Hewlêr (Rûdaw) - Mistefa Ebdulkerîmê ku tevlî projeya Anti-Tobaccoyê ya Rûdawê bû, piştî 30 salan dest ji cixarê berda.
Mistefa Ebdulkerîmê ku xelatê projeya Anti-Tobaccoyê ya Rûdawê wergirt got, "Niha ez aram radizîm, îştaha min vebû, tenduristiya min baş bû û nefesa min vebû.
Beşa Tenduristiyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê her sal kampanyaya "Anti-Tobaccoyê" li dar dixe da ku xelkê ji cixarê û zererên wê dûr bixe.
Di çarçoveya kampanyaya ku ji sala 2017an û vir ve berdewam dike de heta sala 2020an 40 hezar kesî ji welaten cihê beûdar bûn.
Îsal jî zêdetirî 15 hezar kesan xwe tomar kir û 2 hezar û 889 kes jî bi serkeftî piştî kontrola tenduristiyê tevlî kampanyayê bûn.
Ji van kesan navê 100 kesî ji bo xelata mezin hat nivîsandin.
Yek ji van kesan jî Mistefa Ebdulkerîm e.
Mistefa Ebdulkerîm ku nêzîkî 30 sal e cixarê dikişîne, di çarçoveya projeyê de dest ji cixarê berda û tenduristiya wî baş bû.
“Niha xwarin gelekî xweştir e”
Ebdulkerîm got, “Niha xewa min baş bûye, nefesa min vebû. Dema ez xwarinê dixwim niha gelekî zêdetir kêfê jê werdigirim.
Berê sibehê qirika min zuwa dibû lê niha ez rihet im."
Armanca kampanyayê ew e ku hişyarî li ser zererên cixarê, nargilê û cixara elektronîk a li ser tenduristiyê were çêkirin.
Di vê çarçoveyê de xizmetên klînîkî tên peşkêşkirin û li Hewlêrê li Nexweşxaneya Par klînîkek hat vekirin.
Li klînîkê ji aliyê bijîşk û hemşireyên pispor ve bi amûrên bijîşkî yên pêwîst muayene û pêvajoyên tedawiya beşdaran tên kirin.
Îsal jî ji nav beşdarên ku dest ji cixarê berdane otomobîleke modela Tigo 7 Pro ya Cherry Serap a bi bihayê 30 hezar dolaran dê wekî diyarî were dayîn.
Bi awayî tûr û pişkê xwediyê otomobîla ku kompanyaya otomobîlan a "Sheri Serab" bexşandiye diyar bibe.
Nûnerê Kompanyayê Sheri Serabê Şelaw Hesen got, "Ev otomobîl ji bo malbatan e û yek ji modelên ku herî zêde tê xwestin e.
Ji ber ku em beşdarî projekteke bi vî rengî watedar bûne gelekî kêfxweş in."
Li gorî pisporan, ji bo destjiberdana cixarê pêwîstî hem îradeya bihêz û hem jî piştgiriya derûnî heye.
Şêwirkarê derûnî Koçer Xoşnav jî bal kişand ser rola teşwîqkar a danîna xelatê di projeyê de û got:
"Xelat hêz dide kesê ku dixwaze awayê jiyana xwe biguherîne. Dema ew kes zehmetiyê dikişîne dikare bi xelatê hêza berxwedana xwe zêde bike."
Kampanyaya Anti-Tobaccoyê dê bi tûr û pişka ku 31ê Gulana îsal tê lidarxistin berdewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse