Dibe ku kêm nivîskar û ronakbîrên Kurd hebin ku bi qasî mamoste Refîq Hilmî girîngî dabin dîrok û arşîvê. Her nameyeke ku ji wî re hatibe, yan her nivîseke fermî ya ji dewletê, heta kartên pîrozbahiya cejnê yan vexwendinnameyek, wî hemû parastine.
Bi dilxweşî, Jiyan Xana keça Refîq Hilmî hemû ew nivîsên bavê xwe û heta sîwan û hemû kel û pelên taybet ên mamoste li cem xwe parastine. Niha beşeke zêde ya wan li Navenda Jînê ya li Silêmaniyê têne parastin.
Jiyan Xanê di dema xwe de şerefa wê yekê da min ku ez kopyayên çend name û nivîsan li cem xwe biparêzim.
Wekî ku Kurd dibêjin, eger emrê me hebe, ez dê di paşerojê de li ser komek name, belge û nivîsên dîrokî yên din ên ku min li vir û li wir bi dest xistine bixebitim.
Li vir em orîjînala wê nameya serkirdeyê Kurd Îhsan Nûrî Paşa, rêberê Serhildana Agiriyê ya 21ê Çiriya Paşîn a 1958an ku ji mamoste Refîq Hilmî re şandiye wekî xwe belav dikin. Hevdem min name anî ser rastnivîsîna niha.
General Îhsan Nûrî Paşa name bi tîpên aramî (Erebî) ku Kurmanciya Jêr (Soranî) pê tê nivîsandin nivîsiye.
Ji bo wê serdemê û ji bo kesekî wekî Îhsan Nûrî Paşa ku xelkê Bakurê Kurdistanê bûye, Kurdiyeke xweş e. Lê pêdivî bi hûrbîniyeke kûr û sererastkirina hevoksaziyê heye da ku em bi temamî ji nameyê fêm bikin.
General Îhsan Nûrî Paşa dilxweşiya xwe tîne ziman ku zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê bûye zimanê xwendin û nivîsandinê û wekî zimanekî fermî hatiye qebûlkirin.
Her wiha dilxweşiya xwe tîne ziman ku kesekî Kurdperwer û niştimanperwerê wekî mamoste Refîq Hilmî bûye birêvebirê perwerdeyê.
Li aliyê din em dibînin ku pêwendiya ronakbîrên wê serdemê li ser bingeha kitêb, ziman û Kurdayetiyê bûye. Lê ji ber ku General Îhsan Nûrî Paşa li Îranê dijiya û di bin çavdêriya Îraniyan de bû, nekarîbû her tiştî li gorî dilê xwe binivîse.
Peyama ji Barzaniyê Nemir re
Îhsan Nûrî Paşa name di demekê de şandiye ku General Mela Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê vegeriyabû.
Bê guman zanîbû ku mamoste Refîq Hilmî pêwendiyeke wî ya germ li gel General Barzanî heye.
Loma bi derfet zanî ku nameyeke taybet a ku ji bo General Barzanî nivîsiye bixe nav heman wî paketê ku nameya mamoste Hilmî tê de bûye.
Wî xwest name ji destekî ewle bigihêje Barzaniyê Nemir.
Di nav rêzan de xwîner dibîne ku General Îhsan di rewşeke baş a ewlehiyê de nebûye û nekarîbûye rasterast nameyê ji General Barzanî re bişîne.
General Îhsan Nûrî Paşa di nameya xwe ya ji bo mamoste Hilmî de nivîsiye:
"Min kaxezek ji bo qehremanê me yê neteweyî General Barzanî nivîsiye, rewşa min a neasayî rêgir e ku ez eşkere nameyê ji wî re bişînim, loma min xistiye nav pakêta nameya cenabê we, ji kerema xwe re bi destê xwe yê pîroz pêşkêşî wî bikin."
Ev name belgeyeke dîrokî ya girîng û qala serdemekê dike ku li Îraq û Başûrê Kurdistanê rewşeke nû çêbûye û derfetên zêdetir ji bo zimanê Kurdî û xebata siyasî ya Kurdan vebûne.
Îhsan Nûrî Paşa di nameya xwe de General Barzanî wekî qehremanê neteweyî dide naskirin.
Ev yek jî ne ji xweber bûye, çimkî General Barzanî piştî karwanê xwe yê dîrokî yê ji bo Yekîtiya Sovyetê li gel hevalên xwe, ji aliyê gelek dîroknasên biyanî ve jî wekî serkirdeyekî efsanewî yê Kurd hatiye tomarkirin.
Bibîranîna Generalên Kurd Îhsan Nûrî Paşa û Mela Mistefa General Barzanî û mamoste Refîq Hilmî bi xêr be, em wan bi rêzdarî bi bîr tînin.
Li vir ez nameyê bi rastnivîsîna niha dinivîsim û orîjînala nameyê wekî xwe belav dikim.

Orîjînala nameya Îhsan Nûrî Paşa:
Dostê bi qedir û xwoşewîst!
Beriya demekê min nivîsek pêşkêşî we kiribû lê bersiv nehat.
Hevalê min ê ku li Bexdayê li gel cenabê we axivîbû û paşê ji Tehranê ji bo cenabê we pirtûk şandibû, silavan li we dike. Ew dibêje Refîq Hilmî Beg qet wext nedidît ku pirtûkan binivîse.
Min bihîstiye ku li hemû Kurdistana Îraqê dibistanên seretayî bi zimanê Kurdî dersan didin û cenabê we Birêvebirê Giştî ne. Ez gelekî kêfxweş bûm, hêvîdar im zûtir fermî bibe.
Ji niha ve ji we re dibêjim pîroz be, Înşallah bi can û dil pîrozbahiyê li we dikim.
Min kaxezek ji bo qehremanê me yê neteweyî General Barzanî nivîsiye. Rewşa min a neasayî rêgir e ku ez eşkere nameyê ji wî re bişînim. Loma min xistiye nav pakêta nameya cenabê we, ji kerema xwe re bi destê xwe yê pîroz pêşkêşî wî bikin.
Silav û rêzên min ji bo we hene. Ez li benda bersiva we me.
Îmze
Îhsan Nûrî
21.11.1958
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse