Bila serokkomarê bê yê Îraqê Ereb be!

6 demjimêr berê
Bêstûn Nûrî
Nîşan Serokkomariya Îraqê Kurd Ereb
A+ A-

Dibe ku xwendevan bi dîtina vî sernavî biveciniqe û bipirse: Çawa dibe em daxwaza vegerandina postekê ji bo Ereban bikin ku piştî hilweşîna Beasê wekî "para Kurdan" û hêmayeke hevbeşiya neteweya duyem li Îraqê cih girtiye?

Nexasim ku dîroka me ya bi serokkomarên Ereb re tenê bi wêneyên serkutkirin, Enfal, qirkirin û komkujiyan di bîreweriya me de hatiye neqişandin. Lê ji kerema xwe re, hinekî bisekinin û bi hûrgilî li vê ketwara tal binêrin da ku hûn bizanin çima ez wisa dibêjim.

Li Îraqa piştî sala 2003yan, serokkomar li gorî madeya 67an a destûra bingehîn, "parêzvanê destûrê ye" û "ji bo pêbendbûna bi destûrê hewl dide". Piraniya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, tam li ser pêbendnebûna bi destûrê çêdibin. Aliyê bihêz û desthilatdar li Bexdayê, ne tenê destûr bi cih nekiriye, her wiha gelek caran bi awayekî eşkere li dijî bendên wê rawestiyaye. Dibe ku hûn bibêjin Bexda jî heman tawanbariyê arasteyî Hewlêrê dike lê bê guman berpirsyarê yekem aliyê bihêz e; çimkî kilîtên bicihanînê di destê desthilata Îraqê de ne û gava bi cih nake, aliyê din neçarî bertekên parastinê dike.

Li vir, di cihê xwe de ye ku em bipirsin: Çar serokkomarên Kurd li Bexdayê, çi bandoreke wan li ser parastina mafên destûrî yên Kurdan hebûye? Serok Barzanî di berga şeşan a pirtûka Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurd de û rehmetiyê Newşîrwan Mistefa di pirtûka Bîranînên Min Piştî Sala 1991ê de, gelekî bi berfirehî qala wan rojan kirine ku li Bexdayê di civînên taybet ên nivîsandina destûrê de çi qewimiye. Wê demê hûn ê tê bigihêjin ku qet ne bi dilê Şîeyên desthilatdar bû ku beşek ji mafên taybet bi Herêma Kurdistanê di destûrê de cih bigirin. Lê rewşa wê demê, ku nû hatibûn ser desthilatê û li hember serhildan û berxwedana Suneyan mabûn, hevgirtin û yekhelwestiya hêzên Kurdistanî ew neçar kiribûn ku bi hinek ji wan mafan razî bibin. Loma, gava pêgeha xwe qaîm kirin, çavên xwe li wan made û bendan girtin ku Herêma Kurdistanê wekî mafê xwe dibîne.

Madeya 140î û xemsariya serokkomaran

Girîngtirîn madeya destûra bingehîn a Îraqê ku Herêma Kurdistanê wekî mafê xwe dibîne û daxwaza bicihanîna wê dike, Madeya 140î ye. Ev madeya ku ji bo Kurdan pirseke çarenûssaz e. Biryar bû di heyama 2 salan de ew navçe bên asayîkirin, serjimêrî û rapirsî bên kirin ka gelo welatiyên wan navçeyan dixwazin ser Herêma Kurdistanê yan ser hikûmeta Îraqê bin. Me çar serokkomarên Kurd bi rê kirin lê ne tenê made nehat bicihanîn, her wiha kar gihîşt wê astê ku siyasetmedarên Îraqê bi rengekî eşkere bibêjin: "Ev made miriye!" Navê serokkomarekî Kurd bidin min ku projeyasayek an zexteke siyasî ya rastîn ji bo bicihanîna vê madeyê kiribe. Tewra Nûrî Malikî jî ku bi xwe serokwezîr bû, rasterast û nerasterast amaje bi wê kir ku serokkomarê Kurd ti gav ji bo bicihanîna madeya 140î neavêtine. Ev made ne tenê nehat bicihanîn, her wiha pêvajoyên "Erebkirinê" li Kerkûk û herêmên din, di serdema desthilatdariya serokkomarên Kurd de, xasma piştî 16ê Çiriya Pêşîna 2017an, hêleke metirsîdartir ji beriya sala 2003yan wergirt.

Yek ji wan mijarên din ku şayisteyên destûrî pê nehatine dayîn û bûye pirsgirêkeke taloqkirî û berdewam di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pirsa Hêza Pêşmergeyan e. Hêza Pêşmergeyan bi biryara Bexdayê ava nebûye, berhema xwîn û qurbaniya gelê me ye li dijî stemkarî û zordariya Bexdayê li hemberî Kurdan bi dirêjahiya dîroka bi dehan salan. Hêza Pêşmergeyan di destûrê de wekî beşek ji pergala parastinê ya Îraqê hatiye naskirin lê di ketwarê de hikûmetên Îraqê ne budce, ne meaş û ne jî çek û rext dane wan. Di şerê li dijî rêxistina terorîst a herî hov DAIŞê de, Pêşmerge bêyî ku yek şarjor fîşek ji Bexdayê wergire, parastin kir; ne tenê wiha, tewra Bexdayê rê li ber wê yekê jî girt ku Hevpeyman çekên giran bidin Hêza Pêşmergeyan, gava pêwîstiya wê bi razîbûna wan hebû. Serokkomarên Kurd ku piraniya wan heyamekê bi xwe Pêşmerge bûn, ti gavên kirdarî ji bo vê hêzê neavêtin. Dibe ku car caran li vir û wir di vî warî de axivîbin lê bê guman "kirdar şert e".

Pirseke din a diyar û mezin a di navbera her du paytextan de (Hewlêr û Bexda) pirsa gaz û petrolê ye. Bi dirêjahiya desthilatdariya li Îraqê, agirê şerên Îraqê yên li dijî Kurdan û welatên cîran bi petrola Îraqê gur bûye. Hemû gelê Îraqê li bendê bû ku piştî hilweşîna Beasê, êdî ew samanê xwezayî dê civaka Îraqê zindî bike û avedanî û xweşguzarî şûna birçîbûn û wêraniyê bigire. Destûra Îraqê bi gelemperî qalkirina birêvebirina samanên xwezayî kiriye û xisleteke sereke ya destûrê jî ew e ku ew bend û made, ji bo rêkxistin û ronîkirin û zelalkirina wan, pêwîstiya wan bi derketina yasayên taybetmend heye. Di sala 2007an de projeyasayeke petrol û gazê ku ji 43 bendan pêk dihat, hat amadekirin; lê li parlamentoyê nehat pesendkirin û li ser refikan hat danîn û tozê lê danî. Dû re di sala 2011an de projeyasayeke din a vî warî ku ji 49 bendan pêk dihat li Parlamentoya Îraqê hat amadekirin; lê tewra nehat dan û standin jî. Ev valahiya yasayî bûye çekek ji bo birçîkirina şêniyên Kurdistanê. Di wan hemû salan de, serokkomaran tewra wekî pêşniyar jî awirek li vê mijarê neda û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser vê dosyeyê zêde bûn û hîn jî berdewam in.

Pirsgirêkeke din a di navbera her du paytextan de, pirsa budce û meaşan e. Ev pirsgirêk berhema vê desthilatdariya Îraqê ya piştî sala 2003yan e û bandoreke mezin li ser jiyana xelkê, bazar û aboriya Kurdistanê kiriye. Sala 2014an, berî ku Herêma Kurdistanê petrolê hinarde bike, tenê bi hinceta destpêkirina proseyê derxistinê, budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hat birîn. Paşê DAIŞ hat û Herêma Kurdistanê bû penageh û stargeha sedan hezar derbider û koçberan lê dîsa jî Bexda ne amade bû mûyekê jî ji helwesta xwe ya dijminane paş de vegere. Meaş bû rehîneyeke siyasî û heta vêga jî nehatiye azadkirin. Dibe ku qet rojekê bi xeyala kesekî de nehatibe ku hikûmeta welatekî, ji ber helwesta siyasî meaşê karmendên xwe bibire. Li vir divê em bipirsin: Serokkomaran di nav wan hemû krîzên darayî de çi kir?

Vegerandina postê ji bo Ereban

Karên ku di demboriyê de bi biryar û awayekî fermî li dijî aboriya Kurdistanê hatine kirin, bi awayekî nefermî û di bin navên cuda cuda de jî kar hatiye kirin da ku Herêma Kurdistanê di bipêşketinê de rawestînin û vegerînin paş. Çend sal in binesaziya aboriya Herêma Kurdistanê ji nav axa Îraqê bi dronan tê bombebarankirin. Hikûmeta Îraqê yan nikare rê li ber wan koman bigire yan jî ew kar bi dilê wê ye û ne bi destê wê ye. Li aliyê din, serokkomar ku li gorî destûrê hêmaya serweriya welêt e, ji daxuyaniyeke şermîn zêdetir çi ji destê wî hatiye?

Bi li berçavgirtina van hemû pirsgirêkên neçareserkirî û wê hevrikiya bêwate û bêzarker ku PDK û YNKyê li ser vê postê dikin, bi ya min dem hatiye ku Kurd dev ji vê navnîşana teşrîfatî berdin û wê vegerînin ji bo Ereban. Çêtir e ku Kurd di dema pêkanîna hikûmetê de, li şûna şerê postê, "peymana nivîskî û garantîkirî" ji bo mafên xwe yên destûrî werbigirin. Ji bo hevsengiyê jî, bi dîtina min, bila Kurd posta serokê parlamentoyê werbigirin (her çend ez bi wê jî ne geşbîn im) lê bi kêmanî bila em êdî bi nav nebin "parêzvanên destûrekê" ku tenê ji bo lêdana Kurdistanê tê bikaranîn.

 

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst