کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Roj Elî Zale

Roj Elî Zale

Nivîsên Ji aliyê Roj Elî Zale ve hatine parve kirin

<p style="text-align: justify;">Peyamn&ecirc;r&ecirc; R&ucirc;daw&ecirc; ye li Of&icirc;sa Waşington&ecirc;. Ji sala 2018an ve li Tora Medyay&icirc; ya R&ucirc;daw&ecirc; kar dike. Di demeke kurt de, kar&ecirc;n meydan&icirc; y&ecirc;n ber&ccedil;av encam dane.</p>

Roj Zale, bo cara yekê di Tora Medyayî ya Rûdawê de dest bi karê televîzyonî û radyoyî kiriye. Di dema karkirinê de, rûmala çendîn pirsên giring ên cîhanî kiriye. Bi çavkaniyên zanyarî û nûçeyan, beşek ji kêşeyên herî giring ên cîhanê bi bîner, guhdarvan û xwandevanên Kurd daye nasandin.

Karê wî yê yekem bi rûmalkirina rev û êşên koçberên misilman ên Burmayê dest pê kir. Ew yekemîn peyamnêrê dezgeheke medyayî ya Kurdistanê bû û yek ji wan çend peyamnêrên dezgeheke medyayî ya Rojhilata Navîn bû, ku rûmala wê karesata mirovî kir. Ew rûmal bi her çar zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî û Îngilîzî di Rûdawê de deng veda.

Tekane rojnamevanê dezgeheke medyayî ya Kurdistanê ye, ku bi rêya Wezareta Berevaniya Amerîkayê serdana girtîgeha Guantanamo kiriye û di çend rûniştinên dadgehîkirina tohmetbaran de amade bûye. Çend VTyên medyayî û dokumêntarî di derbarê wê girtîgehê û girava Guantanamo de amade kirine. Girtiyên herî metirsîdar ên rêxistina el Qaîdeyê li wê giravê di girtîgehê de ne.

Rûmala civîna navbera Serokê Amerîkayê, Donald Turmp û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un li Viyentnamê û civîna G20 li Arjantînê kiriye.

Agirpêketin û şewata daristanên Amazonê li Brazîlê, wek karesateke mezin a jîngehê, bi milyonan kes ji xelkê cîhanê xembar kir, bo wan daristanan û wan mirov, candar û balindeyên ku li wan daristanan dijîn, ku %20 ji oksîcejna cîhanê li wan daristanan berhem tê. Roj Zale ji Amerîkayê ve berê xwe da Amazonê, daku wê karesatê veguhêze ser ekrana Rûdawê û bigihîne bîner, guhdarvan û xwandevanên Tora Medyayî ya Rûdawê.

 

Rûdaw û Roj Zale di hemû wan rûmalan de yekem bûn, wek rojnamevan û dezgehekî medyayî ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ku wan bûyeran bi awayekî zindî li cihê bûyeran veguhêzin.

Roj Zale li Waşingtonê, raportan li ser siyaseta derve ya Amerîkayê û biryarên Waşingtonê yên di derbarê Rojhilata Navîn û pirsên giring ên cîhanî de amade dike. Di bernameyeke radyoyî ya heftane de (Bi dema Waşingtonê) li gel şarezayên siyasetê, biryar û siyasetên Koşka Spî şîrove dike.

Roj Zale sala 1984an li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Kurdistanê ya li Hewlêrê qedandiye û di Zanistên Siyasî de bawernameya Bakaloriyusê wergirtiye. Di dema xwendinê de li Başûrê Kurdistanê ji bo çend rojname û kovaran kar kiriye. Bo dema şeş salan di Saziya Çavdêriya Medyayî ya Rojhilata Navîn (Middle East Media Watch) de çavdêr û şîrovekarê medyaya nivîskî ya Kurdî (Kurmanciya Jêrîn û Jorîn) bûye.

Di sala 2010an de çûye Amerîkayê û li Zanîngeha Brandeis bawernameya Masterê di Lêkolînên Şer û Milmilaniyan de wergirtiye. Çend mehan li parêzgeha Xinjiang (Sinkiang) a li Çînê di derbarê kêşeya Uygoran û hikûmeta Çînê de lêkolîn kiriye û masternameya xwe li ser siyaseta Çînê li hember Uygoran û hewlên Uygoran ji bo parastina resenatiya parêzgehê û kultura xwe, nivîsandiye.

Roj Zale li Zanîngeha Georg Mason berbijêrê dokotrayê ye û li ser rola Zayendê di şer de lêkolînê dike, wek di şoreşa Cezayîrê de, şerên Tamîlên Srî Lanka, Shining Path li Peru, şerê navxweyî li Bolîviya û milmilaniyên çekdarî yên Kurd. Di sala 2017an de xelata Shapiro bo lêkolînên akademîk ji vê zanîngehê wergirtiye.

Çima Rûdawê xelata Webbyê stand?
Nêrîn14-05-2024

Çima Rûdawê xelata Webbyê stand?

Korowai, êla ku bi teşeya beriya 11 hezar salan dijî
Cîhan21-08-2023

Korowai, êla ku bi teşeya beriya 11 hezar salan dijî

Konsulê Amerîkayê di Podcasta Rûdawê de: Em dixwazin di sektora çandiniyê de li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin
Hevpeyvîn22-07-2023

Konsulê Amerîkayê di Podcasta Rûdawê de: Em dixwazin di sektora çandiniyê de li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin

Meletî - 'Em hêvî dikin ku piştî 7 rojan jî xelkê rizgar bikin'
Kurdistan10-02-2023

Meletî - 'Em hêvî dikin ku piştî 7 rojan jî xelkê rizgar bikin'

WÊNE - Arjantînî pîrozbahiyên Kûpaya Cîhanî û Noelê bi hev re dikin
Cîhan20-12-2022

WÊNE - Arjantînî pîrozbahiyên Kûpaya Cîhanî û Noelê bi hev re dikin

Bi deh hezaran Arjantînî li Buenos Aires fînala kûpaya cîhanî temaşe kirin
Werziş18-12-2022

Bi deh hezaran Arjantînî li Buenos Aires fînala kûpaya cîhanî temaşe kirin

Sirbistan: Kurd jî di nav de zêdetirî 2 hezar koçber di rewşeke xirab de dijîn
Cîhan01-12-2022

Sirbistan: Kurd jî di nav de zêdetirî 2 hezar koçber di rewşeke xirab de dijîn

Kirby: Niha bala me ne li ser rêkeftina etomî lê li ser xwepêşandanên li Îranê ye
Cîhan28-10-2022

Kirby: Niha bala me ne li ser rêkeftina etomî lê li ser xwepêşandanên li Îranê ye

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re: Em ji nêz ve rewşa Efrînê dişopînin
Cîhan24-10-2022

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re: Em ji nêz ve rewşa Efrînê dişopînin

Serokwezîrê Belcîkayê bo Rûdawê: Bandoreke mezin a cezayên me li ser Rûsyayê hebû
Cîhan25-09-2022

Serokwezîrê Belcîkayê bo Rûdawê: Bandoreke mezin a cezayên me li ser Rûsyayê hebû

Wezîrê Derve yê Eritrea ji Rûdawê re: Bi sedema xwesteka serdestiya welatên zilhêz aştî li cihanê tune ye
Hevpeyvîn25-09-2022

Wezîrê Derve yê Eritrea ji Rûdawê re: Bi sedema xwesteka serdestiya welatên zilhêz aştî li cihanê tune ye

Wezîrê Derve yê Bengladeşê ji Rûdawê re: Em dê xaniyan ji 100 hezar rohingayî re ava bikin
Hevpeyvîn24-09-2022

Wezîrê Derve yê Bengladeşê ji Rûdawê re: Em dê xaniyan ji 100 hezar rohingayî re ava bikin

Wezîrê Derve yê Madagascarê: Divê hewldaneke zêdetir ji bo mafê mirovan were dayîn
Cîhan24-09-2022

Wezîrê Derve yê Madagascarê: Divê hewldaneke zêdetir ji bo mafê mirovan were dayîn

Wezîrê Zanyarî û Çand û Geştûguzarê yê Lîberiyayê bo Rûdawê: civîna Neteweyên Yekbûyî derfeteke bo Lîberiyayê
Cîhan23-09-2022

Wezîrê Zanyarî û Çand û Geştûguzarê yê Lîberiyayê bo Rûdawê: civîna Neteweyên Yekbûyî derfeteke bo Lîberiyayê

Wezîrê Derve yê Haîtî bo Rûdawê: Nabe civaka navdewletî Haîtiyê ji bîr bike
Cîhan23-09-2022

Wezîrê Derve yê Haîtî bo Rûdawê: Nabe civaka navdewletî Haîtiyê ji bîr bike