Siya jurnalîzma zerd a li ser Kurdistanê!

19-08-2018
Nasir Babaxanî
Nîşan Rojname Kurdistan Zer Amerîka
A+ A-

Li vê dîroka seyrûsemere binerin; sala 1898ê ku Kurdistan li hêviya ji dayikbûna yekemîn rojnameya kurdî ya dîroka xwe bû, li welatekî wek Amerîkayê, ji ber şer û rikeberiya medyayî ya di navbera Josef Polîtzer ê xwediyê rojnameya New York World û Wîlliam Randolph Hearst ê xwediyê rojnameya New York Journal, têgeha “jurnalîzma zer” bi temamî qada rojnamegerî ya wî welatî dagir kiribû. Van herdu medyakarên mezin di vê serdemê ji bo serkeftin û qazanca xwe di rikeberiyê de bi ti awayî prensîbên pîşeyî li ber çav negirtin.

 

Ev di demekê de bû ku di wan salan de yekemîn rojnameya kurdî bi navê “Kurdistan” wek yekemîn belavoka kurdî ji dayik bû! Bêyî şik û guman diyarkirina navê Kurdistanê rengdana corekî xewn û xeyala gelê Kurdî bû û pêdagrî li ser hebûn û nasnameya Kurd û Kurdistanê bû herwiha ji nû ve pênasekirina beteweya Kurd bû.

 

Ji wê serdemê heta niha rojnamegerîya Kurdî evraz û nişûvbûneke zêde dît û gav bi gav, bi geşe û neşeya teknolojiyê jî guhertin bi ser de hat. Lê di mijara “giringî pêdanê” de îro li kuderê sekiniye? Bi baweriya min mirov nikare ji bo vê pileyekî baş diyar bike, bi taybetî jî di serdema masmedya û sosyal medya de û em dikarin bêjin ku medyaya kurdî jî zer hilgirtiye!

 

Wek tê zanîn armanca sereke ya “jurnalîzma zer” qazanc e! Qazanc jî bêguman xwe li xwendekar an jî şopîneran de dibîne. Wate li vir şopîner rasterast dibe navgînek û li ser bingeha hevsengiya aborî reftar li gel tê kirin. Jurnalîzma zer di vê atmosferê de popîlîzmê saz dike ji bo qazanca herî zêde bidest bixe. Lewma tenê “niha” de dijî û li raboriya xwe nanêre û ne jî berê xwe dide siberojê. Zer bi temamî bi hêza xwe ve dixwazwe bala şopîneran ji bo demeke diyarkirî bixe ser babetekî diyarkirî û li dora xwe kom bike heta digihe demekî din. Xelek di zincîreke wiha de stratejiya sereke ya zer e.

 

Wate ji bo bidestxistina qazancê hemû rê û rêbaz rewa ye, ku di vê navberê de exlaq (rastgotin û zelalî) têk diçe û bêexlaqî (direw, bêbextî, tewşkirina rastiyan, çêkirina nerastiyan, senaryosazî, hilweşandina takekes û giştî ya civakê) dest pê dike.

 

Xalek di vir de pir giring e, ku ew jî ev e; wêneyek ku li gel nûçeyê belav dibe, eger di pîvanan de giringiya wê 1 an jî 2 be, jurnalîzmî zer bi rengorengkirina nûçeyê, zêde û kêmkirinê, bala xwendekar û şopîneran radikişe ku di fezaya medyayî de giringiya wê heta 9 û 10an bilind dike. Ev di demekê de ye ku di cîhana rast de ti giringiya wê nûçeyê nîne û tenê bikaranîn rastiyeke ji bo armanca jurnalîzma zer.

 

Weke mînak nûçeyekî belav dike û dibêje; “Firokeyeke barhilgir ê rûsî li çiyayên Moskowê ket xwarê û hemû sernişînên wî canê xwe ji dest dan.”

 

Jurnalîzma zer nûçeyeke wiha ya asayî çawa dadirêje anku belav dike? Tişta dike zêdetir sazkirina şik û gumanan e li gorî planên xwe. Wisa dinivîse ku xwendekar nekarin pêdaçûna rastiyê bikin an bizanin ev rast e yan ne. Ji bo wêneyê dibêje, qaşı rêwiyeke di wê firokeyê de sax maye û ji tirsa Pûtîn xwe veşartiye. Herwiha qaşo dibêje, Pûtîn fermana xistina wê firokeyê daye û hemû neyarên Pûtîn di wê firokeyê de bûne! Herwiha dibêje, di dema ketina firokeyê de dûmaneke reş derketiye paşî dûmaneke şîn û sor jê rabûye, kes nizane ka ew dûman ji ber çi bûye!!! Ev pevxistin an jî senaryo rasterast karê rojnamevanê zer e.

 

Diyare li ser qada siyasî ya Kurdistanê, nebûna medyaya serbixwe û rexnegiran, ev zerî zêdetir derdikeve pêş. Dûr neçin, di dema referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê de sedî sed jurnalîzma zer roleke nerênî lîst! Nûçeyên derew, şirove û nirxandin heta asta gemje dîtina xelkê li ser pirsa referadnûmê encamên metirsîdar derxiste holê. Bi nêrîna min eger ev kirdar zer nebane dê rewşa Başûrê Kurdistanê ber bi aliyeke cuda ve biçûya. Eger were bîra we, beriya referandûmê medyaya zer çawa ketibû pey tewş û çewtkiririna rastiyan û belavkirina nûçeyên nerast. Dibe ev mijar bi serê xwe û rola jurnalîzma zer bibe hêwina lêkolîneke têrûtesel!

 

Bêguman îro ji bilî medyaya çapkirî, medyaya modern a wek radyo û televîzyon, medyaya sanal û sosyal medya jî zer bûye. Weke mînak zindiyên li ser facebookê bûye diyardeyeke bêzarker û gelek caran serêşî çêdike, bûye berhemhênerê sîmayên zer, seyrûsemere û kesayetên amal pizdan!

 

Zer ne çavkaniyeke diyarkirî û bawerpêkirî ye. Tişta dibêje dûrê rastiyan e û em dikarin bêjin dereweke bi jîrî ye, ku şopînerên asay^nikarin pêdaçûna rastiyê bikin. Ji ber ku çavkaniyên sor bi cor di dest de nînin. Ji lewra serê xwe li hember vê yekê dihejîne. Mixabin, madem asta ferhengî ya xwendekar û şopîneran ne bilind e, wek “teoriya domîne” radeya xwendekaran jî her diçe pêve diçe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst