Trump dê bi siyasetên xwe yên beloq cîhanê şok bike

15-02-2025
Azad Ehmed Elî
A+ A-

Trump bi zelalî qala planên xwe dike û hewl dide ku sozên xwe yên hilbijartinê bi cih bîne. Berevajî şepêla çepgir û lîberal a di nav Partiya Demokrat de ku di bin serokatiya Obama-Biden di salên borî de car li pey carê tekez dikirin ku siyaseta wan a derve armanc dike ku "demokrasiyê li cîhanê belav bike" ku dê wê li hundirê Amerîkayê xurt bike.

Lê encama pratîk a vê siyasetê ew bû ku sala 2021ê Efxanistan radestî Talîbanê kir û dawiya sala 2024an jî Sûriye radestî Heyeta Tehrîr el-Şamê kir ku her du jî şaxên jêneger ên rêxistina Qaîdeyê ne.

Bi egereke mezin, wekî karvedanekê li hemberî plan û siyaseta Demokratan a nezelal û xapînok, siyaseta birêvebiriya Trump ku di kesayeta wî de tê kurtkirin, zelal û vekirî be. Lê dîsa jî dibe ku bi tundiya xwe cîhanê şok bike.

Ev yek ji daxuyaniya yekem a Wezîrê Karên Derve Marco Rubio tê fêmkirin ku berê endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senato û cîgirê serokê Komîteya Îstixbaratê bû. Rubio sala 1971ê li Florîdayê ji dê û bavekî Kûbayî yên hejar ji dayik bû.

Daxuyaniya yekem a wezîrê nû aliyê bingehîn û rastîn ê siyaseta Trump diyar kir ku bandora aborî li ser hemû dezgehên birêvebiriya Amerîkayê serdest dibe. Bandora meyla aborî li ser axaftina Wezîrê Karên Derve jî zêde ye ku diviyabû bi zimanê dîplomatîk biaxive, ne bi zimanê aborî û qezencxwaz ku navnîşana wê "dolar" e.

Piştî ku dest bi kar kir, tavilê daxuyand: "Karkirina mîna Wezîrê Karên Derve yê 72yemîn ê Amerîkayê, rûmeta herî mezin e di jiyana min a pîşeyî de. Serok Trump rênimayiyeke zelal da min ji bo ku ez berjewendiyên me yên niştimanî yên bingehîn bikim armanca siyaseta derve ya Amerîkayê. Divê ji bo her dolarekî ku em xerc dikin, her bernameyeke ku em piştevaniya diravî lê dikin û her siyaseteke ku em dişopînin, em bersiva van her sê pirsên xwerû bidin:

Ma Amerîkayê ewletir dike?

Ma Amerîkayê xurttir dike?

Ma Amerîkayê dewlementir dike?"

Ev daxuyanî-plana ku 22yê Çileya Paşîn a 2025an hat belavkirin, li ser malpera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hat weşandin.

Piştî ku Rubio ev her sê pirsên xwe yên di daxuyaniyê de wekî stûnên bingehîn ên dîplomasiya Amerîkayê ya qonaxa bê danîn, ji bo lêkoler diyar dibe ku siyaseta birêvebiriya nû xwedî felsefe û rêbazeke zelal, tewra di meyla xwe ya aborî de beloq e. Ev siyaset berî her tiştî ber bi aliyê aborî û qezencxwaz ve diçe, heta wê asta ku birêvebiriya nû Ajansa Pêşketina Derve ya Amerîkayê (USAID) girt.

Xuya ye ku xwediyê vê ramanê hevpişkê Trump di hikûmetê de Elon Musk e ku berê daxwaza girtina USAIDê kiribû, bi hinceta ku nikare were çaksazîkirin û rêxistineke "terorîst" e ji ber têkiliyên wê bi îstixbaratê re û redkirina wê ya eşkerekirina hin belgeyên xwe yên veşartî ji tîma lêpirsînê ya ku wî şandibû re.

Musk tekez kir ku Serokê Amerîkayê razî bûye vê ajansa ku budceya wê ya salane 40 milyar dolar e, bigire. Trump jî ji hêla xwe ve, rêveberiya ajansê wek "komek dînên tundrew" bi nav kir.

Di encamê de bi hezaran karmendên vê dezgehê yên Amerîkî û yên din ên ji seranserê cîhanê ji kar hatin avêtin. Paşê jî, dê ev alîkariyên mezin ên Amerîkayê bên rawestandin û dê li gorî dîtina birêvebiriya nû ya bi serokatiya Trump-Musk, alîkariyên navneteweyî ji nû ve bên rêkxistin da ku berjewendiyên Amerîkayê yên li derve bên parastin.

Her wiha şerê bacên gumrikê dest pê kir ku dê bandorên wê yên xerab li ser têkiliyên navneteweyî ji aliyê aborî û siyasî ve hebin. Wek mînak, li gorî texmîneke destpêkê, bandora baca gumrikê ya Amerîkayê li ser beşa pîşesaziya otomobîlan a cîhanê li gorî pisporan dê ziyanê wê bigihîje 30 milyar dolarî.

Her wiha tê dîtin ku Wezîrê Karên Derve Rubio ruhê çalakiyên xwe yên derve ji ti felsefe, îdeolojî yan jî ramana siyasî ya Amerîkayê ya beriya serokatiya Trump wernagire. Trump wek serokê her dewleteke cîhana sêyem rênimayiyan dide Rubio.

Ti nîşanên têkiliyeke hevpar an têkildar di navbera Wezîrê Karên Derve û Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreyê û Serok Trump de di destpêka birêvebiriya nû de nayên dîtin. Lê wezîr rênimayiyan werdigire da ku sozên hilbijartinê yên Trump di warên koçberî, enerjî û avhewayê de bi cih bîne.

Bi taybetî jî lez da parastina helwesta nelirê ji krîza avhewaya cîhanê û got: "Divê em ji xalên xwe yên xurt sûdê wergirin û ji siyasetên avhewayê yên ku Amerîkayê qels dikin rizgar bibin." Wî bi vî awayî hemû siyasetên Trump ên ji rojên ewil ên desthilatdariya wî ve rewa kirin.

Rubio got: "Ajendaya pêşeng a Serok Trump ji bo welatê me û têkiliyên me yên derve dê dîsa balê bikişîne ser berjewendiyên niştimanî yên Amerîkayê di Wezareta Karên Derve de. Di nav pêşbaziya zêde ya di navbera hêzên mezin ên îro de, ez ê dîplomatên me yên jêhatî bikim xwedî hêz da ku erkê me yê ewletirkirin, xurttirkirin û dewlementirkirina Amerîkayê pêk bînin."

Ji plana ku Rubio ji bo siyaseta derve ya Amerîkayê ya qonaxa bê pêşkêş kir diyar dibe ku ew wergerandina baweriyên Trump ên berê û pabendiya wî bi sozên wî yên hilbijartinê ye. Her wiha siyasetên aborî yên tund ên ku hevpeymaniya wî ya nû ya bi sermayeya teknîk-dîjîtal re dixwaze jî lê zêde bûne, nexasim jî bi milyarderê yekem ê cîhanê Elon Musk re.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst