Sevr, Lozan û Cenevre

30-01-2014
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
A+ A-


Dema Împaratoriya Osmanî ji aliyê welatên Ewropayê ve wekî “Mirovê Nexweş” hate îlankirin, neteweyên bindest jî dest bi lêgerîna azadî û serxwebûnê kiribûn. Di bin sîwana Osmaniyan de ereb, faris, tirk û kurd dijiyan. Erebên ku îslamiyet jêderka wan bû, ji bo serxwebûna xwe dev ji Osmaniyan berdabûn û serxwebûna xwe îlan kiribûn. Tenê tirk û kurd mabûn. Tirkan jî bi piştgiriya kurdan dest bi têkoşîna “rizgariyê” kir û soza “Em ê hemû mafên we nas bikin” dan kurdan. Lê di rastiya xwe de ev şer şerê “rizgariya tirkan” bû û ji ber vê yekê jî serkeftin bû para tirkan. Şer qediya, tirkan ji xwe re komarek ava kir û kurd weke hertim dîsa li holê man. Bê statû, bê ziman û bê nasname. Zilm û zordarî li ser serê kurdên bindest berdewam kir.  Ev bindestî hê jî berdewam dike. Em kurdên Bakur weke neviyên pêşiyên me yên ku ev piştgirî dan tirkan, niha vê nîqaşê dikin; gelo serhildana Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê çima bi ser neket? Gelo kurdên elewî di serhildanê de piştgirî bidana kurdên sûnî dê azadî bihata? Yan jî ger sûniyan piştgirî bida serhildana Koçgirî û Dêrsimê serxwebûn pêkan bû? Û bi sedan pirsên wiha… Ji bo ku neviyên me jî bi dehan sal şûnde heman nîqaşê nekin û heman pirsan nepirsin, divê kurd bibin yek. Van rojan dîroka kurdan ji nû ve tê nivîsandin.  Li Cenevreyê niha civînek pêk tê. Dema mirov li rewşa kurdan dinêre tabloyeke pir reşbîn heye. Ji her partî û firaksiyonek dengeke cuda derkeve. Dema ku peymanên Sevr û Lozanê hatin îmzekirin, di destê kurdan de tu destkeftî tunebûn. Kurd bela wela bibûn, têk çûbûn û bêrêxistin bûn. Lê îro li hemû perçeyên Kurdistanê kêm zêde bizaveke rewşenbîrî, siyasî û birêxistinkirî heye. Li Başûrê Kurdistanê statûyeke weke federasyonê û li Bakur jî birêxistinkirineke mezin heye. Hemû avantaj digel ku di destê kurdan de ne û bazar li ser perçeyekî Kurdistanê (Rojava) tê kirin jî kurd nikarin vê avantajê bi kar bînin. Kurd û Kurdistan ne rojeva sereke ye.

Hêzên navneteweyî ku di dema Lozanê de nexşeya Rojhilata Navîn xêz dikirin wê çaxê kurd û Kurdistanê nedîtibûn. Lê ger kurd siyaseteke baş bimeşînin ew hêz îro mecbûr in kurd  û Kurdistanê bibînin. Lewre kurd li ser erdnîgariya neftê dijîn û îro neft weke “Zêrê Reş” tê binavkirin. Enerjiya herî mezin û girîng a vê sedsalê xaza sirûştî jî di bin lingê kurdan de ye. Her çiqas kurdan dereng û belawela dest bi têkoşîna rizgariya neteweyî kiribin jî îro hebûna neftê ya di bin lingên kurdan de ji bo azadiya kurdan fersendeke pir mezin e. Di jiyanê de kêm caran fersendên wiha bi destê civakan dikevin. Lê bikaranîna baş a vê fersendê êdî li ser qebîliyeta wê civakê dimîne. Niha li Cenevreyê li ser çarenûsa kurdan civînek heye. Ji bo ku niheqiya ku sed sal berê li kurdan hatibû kirin ji holê rabe û kurd li Rojava bigihijin hemû mafên xwe yên neteweyî Cenevre fersendeke mezin e. Lê ji bo ku kurd bikaribin vê fersenda mezin baş bi kar bînin, pêdiviya wan tenê bi qebîleyetek heye. Ev qebîliyet jî yekitî ye. Ji bo yekitiyê jî tenê riyek heye; eqlê neteweyî… Hewldanên hemû kes, şexsiyet, partî, firaksiyon û komên ku ji bo Kurdistanê ked dane pir girîng in. Lê pirsgirêka kurdan ne hebûna partî, firaksyon û komên cuda ne. Pirsgirêka kurdan bêqebîliyetiya karnekirina bi hev re û peydanekirina eqlê hevpar ê neteweyî ye. Kurdan heta vê deqeyê jî nekarîn eqlê hevbeş pêk bînin. Digel vê yekê jî ji bo eqlê neteweyî  ne dereng e. Dema mirov li nakokiyên navbera hêzên ku tevli Cenevreyê bûne dinêre, mirov fêm dike ku hêj dê gelek Cenevre pêk bên. Qet nebe kurd dikarin ji bo Cenevreyên rojên pêş, ji niha de xebat û rêbazên kolektîf bimeşînin û li ser daxwazên neteweyî li hev bikin. Ma ev pir zehmet e? Na... Zimanê kurdan qedexe ye, welatê wan hatiye dagirkirin û hemû bindest in. Ma gazinên hemû partî û firaksiyonên kurd ne ev in? Wê çaxê kurd ji bo ku bên ba hev û yekitiya xwe ava bikin li benda çi ne?

Ger ev yekitî pêk bê û eqlê neteweyî serdest be wê çaxê kar û xebata herî girîng dîplomasî û lobî dikeve dewrê. Ji bo dîplomasiyeke xurt jî rêbaz û awayê meşandina têkiliyên navneteweyî girîng e. Ger her partiyeke kurd di xebatên dîplomasiyê de partiyeke din a kurd reş bike, ev kar naçe serî. Di dîplomasiyê de jî divê xebatên lobiyê bi “eqliyeta neteweyî” bê meşandin. Ger kurd di vir de bikaribin bi ser bikevin wê çaxê nêzikahiya hêzên navneteweyî jî dê li hemberî kurdan biguhere. Ew ê êdî kurdan weke aktoreke sereke bibînin û guh bidin daxwazên kurdan. Lê ger partiyên kurd lobî û dîplomasiyê bi rêbaza dema şerê sar bimeşînin û tenê rengên wan ên “reş” û “spî” hebin, wê çaxê tu qedir û qîmeta wê dîplomasiyê dê li ba hêzên navneteweyî tunebe. Cenevre û civînên li pey dê tenê bibin dubareya Sewr û Lozanê. Heyf e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst