Tu dixwazî hikûmet ji bo te çi bike?

19-08-2025
Hîwa Cemal
Nîşan Hewraman Badînan Proje Hikûmet Xweza
A+ A-

Di van demên dawî de, ez çûm du herêmên geştyariyê yên cuda yên Kurdistanê. Ez pêncşema borî li Biyareya Hewramanê bûm û beriya du hefteyan jî li Geliyê Şêrane yê Dêrelûkê yê li devera Badînanê bûm.

Tiştê dilxweşker ew bû ku xwediyên kar ên her du herêman dabaşa zêdebûna hejmara geştyaran dikir, xasma di demsala havînê de ku dikarin dahateke baş bi dest bixin.

Lê li gel vê yekê jî gelek xalên lawaz û pirsgirêkên bingehîn bala min kişand ku pêwîstiya wan bi çareseriyeke lezgîn heye.

Binesaziya lawaz: Rê û pirên leşkerî ji bo geştyariyê!

Pirsgirêka yekemîn û ya herî sereke, xirabiya rê û piran e ku stûna pişta sektora geştyaryê ye. Beşeke mezin a rêya her du herêman yekalî ye, kevn e û ji bo hat û çûyîna geştyaran ne guncav e, ji rêyeke geştyarî bêhtir dişibe rêyeke leşkerî.

Ji bilî ku tablo û rênîşanên pêwîst nînin, jîngeh û derdora rêyan jî heta ku tu digihîjî cihên geştyarî, ne paqij in û dîmenekî nexweş dane derdorê.

Pirsgirêkên yasayî û îdarî: Kelem li pêşiya veberhênanê

Yek ji pirsgirêkên din ên mezin, girêdayî erd û zevî û aliyên wê yên yasayî ye. Gelek ji wan cihên ku lap ji bo projeyên geştyarî guncav in, wekî erdên çandiniyê hatine tomarkirin, di demekê de ku tu berhemê çandiniyê lê nayê çandin.

Tewra hinek cihên ku çavkaniyên avê û xwezayeke wan a bedew heye û tenê ji bo geştyariyê guncav in, dîsa jî wekî erdên çandiniyê tên hesibandin. Ev ji bilî wê yekê ye ku pirsgirêka tapoyan li gundan bûye astengiyeke mezin li pêşiya her pêngava veberhênanê.

Berxwedêriya xelkê û xemsariya hikûmetê

Tiştê balkêş ew bû ku piraniya projeyên geştyariyê hewldanên takekesî û malbatî ne. Xwediyên wan bi kêmtirîn hêsankariyan projeyên xwe pêk tînin û carinan jî rê li ber wan tê girtin.

Min li Badînanê ji yekî ji wan pirsî: "Tu dixwazî hikûmet ji bo te çi bike da ku tu berhemên xwecihî pêşkêş bikî?"

Wî di bersivê de got: "Ez naxwazim tiştekî ji bo min bike, tenê bila dev ji min berde ez karê xwe bikim."

Ev nîşan dide ku ji ber nebûna piştgiriya hikûmetê, asta xizmetguzarî û pêşketina sektora geştyariyê ne di asteke baş de ye.

Têkdana serpêhatiya geştyar: Ji naylonê heya penîr

Dema ku geştyarek berê xwe dide herêmeke xwezayî, li benda serpêhatiyeke siruştî û resen e lê mixabin, di nav dîmenên bedew ên Hewraman û Badînanê de xizmetguzarî tijî alavên nexwezayî û nesaxlem in.

Mînak, li bin dareke gwîzê ya Hewramanê, sifreya naylon û firaxên plastîk ji bo te tên danîn. Yan jî li Geliyê Sûlavê, taştê bi penîr û mastê Tirkî tê pêşkêşkirin. Ev yek geştyar ji serpêhatiya resen dûr dixe û berhemên xwecihî piştguh dixe.

Pêşniyar ji bo çareseriyê

Hikûmet dikare roleke girîng di çareserkirina van pirsgirêkan de bilîze. Dibe ku bi avakirina çend kargehên biçûk ên taybet bi berhemên xwecihî (wekî firaxên ji axê, sifreyên hesîr, berhemên şîremeniyê) li herêmên geştyarî, hem derfetên kar biafirîne û hem jî serpêhatiyeke resen pêşkêşî geştyaran bike.

Her wiha dikare bibe pireke pêwendiyê di navbera sektora taybet û xwediyên erdan de ji bo pêkanîna projeyên geştyariyê yên mezin û stratejîk. Wekî ku xelkê herêmê digot, piraniya avadaniyê li ser erkê wan bûye û piştgiriya hikûmetê yan nîne yan jî pir kêm e.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Besam Mistefa / Wêne: Rûdaw Grafîk

Lermontov û cîhana Kurdan

Di esmanê geş ê wêjeya cîhanê de, yek ji van stêrên ku şewqa wê bi qasî jiyana wê kurt, bi qasî berhemên wê kûr e, Mîxaîl Yuryevîç Lermontov e