Hawara Rojava

Duh li 08:23
Newaf Mîro
Nîşan Rojava Hawar Kurd Kurdistan
A+ A-

Hawara binxetê. Binê xetê hawara îro û heta roja qîyametê.

Ez dizanim em çi bêjin bêwate ye. Dem tê, gotin bê wate dibe. Ev ew dem e.

Dema xwedîlêderketina xewnên xwe ye.

Ji hezarên salan û vir de, li ser serê yên ne ji wan û weke wan ferman e.

Li vir divê bête gotin, Kurd ne ji ber ne Misilman in, bi destê Misilmanên înkar têne kuştin. Kurd ne ji ber partiya zer, sor û kesk in têne kuştin. Kurd ji ber ku Kurd in, hatine kuştin, têne kuştin û wê hîn jî bên kuştin.

Rêya bi dawîkirina kuştinê bi parastina nirxên dîrokî, çandî û nîjadî ye. Nîjadperestiya bindestan ji bo parastin û mayîna wan e. Madem sedema kuştina me nîjada me ye, parastina me jî bi nîjad û nirxên me ye. Ji me pêştir ti hêza ku nirxên me biparêze û ava bike tune ye.

Kurd êdî divê ne bi navê kom û komikan, ne bi navê serok û merokan, ne bi navê îdeolojî û monolojiyan, bi hêza niştimanî û netewî xwe ava bikin û derkevin pêşberî cîhanê û dijminê xwe jî.

Lewma beriya her tiştî Kurd û Kurdistan. Mayîna Kurd bi Kurda ye.

Lewma şaîrê netewî Dildar dibêje: Dîn, îman mayî man, Kurd û Kurdistan.

Dema hilgirtina sirûd û remzên netewî ye. Ne yê partiyaa û serokan e. Hebûna serok û partiyan jî bi nirxên neteweyî û bi Kurd û Kurdistanê ye.

Li şûna hûn bibin endamê partiyan bibin endamê Kurd û Kurdistanê. Li şûna hûn bibin leşker û birêvebirên partiya bibin yê welat û miletê xwe.

Rûmet welat û ax e, yê welatê xwe wenda bike rûmeta xwe jî pêre wenda dike.

Mirovên bê welat ne xwediyê xwe tiştî ne.

Bê her tiştî dibe lê bê welat nabe.

Lewma despêka gotina me Rojavayê Kurdistanê û dawiya gotina me jî Rojava ye.

Rojava xewneke temam nebûyî ye, divê nequrmiçe.

Rojava straneke hê bi dawî nebûye.

Rojava zarokeke hê mezin nebûye.

Rojava helbest e ku bi xwîna cangoriyan hatiye nivîsîn û hê bi dawî nebûye.

Rojava derfeteke zêrîn e, wenda bibe careke din em wê derfetê nabînin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Jan Îlhan Kizilhan / Wêne: Rûdaw Grafîk

Ji wê dera ku silametî dest pê dike û tirs qet bi dawî nabe

Beriya ku em têkevin sala nû, di cih de ye ku em kêliyekê rawestin. Jiyana me bi lez diçe, rojên me qerebalix in û cîhan tijî deng û hewar e lê carinan pirsên herî sade, rastiyên herî kûr eşkere dikin