Rewatiyê nedin parêzgarekî Ereb

30-04-2024
Arif Qurbanî
Nîşan Kerkûk Kurd Parêzgar
A+ A-

Her çiqasî pirsa Kerkûkê li Îraqê nola kakila Doza Kurd e jî vêga girîngiyeke wê ya wisa berbiçav li nik piraniya partî û kesayetên siyasî yên Kurdistanê nemaye, tewra partî û kesayetên siyasî yên Kurdistanê wekî pirseke neteweyî û niştimanî ya çarenivîssaz li Kerkûkê nanêrin û destkeftên partîzanî û kesayetî û danheva saman û serwetê di rêza yekem a xem û nêrîna wan a li ser Kerkûkê de ye lê ev vê rastiyê mûyekî jî naguhêre ku niha û di siberojê de jî Kerkûk kilîda çareseriya pirsa Kurd e li Îraqê.

Ger di qonaxên borî de her cure çareseriyek ji bo pirsa Kerkûkê bihata dîtin, bê guman ne Kurdistan û ne jî Îraq dê ne bi vî rengê niha bûna çimkî çawa ku ji bo Doza Kurd Kerkûk kilîda çareseriyê ye, ji bo Îraqê jî bi heman rengî Kerkûk çavkaniya pirsgirêkên wê ye.

Hemû bûyerên ku ji encama şerê heşt salî yê di navbera Îraq û Îranê de qewimîn heta girtina Kuwêtê û şerên li pey hev ên Kendavê, hilweşandina Sedam Hisên jî di nav de, bi piranî encama Peymana Cezayîrê bûn ku Sedam Hisên ji bo ku dev ji siyaseta qirkirina nijadî li Kerkûkê bernede, îmze kir.

Bê guman ji bo Kurdan jî heman rastî di vê yekê de heye. Tomeriya bûyerên ku ji şerê demdirêj li navbera Kurdan û Bexdayê heya Enfal û Helebceyê hatin serê Kurdan dîsa encama heman pirsgirêkê bûn.

Ji bo siberojê jî heta çareseriyeke dadmend ji meseleya Kerkûkê re neyê dîtin, dê ji Kurdan û Îraqê re jî bibe çavkaniya pirsgirêkên mezintir lê arîşe ew e ku piraniya kesên ku biryar di destê wan de ye, ji vê hevkêşeyê fêm nekiriye xasma ku di 20 salên borî de hat xuyakirin ku Bexdayê ti wane û îbretek ji wan bûyeran negirt.

Tevî ku niha ne li Îraqê û ne jî li Kurdistanê ti araste û meyleke gera li çareseriyê nîne, tewra nexşerêya ku berê wan li serê li hev kiribûn wekî nexşerêyeke destûrî û yasayî di çarçoveya madeyeke destûrî de ji bo ku Kerkûkê ber bi asayîbûnê ve bibe, ew jî ji mêj ve hatiye petixandin.

Li şûna wergirtina tedbîrên qanûnî ku Kerkûkê nêzî çareseriyê bikin, li navenda biryarê heman siyaseta ku Kerkûk û ji ber Kerkûkê Îraq û Kurdistan jî gihand vê rojê, tê domandin.

A ku li vir ji Kurdan re giring û pêwîst e ew e ku xwevedizînên aliyê din Kurdan kaş neke nav armanca ku li dawiyê siyaseta qirkirina nijadî xurt dike. Ji ber ku hişmendiya ku van dozan ji Bexdayê bi rêve dibe, zafî bi baldarî kar dike ku rewatiyê ji vê pêvajoya dagirkirinê re misoger bike, êdî çi rewatiya siyasî bi lihevkirina siyasî ya aliyan be yan jî rewatiya destûrî û qanûnî be wekî ku em di cîbicînekirina madeya 140î de dibînin ku ji bo vê yekê kar dikin, heyamekê wê benda destûrî biçesipînin ku rewatiya derxistina Kerkûkê ji destê Kurdan misoger bike.

Her çiqasî ji kokê ve ji bo Kurdan birêvebirina Kerkûkê ne kakila meseleya Kerkûkê ye, pirsgirêk ne rêveberiya bajêr lê nasnameya welêt e lê nabe seba postekî birêvebirinê, metirsiyê li ser siberoja nasnameya wê çêbikin.

Ji avabûna dewleta Îraqê heta nîveka salên 50hî yên sedsala borî, ji sala 1922yan ku Fetah Paşa wekî yekem parêzgarê Kerkûkê dest bi kar kir, heta Reşîd Necîb, sala 1955an hemî waliyên Kerkûkê Kurd bûn lê ji wê demê ve heta hilweşîna Sedam Hisên, hemû Ereb bûn lê li gorî qonaxbendiya stratejîk a dewletê, pêngavên pêvajoya Erebkirinê di wan hemû 81 salan de berdewam bûn.

Di vê dîrokê de ya girîng ew e ku Kurdan qet rewatî neda vê siyaseta dagirkirinê. Ji sala 1955an heta 2003yan, parêzgar wekî desthilateke sepîner sêwirand. Loma piştî ketina Sedam Hisên mafê Kurdan hebû ku dosyeya qirkirina nijadî wekî tawanekê bibin dadgeha bilind a tawanan a Îraqê û di dozê de bi ser ketin û dadgehê jî siyaseta qirkirina nijadî nola tawaneke dijî mirovatiyê û tawaneke cengê nas kir.

Lewra girîng e ku Kurd her tim li ber çav bigirin ku nebin sedema rewakirina sepandina desthilateke ku berhema qirkirina nijadî ye. Tişta ku ji 16ê Çiriya Pêşîn û vir ve li Kerkûkê diqewime, tevî hemî nakokî, kêşe, arîşe û pirsgirêkên ku hebûn, Kurdan rewatî neda parêzgarekî sepandî, Rakan Cibûrî, wekî cîgirê parêzgar bi wekalet postê wî bi rê ve bir.

Tevî ku erêkirina lîsteya Biratiyê jî hebû ku heya hilbijartinê bimîne lê Kurd ne amade bûn ku wî bikin walî. Tewra ger ev rewş çend salên din jî bidome, postê parêzgar bi qelsî û wekalet bê birêvebirin çêtir e ku Kurd ji ya xwe werin xwar û desthilata rewa ya bajêr bidin kesekî Ereb, heger ji bo demeke kin be jî.

Wekî ku vêga di medyayê de tê qalkirin, Kurd seba wergirtina postê parêzgar ji bo du salan, amade ne du salan jî postê parêzgar bidin Ereban. Ev destpêkeke xirab ji bo paşerojeke hê xirabtir e.

Divê Kurd li ber çavan bigirin ku piştî ketina Sedam Hisên, aliyên Ereb ne xwedî artêş û hêzên çekdar bûn, pêgeha wan a siyasî qels bû, Kurd bi pêgeheke xurt li meydanê bûn, 14 salan postê parêzgar di destê Kurdan de bû, ji her hêlê ve li Kerkûkê serdest bûn û Bexdayê gelek kêşe û kelem ji wan re çêdikirin.

Niha bi vê rewşa xirab û lawaziya pêgeha Kurdan li Kerkûk û Bexdayê, Kurd bi xwekêmkirina ji Ereban re ji bo ku 2 salan postê walî wergirin, dikarin çi bikin?

Di demekê de ku her kes dizane ku desthilatdarê rastîn ê Kerkûkê ne rêveberiya wê ya zahirî lê Heşda Şebî ye. Loma çend salên din jî bi sepandin û dûrî rewatî û razîbûna Kurdan, Kerkûk bi vî rengî bimîne ji nexşerêya ku rewatiyê bide desthilateke ku niha siyaseta Erebkirin û Şîekirinê dimeşîne, çêtir e.

Divê ew çewtî neyê dubarekirin ku hin parlamenterên Kurd li Bexdayê piştî DAIŞê bûne rênîşanderên rewakirina mana Heşda Şebiyê, hinceta wan jî ew bû ku wan digot, “Ji hêla ketwarê ve Heşda Şebî heye, ma were qanûnîkirin baş e yan jî li derveyî qanûnê bimîne?”

Encama vê jî derket holê ku rewakirina Heşda Şebiyê ziyaneke çawa gihand Kurd û Suniyan û dê di siberojê de jî metirsî û gefeke din a çawa çêbike.

Loma ez hêvî dikim kesên ku di vî warî de xwedî biryar in, li rêyeke cuda bifikirin. Ereb çavkaniya pirsgirêkên Kerkûkê ne.

Tu nikarî wisa bifikirî bi hevbeşî li gel ê ku mala te dagir kiriye, tu karibî mala xwe jê bistînî. Li hevparên din bigerin. Ger hûn mehkûm in ku postê walî bi dorê be, bila ne tenê her du salan di navbera Ereb û Kurdan de be, Tirkmen û Mesîhiyan jî tev li hevkêşeyê bikin û bila her yek ji van çar pêkhateyan ji bo salekê wî postî wergire. Bi vî awayî, hûn dê xwe ji rewakirina encamên qirkirina nijadî dûr bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Roj Elî Zale / Wêne: Rûdaw Grafîk

Çima Rûdawê xelata Webbyê stand?

Kesên ku li Rûdawê dixebitin ji bilî şiyana xwe ya baş, bi coş û kelecan karên xwe dikin