Şer bi Îranê re ye lê zerer digihêje Îraq û Herêma Kurdistanê

1 demjimêr berê
Mehmûd Baban
Nîşan Herêma Kurdistanê Îraq Îran Şer Hinartina Petrolê
A+ A-

Zêdetirî 70 roj in cîhan bi encamên şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê re rûbirû ye. Hîn ne zelal e ku dê alî bigihêjin peymanekê yan dê xelekeke nû ya şer dest pê bike.

Di vê navberê de tiştê balkêş, asta hilberîn û hinartina petrola Îraq û Herêma Kurdistanê ya li gorî Îranê ye.

Di dema vî şerî de, hinartina Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 86 û hilberîna wan jî ji sedî 68 kêm bûye. Li hemberî vê yekê, hinartina Îranê tenê ji sedî 31 û hilberîna wê ji sedî 48 daketiye.

Ji vê nêrînê ve em dikarin bibêjin ku zererên aborî yên şer ên li ser çavkaniyên dahata Îraqê gelekî mezintir in. Mirov dikare bibêje ku qey şer bi Îraqê re ye, ne bi Îranê re ye.

Li gorî amarên "Kpler"ê, meha borî hilberîna petrola xav a Îranê 2 milyon û 79 hezar bermîl bû. Lê ev hejmar Kanûna Paşîn a 2026an (beriya destpêka şer) rojane 4 milyon û 10 hezar bermîl bû.

Li aliyê din, hilberîna petrola Îraq û Herêma Kurdistanê meha Nîsanê daket 1,35 milyon bermîlan ku kanûna paşîn a heman salê ev hejmar 4,52 milyon bermîl bû.

Beriya şer, navîniya hinartina rojane ya Îranê 2,2 milyon bermîl bû. Lê Nîsana 2026an ev hejmar daket 1,52 milyon bermîlan (bi rêjeya ji sedî 31).

Li hemberî vê yekê, hinartina Îraq û Herêma Kurdistanê bi rêjeyeke neçaverêkirî kêm bû û ji sedî 86 daket. Bi awayekî ku meha Sibatê navîniya hinartina rojane 3,56 milyon bermîl bû lê Nîsana 2026an gihişt asta herî nizm. Ev hejmar niha rojane tenê di navbera 300 û 400 hezar bermîlan de ye.

Ew rawestana ku di dema 40 rojên şer û 30 rojên agirbestê de bi ser pîşesaziya petrola Îraq û Herêma Kurdistanê de hat, li gorî Îranê gelekî girantir li wan ket.

Ev yek di demekê de ye ku şer bi Îranê re ye lê hinartina Îraqê gelekî kêm e û ya Îranê zêdetir e. Her wiha piraniya petrola wan a hinardekirî jî ji bo Çînê ye.

Piraniya petrola Îranê diçe Çînê

Amarên Kplerê nîşan didin ku hinartina Îranê di dehsala borî de qonaxên cuda dîtine. Lê ew qebareya ku Sibata 2026an hat hinartin (2,2 milyon bermîl) ji serdema Koronayê ve nehatibû dîtin.

Her çend di paşerojê de kiryarên Îranê Çîn, Sûriye, Venezuela û Hindistan bûn jî di vî şerî de hema bêje hemû hinartina wê ji bo Çînê bûye.

Wekî mînak, Adara 2026an ji 1,87 milyon bermîlên hinardekirî, 1,8 milyon bermîl çûne Çînê. Tenê 64 hezar bermîl ji bo welatên din hatine hinartin.

Grafîk 1: Li gorî welatan hinartina petrola Îranê - Kanûna Paşîn a 2025an heta Nîsana 2026an

Hilberîna Îranê daket

Di warê hilberînê de jî Îran destpêka îsal gihiştibû heman asta serdema peymana etomî ya bi Amerîkayê re.

Bi awayekî ku Kanûna Paşîn a 2026an, navîniya hilberîna rojane ji 4 milyon bermîlan zêdetir bû. Lê ji ber bandorên şer, ev qebare daket nêzîkî 2 milyon bermîlan.

Li gorî amarên Kplerê, di navbera salên 2015 û 2026an de, kêmtirîn asta hilberîna rojane ya Îranê di qonaxa belavbûna Koronayê û paşê jî di şerên îsal de hatiye tomarkirin.

Asta hilberîna her du cureyên petrola xav û kondensatê, Adara 2026an rojane 3 milyon û 171 hezar bermîl bû. Lê meha borî ev hejmar daket 2 milyon û 79 hezar bermîlan.

Ev yek jî bi zelalî bandora dorpêçên Trump û encamên girtina Tengava Hurmuzê ya li ser sektora wizeyê ya Îranê nîşan dide.

 Hilberîn û hinartina Îraqê ya di dema şer de

Her çend şer di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de be û ne bi Îraqê re be jî binesaziya wizeyê (petrol û gaz) a li başûrê Îraqê û Herêma Kurdistanê zererên mezin dîtin.

Vê yekê kir ku koma hilberînê daket nêzîkî 1,3 milyon bermîlên rojane.

Li Herêma Kurdistanê jî asta hilberînê daket wê qebareya ku ji bo pêdiviyên navxwe tê bikaranîn, ango nêzîkî 50 hezar bermîlan.

Li gorî amarên Kplerê, koma hilberîna petrola Îraq û Herêma Kurdistanê Nîsana 2026an daket 1 milyon û 346 hezar bermîlan. Ji vê hejmarê 28 hezar bermîl kondensat û yên din jî petrola xav bûn.

Ev ast heta ji meha destpêka şer jî nizmtir e ku hingî 1,58 milyon bermîl bû.

Sedema sereke ya vê yekê pirsgirêka veguhastinê ye. Çimkî hejmara wan keştiyên ku Adara 2026an di Tengava Hurmuzê re derbas bûbûn pênc qatî meha Nîsanê bû. Halbûkî meha Nîsanê tenê 3-4 keştî di wê derê re derbas bûn.

Grafîk 3: Hilberîna petrola Îraq û Herêma Kurdistanê - Kanûna Paşîn a 2025an heta Nîsana 2026an

Asta hinartinê daket yek li ser heftan

Di warê hinartina petrolê de, li gorî amarên Kplerê meha Nîsanê koma hinartina Îraq û Herêma Kurdistanê ya ji her du benderên Ceyhan û Besreyê gihiştiye nêzîkî 400 hezar bermîlên rojane.

Lê li gorî "Iraq Oil Report"ê, hinartina rojane ya wê mehê tenê 310 hezar bermîl bû.

Her çend heta niha Şîrketa SOMOyê û Wezareta Petrolê ya Îraqê amarên xwe yên fermî belav nekiribin jî eşkere ye ku qebareya hatiye hinartin gelekî kêm e. Em dikarin bibêjin ku asta hinartinê li gorî beriya şer daketiye yek li ser heftan.

Meha Sibatê koma hinartina Îraq û Herêma Kurdistanê ji 3,56 milyon bermîlên rojane zêdetir bû. Lê niha daketiye binê nîv milyon bermîlî.

Grafîk 4: Hinartina petrola Îraq û Herêma Kurdistanê - Kanûna Paşîn a 2025an heta Nîsana 2026an

Ew welatên ku petrola Besreyê ji wan re tê hinartin, heta radeyekê mîna kiryarên Îranê ne. Lê belê di dema vî şerî de hinartina Îraqê ya ji bo Çînê jî bi rêjeyeke berbiçav kêm bûye. Li aliyê din, Îranê karîbûye hemû hinartina xwe ya ji Çînê re biparêze.

Beriya şer, yek li ser sêyê petrola hinardekirî ya Besreyê diçû Çînê. Ango ji 3 milyon bermîlan, rojane nêzîkî milyonek diçû bazarên Çînê.

Li gorî amarên "Kpler"ê, hinartina petrola Besreyê Nîsana 2026an daketiye 132 hezar bermîlên rojane. Ev jî tê wê wateyê ku hinartina Besreyê li gorî meha Adarê ku destpêka şer bû 30 qatî kêm bûye.

Daxistina bihayê petrolê ya ji neçariyê

Ji ber vê yekê di çend rojên borî de, Îraqê ji kiryaran xwestiye ku kîjan alî karibe petrolê ji benderên Besreyê veguhêze, ew dê petrolê bi 30 dolarî ji bihayê bazarê erzantir bifiroşin wan.

Ev gava bêhêvî ya Îraqê ji ber wê ye ku nikare girtina kêlgehan bidomîne. Çimkî hinartina petrolê ji sedî 90î zêdetirê çavkaniya dahata dewletê pêk tîne. Rawestana vê deriyê jî tê wateya îflasa darayî.

Grafîk 5: Hinartina petrola Besreyê - Kanûna Paşîn a 2015an heta Nîsana 2026an

Hinartina petrola Herêma Kurdistanê

Her wiha piştî peymana destpêkirina ducare ya hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya boriyê ya 27ê Îlona 2025an, navîniya hinartina rojane ya kêlgehên Herêma Kurdistanê di navbera Mijdara 2025an û Sibata 2026an de di navbera 200 û 250 hezar bermîlan de bû. Lê ev qebare Adara 2026an daket 134 hezar bermîlan.

Meha borî di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo hinartina petrola Kerkûkê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ya ber bi Bendera Ceyhanê ve peymaneke nû hat kirin.

Bi vê peymanê re asta hinartinê careke din bilind bû û gihişt 268 hezar bermîlên rojane. Wekî ku di grafîka li xwarê de jî xuya dike.

Ew welatên ku petrola kêlgehên Herêma Kurdistan û Kerkûkê ji wan re tê hinartin, di rêza yekem de Îtalya, paşê Yewnanistan û Xirwatistan in. Bi awayekî ku nêzîkî nîvê wê petrolê diçe Îtalyayê.

Wekî mînak, ji wan 268 hezar bermîlên ku Nîsana 2026an hatin hinartin, nêzîkî 125 hezar bermîl ji bo bazarên Îtalyayê bûn.

Grafîk 6: Hinartina petrola kêlgehên Herêma Kurdistan û Kerkûkê ji Bendera Ceyhanê - Kanûna Paşîn a 2025an heta Nîsana 2026an

Nexweşiya Holandî û zirarên demdirêj

Îran tevî sizayan jî karîbûye zêdekirina hilberîn û hinartina petrolê bidomîne. Ev welat zêdetir pişta xwe bi berhemên navxweyî girêdide. Eger derfet jê re çêbibe, dikare kiryarên xwe yên li bazarên cîhanê curbicur bike.

Li hemberî vê yekê, Îraq û Herêma Kurdistanê ku ji bo dabînkirina budceyê ji sedî 99 pişta xwe bi hinartina petrolê girêdidin, di rewşeke bi temamî cuda de ne.

Îraq zêdetirî 1006 cureyên kel û pelan hawirde dike. Ev jî tê wê wateyê ku welat petrolê difiroşe da ku kel û pel û pêdiviyên xwarinê bikire. Ji ber vê yekê, kêmbûna dahata petrolê rasterast tê wateya kêmbûna şiyana kirînê û kûrbûna "Nexweşiya Holandî" (piştgirêdana bi yek çavkaniya dahatê).

Di encamê de, bandor û zirarên vî şerî dê ji bo Îraqê gelekî girantir, cudatir û demdirêjtir bin eger em bi Îranê re bidin ber hev.

Ev zirar hem di warê binesaziya hilberîna petrolê de hem jî di warê dahata hinartina petrolê de ne. Tenê di nava mehekê de dahata petrola Îraqê ji nêzîkî 7 milyar dolarî daket asta hinekî zêdetirî milyarek dolarî.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst