sala 1980yî, bi heman awayî van rojan metirsî li ser derbasbûna keştiyan a di Tengava Hurmizê re hebû. Heta wan rojên ku sozên aliyên şer ji bo neêrişkirina ser keştiyan û derbasbûna wan a bi selametî dihatin belavkirin, dîsa nedibû sedem ku şirket vegerin ser kar. Çimkî metirsî hebû lê tişta ku hîşt keştî vegerin ji bo derbasbûna di tengavê re, dilniyayiya Amerîkayê û bilindkirina alaya Amerîkayê bû li ser keştiyan. Dilniyayiya ku ti aliyên şer nekarî bi dirêjahiya 8 salan wê binpê bikin.

Di dawiyê de, naveroka agirbesta Amerîka û Îranê 8ê Nîsanê, vekirina Tengava Hurmizê bû ku heta niha pêk nehatiye û tengav bi fermî nehatiye vekirin. Eger li Îslamabadê bigihêjin peymanekê jî hîn rewşa tengavê venagere rojên beriya şer û 28ê Sibatê. Çimkî vê carê Amerîka beşek e ji şer û ti garantorên wisa jî nînin ku dilniyayî bidin şirketên keştivaniyê û şirketên bîmeyê ku rêya avî bi selametî ji bo veguhastina petrol û kel û pel û madeyan bi kar bînin.

 

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst