Rûdaw projeya Anti-Tobacco ya sala duyem radigihîne

01-06-2018
RÛDAW
Sala par 3500 kes beşdarî projeyê bûn
Sala par 3500 kes beşdarî projeyê bûn
Nîşan Anti-Tobacco Proje Cixare
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê bo sala duyem projeya Anti-Tobacco ya ji bo devjêberdana kişandina cixareyê radigihîne. Sala par zêdetirî 3500 kes beşdarî projeyê bûn û navên xwe ji bo devjêberdana cixareyê tomar kirin.

 

Sala par di nav mehekê de ji Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, herwiha ji Amerîka, Brîtanya, Swêd, Almanya, Swîsre, Yûnanistan, Hindistan, Ukrayna, Awusturya û Holandayê 3500 kes beşdarî projeya Rûdawê ya Anti-Tobacco bûn.

 

Beşdarên projeya Anti-Tobacco bi rêya portala Rûdawê navê xwe tomar kirin. Kesên ku navên wan hatibûn tomarkirin, di bin çavdêriya lijneyeke zanistî de pişkinînên wan hatin encamdan, beşdarên ji derveyî Kurdistanê jî bi rêya raporên nojdaran tevlî projeyê bûn.

 

Piştî tomarkirina navan, bi rêya pişkê ji hemû beşdarên projeyê 100 kes hatin hilbijartin û Rûdawê bi merasîmekê xelat dan wan kesên ku bi rêya projeya Anti-Tobacco dev ji cixare berdane. Ji bilî xelatkirina 100 kesan, çendîn xelatên din ên weke pakêta pişkinîna giştî ji bo beşdarên li Tirkiye û pakêteke pişkinîna xwîn û diranan û çendîn xelatên din hatin belavkirin.

 

Anti-Tobacco gotineke tendirustî ya cîhanî ye û tê wateya "Dije-Titûn", fikr û cîbicîkirina vê projeyê, ya dîska tendirustiyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst