Çima di dema aloziyan de Kormor dibe armanc?

27-11-2025
Ziryan Rojhilatî
Nîşan Qada Gazê ya Kormorê Êriş Komên Çekdar Petrol
A+ A-

Ziryan Rojhelatî*

Ji havîna 2022yan heta îro, bi giştî 9 caran bi dron û mûşekan êrişî Qada Gazê ya Kormorê hatiye kirin û xuya ye eva dawî, ji hemû êrişên berê bi bandortir bûye ku îşev aliyekî Herêma Kurdistanê tarî kir.

Di rastiyê de, êrişên ji 2022yan heta niha berdewam bûne, tevî guhertinên taktîkî, nîşan didin ku ev mijar ji aloziyeke navxweyî ya Herêma Kurdistan û Îraqê mezintir e û dibe ku stratejiyeke mezintir li pişt wê hebe.

Lê balkêş e ku ev êriş zêdetir di demeke wisa de tên kirin ku nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê ji aliyekî ve û nakokiyên navbera her du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê (Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê) ji aliyê din ve di asteke bilind de ne.

Di navbera salên 2022-2025an de, bi giştî 151 êrişên dron û mûşekî li devera Silêmaniyê hatine kirin ku 11 ji wan êrişan li ser Kormorê bûne. Ji ber rezerva 75 milyar metresêca gaza şil û 7 milyar bermîl petrolê, ev devera biçûk ku rûbera wê derdora 140 kîlometreyî dibe, girîngiyeke gelekî mezin ji bo Herêma Kurdistanê heye.

Di sala 2022yan de dema ku Dadgeha Federal biryara neyasayîbûna yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê da, aloziyên Bexda û Hewlêrê yên li ser enerjiyê zêde bûn. Di havîna heman salê de jî hevdem li gel projeya pêşxistina Kormorê (KM 250), herî kêm 3 caran bi mûşekan êrişî Kormorê hat kirin.

Di sala 2023yan de dema ku alî xwe ji bo hilbijartinên encumena parêzgehan amade dikirin û nakokiyên aliyên Herêma Kurdistanê zêdetir bûn, careke din bi du mûşekan êrişî Kormorê hat kirin.

Ji sala 2024an ve du guherînên girîng di cureyê êrişan de hatin kirin, ew jî ew bûn ku li şûna mûşekan ku bidestxistina wan heta ji bo komeke çekdar a navxweyî jî hêsan bûn, zêdetir dron dihatin bikaranîn her çend vê carê çavdêriya drone û êrişa mûşekî bû.

Di êrişên 2022-2023yan de zêdetir derdora embar û cihên girîng dibûn armanc lê di êrişên dronên ên 2024 û 2025an de tam embar û tanker hatine armanckirin ku rasterast bandora wan li ser jiyana rojane ya xelkê Herêma Kurdistanê û projeya "Ronahî" ya hikûmetê û elektrîka hinek deverên Îraqê jî heye.

Niha jî ku Herêma Kurdistanê piştî du hilbijartinên li pey hev, li benda pêkhatina du hikûmetan li Hewlêr û Bexdayê rawestiyaye û nakokiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji aliyekî ve û nakokiya Bexda û Hewlêrê ya li ser budceyê ji aliyê din ve heye, careke din bi dronan êrişî ser Kormorê hat kirin.

Wekî tê dîtin, sedema berdewambûn û şibihîna êrişan li gel aloziyên navxweyî, dikare nîşana wê yekê be ku ev êriş ne karê komeke navxweyî ne ku ji ber lihevxistina taktîkî ya berjewendiyên wan hatibe kirin lê hevdembûna wan a li gel aloziyên navxweyî yên navbera Hewlêr-Bexdayê, her wiha hevdembûna wan li gel nakokiyên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, balê dikişîne ser wê yekê ku gelo dibe aqilê stratejîk ê li pişt êrişan bi niyeta wê yekê be ku bi gaza Kormorê agirê nakokiyan gur bike! Ev ji bilî wê armanca stratejîk e ku dixwaze Herêma Kurdistanê ji aliyê enerjiyê ve ji kar bixe û bi awayekî girêdayî bihêle.

Sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê hevdem li gel êrişên mûşekî û dronî, ji ber biryara Dadgeha Federal û Dadgeha Navbênkariyê ya Navneteweyî ya Parîsê û pêbendbûna Tirkiyeyê bi biryara dadgehê, her wiha ji ber pirsgirêkên li ser budce û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê piştî zêdetirî 30 mehan rawestan û destguhertina beşek ji parên Rosneftê di boriya petrola Kurdistanê de ji ber cezayên Amerîkayê, tûşî guherîneke mezin bûye lê pirsgirêka sereke ne ew encamên aborî, belkî di wî hesabê stratejîk de ye ku li pişt êrişên Kormorê ye!

*Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst