Aqilê ne bi demê re û yê ne li pêş demê aqilekî miriye

22-05-2025
Newaf Mîro
Nîşan Kurd Aqil Dem Kurdistan Hêz
A+ A-

Tiştekî li vê dinyayê bi serê xwe tune ye. Şerê bi serê xwe û bê berjewendiyên aborî tune ye. Kesek ji kêfa re şer nake. Şert û pêşbîniyên siyasî û aborî dihêlin şer germ û sar jî bibe.

Mirov hoste û qesasên qedera xwe ne. Serdema bindestiya bindestan jî têgihiştina wan a ji demê û dûrbûna ji rastiyê ye.

Bindestî ne qeder e. Ya herî xirab meriv û miletek bindestiyê weke qeder bibîne.

Tiştekî neguhere nîne, her tişt bi demê re diguhere. Divê hiş û bîrewerî di pêş demê de be. Hişê li pişt demê hiş û zanîneke miri ye. Lewma li cem me çanda mirinê û miriyan serwer e.

Pêşiyan gotiye, “Heta me xwe nas kir, me emirê xwe xilas kir.” Naskirina dereng, aqilê dereng bê havil e. Aqilê li ber mirinê tiştekî nema diguhere.

Dema xelkê ji olan dewlet çêkirin, ên me leşker û paşayên oldewletên xelkê din bûn û şerê yên xwe û hev dikirin. Gava dewletên netewî çê bûn, ên me dereng man. Li ser kavilên berê li gencîneyan digeriyan. Di dema şerê sar de doza çînî yan sosyalîzmê û komunîzmê kirin, tevî ku ku em hîn nebûbûn xwedî pergaleke xwe û em ji hemû mafên xwe yên rewa bê par bûn. Lewma ji hezarên salan de welatê me kaniyên êşê û xwînê ne.

Niha dinya ketiye serdemeke din. Meseleyên dinyayê ketine asteke din. Şerê aborî dibe. Şerê germ jî pê re. Tevî ku li ser rûyê erdê ji heşta yek ê Rûsya ye. Dewleta herî mezin ya li ser zemînê ye. Hejmara şêniyên wê 146,1 milyon e. Tevî wê jî dixwaze li dinyê hikûm bike û êrişî Ukraynayê kiriye.

Serokê Amerîka Trump geh dixwaze Kanala Panamayê bigire nav xwe. Geh dixwaze Girava Greenlandê dagir bike. Şerê Hindistan û Pakistanê dest pê kiriye. Li Asyaya dûr aloziyên di nîvê Taywanê û Çînê de didomin. Çi li Afrîkayê diqewime nabe mijara sereke îro di raya giştî de.

Yekîtiya Ewropayê çav li rê ye artêşa xwe çêke. Mijara sereke ya hikûmeta federal a Almanyayê artêş û berevaniya vî welatî ye.

Li Rojhilata Navîn ji berê de navenda nakokiyan e lê ew serdem berdêl çi dibe bila bibe dê bi dawî bibe. Şerê demokratîk û demokrasiyê jî tune ne. Şer û doza demokrasiyê ne bi neyarên meriv re, bi hevrik û civakeke xwedî heman maf û derfet re dibe.

Şervanên jiyana wan “pîroz” jî tune ne. Şervan ji bo şer hene. Şer jî bo şervanan e. Kuştin û mirina şervanan ji bo desthilatdaran ne xem, wendahî û qebehet e. Lewma jî hebûna şervanan ewlehiya aborî û siyasî ye.

Dewletên çêbûne li gorî mêzîna siyasî û aborî ya dinyayê saz bûne. Her hikûmdar û dewletan jî hevalbendên xwe yên siyasî, aborî û stratejîk hene. Dewlet jî bi dewletan hene, ne gel bi gelan. Yekîtiya dewletan heye lê ne ya gelan û neteweyan.

Helbet mijar fireh e lê ya ji bo me girîng ew e: Kurd û Kurdistan dê li kû derê bin? Siberojeke çawa? Bi kê û bi çi ? Ya Kurd û Kurdistan çi qasî ji siberojê re amade ne?

Di vê xalê de divê em rawestin. Kîjan dewlet û hikûmet dê ji kêfa xwe re alîkariya me bikin? Ji bo çi? Çi berjewendiya wan tê de heye? Hêza Kurda a aborî heye? Hebe çi qasî dikare bibe mijara bazarê û siyasetê?

Kurdistan ne xwedî aboriyeka serbixwe ye. Çi qasî dikare bibe mutefîq? Hêza leşkerî û ewlehî çi qasî baweriyê dide dewlet û hêzên aborî?

Kurd çi qasî yek hêza siyasî, leşkerî û kesayetiyên pispor in û ji aliyê kesên pispor ve tê birêvebirin?

Kurd ji yek rêziyê û tifaqê çi fêm dikin?

Fraksiyonên siyasî çi projeyên cemawerî û gerdûnî hene? Têra demê dikin?

Ez dikarim li vir bêjim, na mixabin. Heta niha jî hêzên Kurd ne xwedî aqilekî xwemalî û yê giştî ne. Ev hêzên heyî di ne lihevkirinê de li hev dikin.

Ev çil sal e û beriya wê jî heman siyaset û kesayet in. Lewma jî ji bilî aqilekî partîzanî, aqilekî giştî dernakeve pêş û dezgehên giştî û yasa serwer nabin

Li vir divê bê pirsîn, Kurd û hêzên Kurdî kengî ji xelekên partîzanî derkevin? Dê kengî bibin hêzên niştimanî û ne yê partîzanî? Kengî dê ji aliyên kesên pispor ve bêne birêvebirin?

Kurd kengî dê xwedî aqilekî Kurdî û niştimanî bin. Ji bo siberojê wê bibin bersiv û hêzeke ewlehiyê û pispor.

Tîm û hêza bi xwe bi xwe re aloz û mijûl qet bi ser nakeve û nabe ciyê rêzê û baweriyê.

Dewlet û miletên li pişt demê dikulin nikarin bibin aktorên sereke yên qedera xwe.

 (Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst