Rojava piştî biryara Trump

13-01-2019
Newzad Hêtotî
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Amerîka Trump Dr. Newzad Hêtutî
A+ A-

Piştî ku rayedarên Amerîkayê dest ji hêzên opozîsyona Erebên Sunî yên li Sûriyê berdan, sûdwergirtina ji hêzên YPGê fikirîn, weke alternatîveke ji bo dijî DAIŞê.

 

Rayedarên Amerîkayê wisa bawer dikirin ku ji bo jinavbirina DAIŞê li Iraqê, gelek giring e ku eniyekî din ê şer li Sûriyê li dijî wê grûpê were vekirin. Ev jî destpêka çêbûna peywendiyên leşkerî bû di navbera Amerîka û YPGê de. Vê stratejiya Amerîkayê serkeftineke mezin li Rojavayê Kurdistanê û deverên bakurê Sûriyê tomar kir û DAIŞ rastî têkçûneke mezin hat.

 

Lê belê mijara ku bi awayekî berdewam li navendên siyasî û akademî cihê pirsyar û gumanê bûye ew bû ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê ti projeyeke siyasî ya Amerîkayê tinebû û tenê bi rêya leşkerî û ji bo têkbirina DAIŞê, li gel YPG peywendiya xwe saz kiriye. Ev jî berevajî xwestek û daxwazên Kurdan bû ku dixwazin Amerîka bi rêya siyasî û stratejîyeke demdirêj li pirsa Kurd binêre. Rayedarên Amerîkayê di piraniya daxuyaniyên xwe de gelek eşkere amaje bi wê yekê kirine ku peywendiyên wan li gel peywendiyeke demkî û taktîkî ye û mebesta sereke jî têkbirina DAIŞê ye. Lewma ti car, ti rayedarekî Amerîkî bi awayekî eşkere behsa wê yekê nekirine ku piştgiriya hebûna siyasî ya Kurdên Rojava dikin.

 

Tiştê ku ev rewangeha Amerîkayê îsbat kir, biryara jinişkave ya îdareya Trump bû di 19ê Kanûna 2018an de li ser vekişîna bilez a temamê hêzên wan ji Sûriyê, bêyî ku ti hîsabekî ji bo çarenivîsa Kurdan û Rojavayê Kurdistanê bike, yan jî bi rayedarên Kurdan re biaxive.

 

Bi taybetî di egera vekişîna Amerîkayê de Kurd dê rûbirûyî gefeke rasteqîn bibin û îhtimaleke mezin heye ku ji aliyê Tirkiyê, rejîma Esed û hevpeymanên wî û DAIŞê ve êriş bi ser wan de were kirin û hewla dagirkirina Rojavayê Kurdistanê bidin.

 

Biryara jinişkave ya Trump, rûbirûyî pêleke berfireh a gilî û nerazîbûnên li ser asta navxweyî ya Amerîkayê û li ser asta derve bû, bi taybetî ji aliyê hevpeymanên xwe ve. Piraniya gilî û rexneyan li ser wê yekê bûn ku ev biryar li derveyî şêwra bi rayedarên payebilind ên Amerîkayê, weke Wezîrê Berevaniyê, Wezîrê Derve, Şêwirmendê Asayişa Netewî, Kongres û herwiha dostên li herêmê hatiye dayîn.

 

Ji aliyekî din ve jî ev biryar dibe sedema wê yekê ku aliyên neyarên Amerîkayê, bi taybetî Îran, Rûsya û Esed bihêztir bibin û dê bibin yekane hêza biryarder li siyaset û leşkeriya Sûriyê û heta li temamê herêmê jî bandor dike ser guhertina hevsengiya di berjewendiya Îranê de. Tevî ku piraniya çavdêran wisa bawer dikirin ku ev pêngava Trump dê bibe sedema cardin bihêzbûna DAIŞê ku hêj bi temamî li Sûriyê têk neçûye û dikare cardin xwe rêxistin bike. Herwiha beşeke mezin ji berpirs û siyasiyên Amerîkayê û heta medyayên wan jî, ev siyaseta Trump weke xiyaneta li Kurdan bi nav kirin û wisa bawer dikin ku Kurd dost û şirîkê herî nêz ê Amerîkayê ye li herêmê û gelek qurbanî dane di şerê dijî DAIŞê de û nabe em bi vê hêsaniyê pişt li wan bikin.

 

Zextên ku hatin kirin, Trump neçar kir ku derbarê çawaniya vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê nerm nîşan bide û razî bibe ku hêzên Amerîkayê bi hemdê xwe û bi bername vekişe. Bi awayekî ku weke senatorê komariyan Graham amaje pê kiriye ku garantiya sê xalên sereke bike: Yekem; dilniyabûna têkçûna bi temamî ya DAIŞê. Duyem; Îran valahiya piştî vekişîna Amerîkayê tije neke. Sêyem; vekişîn bi awayekî be ku zirar negihîne Kurdan û wan biparêze.

 

Trump di 2ê Çileya 2019an de beşeke axaftina Graham piştrast kir, tevî tekezkirina li ser wê yekê ku hêzên welatê wî ji Sûriyê vedikişin amaje bi wê yekê kir ku dê Kurdan biparêzin.

 

Her çiqas daxuyaniyên Lindsey Graham û Trump ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê geşbîniyek çêkire jî, bi taybetî bêyî piştgiriya Amerîkayê, Rojavayê Kurdistanê ti bijardeyekê li ber wê tine ye û neçar e ji bo rêgiriya dubarebûna senaryoya Efrînê berê xwe bide rejîma Esed û Rûsyayê. Bêguman ev jî wisa dike ku Kurd ji pêgeheke lawaz ve li gel rejîma Esed gotûbêj bike û xuya nake ku Şam jî amade be ku hebûna Kurdan nas bike.

 

Lê belê birastî hêzên Amerîkayê çi bi awayekî bilez yan jî bi hemdê xwe ji Sûriyê vekişin, li ser meseleya parastina Kurdan weke Trump amaje dike, gelek guman û pirsyar derdikevin holê, bi taybetî di demekê de ku ti projeyeke siyasî ya Amerîkayê ji bo Rojavayê Kurdistanê tine ye, çawa û bi çi awayî piştî vekişandina hêzên xwe dikare Kurdan biparêze? Gelo Amerîka amade ye ku herêma dije-firînê li Rojavayê Kurdistanê çêbike? Bi taybetî ku Rûsya bi tundî li dijî her cure projeyeke bi vî rengî ye û amade ye di Encûmena Asayişê de li dijî vê daxwazê veto bikar bîne. Ev ji bilî wê yekê ku herêma dije-firînê gelek pere jê re diçin, kî dê lêçûnên wê li ser xwe bigre? Yan jî hinek çavkanî besa îhtimala çêkirina deverên veqetandî dikin, lê ne diyar e ku bêyî hêzên Amerîkayê ev deverên veqetandî dê çawa werin pêkanîn û kîjan hêz dê wê herêmê biparêze?

 

Birastî ev pirsyar jî heye ku Amerîka nikare heta hetayê Kurdan biparêze, eger wisa ye, çima beriya vekişîna ji Sûriyê, pêgeha leşkerî û siyasî ya xwe bi kar nayne ji bo çarenivîsa pirsa Kurd û heta ji bo qeyrana Sûriyê jî, bi awayekî ku dawî li şerê xwînavî yê li wî welatî bîne?.. Çima vê pirsê ji Rûsya, Îran, Esed û Tirkiyê re dihêle, di demekê de ev dewlet ti defaktoyeke Kurdî qebûl nakin?

 

Lewma Amerîka bi awayekî bilez vekişe yan jî bi hemdê xwe, eger ji aliyê siyasî ve piştgiriya Kurdan neke û ji bo çareseriya pirsa Kurd di çarçoveya herêmeke federalî yan formeke din de kar neke, ji bo Rojavayê Kurdistanê mijar naguhere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst