Kurd, ew qurbaniyê ku celadbûnê red dike

4 demjimêr berê
Bêstûn Nûrî
Nîşan Kurd Mirovdostî Celadî
A+ A-

Di çend rojên borî de, dîmenên bi êş û jan ên êrişa li ser taxên Kurdan ên wekî (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) li Helebê, dilê hemû Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê û li her dervera cîhanê hejand.

Ev hevsozî û hevxemî, nîşaneya zindîbûna hesta neteweyî û xemxuriya ji bo hevniştimanî û hevzimanên me ye ku rûbirûyî metirsiya qirkirin û koçberiyê bûne.

Lê belê li kêleka vê xema neteweyî hinek dengên metirsîdar hatin bihîstin ku daxwaza "tolhildanê" ji Erebên Sûriyeyê yên li Herêma Kurdistanê dikin, dixwazin ji wan kesên ku yan ji ber zilm û zordariya desthilatdarên xwe berê xwe daye vir an jî ji ber rewşa xirab a jiyana xwe hatine li vir kar dikin tol were standin.

Ev cureyê hizirkirinê xizmetê ji doza Kurdan re nake, berevajî vê derbeya herî mezin e li sinc, dîrok û nasnameya mirovdostane ya gelê Kurd. Baş bû ku Serok Barzanî wekî parêzvan û bergirîkarê wan biha û nasnameya Kurdan, li hemberî vê yekê helwesta xwe nîşan da.

Cezayê bikom, yek ji kiryarên herî kirêt û bêdad ên dîroka mirovatiyê ye. Dema ku dewletek, komeke çekdar an aliyekî siyasî li cihekî tawanekê dikin, veguhastina wê tawanê ya ser hemû kesên ku tenê di nijad an ziman de bi wan re hevpar in, binpêkirina temam a prensîbên mirovî û exlaqî ye.

Piraniya wan penaberên Ereb ên ku li Başûrê Kurdistanê ne, ji destê wan heman zilm û şeran reviyane ku vêga pêsîra taxên Kurdan ên li Helebê girtiye. Ew bêdesthilat in û wan wekî stargeheke aram hawara xwe aniye ber civaka Kurdan.

“Divê em nebin celad”

Derxistin an êşandina wan ne tenê nedadperwerî ye, ew ducarekirina heman zilmê ye ku Kurd bi xwe di dirêjahiya dîrokê de ji destê wê naliyane û dinalin. Em qurbaniyek in, divê em qet û ticarî nebin celad!

Dîroka Kurdan bi êşa derbiderbûn û koçberkirina bi darê zorê dagirtî ye. Em gelek in ku me êşa destê Erebkirin, Enfal û jenosîdê tam kiriye. Dema ku em li dijî wan siyasetan bûn ên ku dixwestin nasnameya me tune bikin û me ji ser axa me derxin, gelo çawa dibe em îro heman tevgeran li hemberî xelkekî bêdesthilat ducare bikin?

Mezinahiya gelê Kurd di wê yekê de ye ku di gupîtka êş û xopaniyan de, hembêza xwe ji bo lêqewimiyan vekiriye. Ev xisleta xelkê Kurdistanê bûye cihê rêzgirtina hemû cîhanê ku ji zimanê serok, serkirde, siyasetvan û rêxistinên xêrxwazî û çandî ve amaje pê hatiye kirin.

Dîroka cîhanê bi wan deqên reş ku ji ber kîn û tolhildanê çêbûne mişt û dagirtî ye. Di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de, Amerîkayê bi hezaran welatiyên Amerîkayê yên bi eslê xwe Japon desteser kirin, tenê ji ber ku Japonayê êrişî bendera Pearl Harborê kiribû.

Gelek salan bi şûn de, Amerîkayê bi awayê fermî daxwaza lêborînê kir û ew biryar wekî şermezariyekê da nasîn, ji ber ku ew xelk bê guneh bûn û ti pêwendiya wan bi siyaseta leşkerî ya Japonyayê ve tunebû.

Li hemberî vê yekê, mînaka mezin a wekî Nelson Mandela li pêşiya me ye. Dema Mandela ji girtîgehê derket û rejîma Apartaydê bi dawî hat, daxwaza derxistina çermspiyan nekir, tevî ku wan salên dûr û dirêj zilm li wan kiribû.

Mandela got: "Azadbûn ne tenê şikandina qeyd û zincîran e, divê mirov bi şêwazekî bijî ku rêzê li azadiya yên din jî bigire." Wî dizanî ku tolhildan welat wêran dike lê lêborîn niştimanê ava dike.

Di vê yekê de serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê heman tevger kir. Di Serhildana sala 1991ê de ji bo serokcaş û misteşarên (şêwirmendên) Beasê efûya giştî derxist û leşkerên artêşa Îraqê bi silametî şandin nav bajar û xizmên wan.

Serok Barzanî gelek caran wekî tevgereke mirovdostane û lêborînker a Kurdan bi şanazî behsa vê yekê kiriye û bi vê daxuyaniya dawî jî teqezî li vê hizirkirin û reftara merdane ya Kurdan kir.

Rêberê mafên sivîl Martin Luther King dibêje, "Tarî nikare tariyê derxe, tenê ronahî dikare vê yekê bike. Kîn nikare kînê derxe, tenê hezkirin dikare vê yekê bike."

“Di dilovanî û bexşînê de mîna rojê be”

Divê ev gotin bibe serê rima rêbaza me. Eger komên tundrev ên li Sûriyeyê yan desthilatdarên Sûriyeyê bi kîn û nefret tevbigerin, bersiva me bi heman kînê li hemberî welatiyên wê dewletê, dê tenê xeleka şidet û tundiyê mezintir bike.

Mewlana Celaledînê Rûmî dibêje: "Di dilovanî û bexşînê de mîna rojê be." Dema roj hiltê û dibiriqe, napirse ev dar çi cure dar e û bi awayekî wekhev tîrêjên xwe pê dibexşe.

Mirovatiya Kurdan jî divê bi vî awayî be. Nasnameya me bi parastina lêqewimiyan bedew e, ne bi şandina wan a nav lep û devê mirinê.

Divê em wekî civaka Kurdistanê, cudahiyê bixin navbera (tawanbar) û (welatiyê sivîl). Eger kesek li nav Herêma Kurdistanê yasayê bin pê bike, yan li ser asayîşê bibe gef, divê yasa cezayê bide wî, bêyî ku li regez, nijad û nasnameya wî binêre.

Lê belê derxistina malbatekê, zarokekî yan karkerekî bêdesthilat tenê ji ber ku Ereb e, karekî nemirovî ye û xizmeta wan ajandayan dike yên ku dixwazin Kurdan wekî neteweyeke tundrev nîşanî cîhanê bidin.

“Mezinahiya gelê Kurd di wê yekê de ye”

Mezinahiya gelê Kurd di wê yekê de ye ku di nava dilê agir de, her dem bûye sîbera hênik bo wan kesên ku hawara anîne ber. Bila em rê nedin soz û hêrsa demkî û dengê tundrevan, wê dîroka me ya tijî serbilindî û rûmet li me xera bikin.

Bila em hevxemiya xwe ya bo Eşrefiye û Şêx Meqsûdê bikin dehfderek bo zextxistina ser civaka navneteweyî û piştevaniya xwişk û birayên xwe, ne ku bikin çekek bo êşandina wan bêcihên ku li bajarên me dijîn.

Rûmeta Kurdan di parastina mêvan û penaberan de ye, ne di derxistina wan de.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Hêmin Ebdullah / Wêne: Rûdaw Grafîk

Rihê Kurdistanê ketiye destê Tom Barrack?

Tenê hêviya ku heye ew e ku Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê bibin pirek di navbera Tirkiyeye Amerîka û aktorên din li gel Rojavayê Kurdistanê