Îran: 3 karmendên tenduristiyê mirin

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Karmendên Tenduristiyê Mirin Îsraîl Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku heta niha 3 karmendên wan mirine ku yek ji wan bijîşk bûye.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir ku bijîşk û karmendên tenduristiyê li eniyên pêş ên şer in û bi awayekî dijwar dixebitin da ku bêtir birîndaran derman bikin.

Lê di êrişên dawiyê yên Amerîka û Îsraîlê de 3 karmendên wan hatine kuştin û wezaret wan wekî "şehîd" bi nav dike.

Nexweşxane jî bûn armanc

Bijîşk û Birêvebirê Kar û Barên Tenduristiyê yê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Dr. Husên Kirmanpûr ragihand, ji destpêka şer ve heta niha gelek navendên tenduristiyê û nexweşxane rastî bombebaranan hatine.

Li gorî gotina wî, hinek ji wan ew qasî nêzîkî cihên bombebarankirî bûne ku bi temamî xisar dîtine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, 11 binke û nexweşxane, 4 ambulans û 115 binkeyên hawarçûnê bûne armanca bombebaranan.

Di encamê de 27 karmendên tenduristiyê birîndar bûne û 3 karmendan jî canê xwe ji dest daye.

Navenda Hawarçûnê ya Parêzgeha Tehranê hişyariyê dide xelkê û dibêje heminî, hişyarî û dûrketina ji tevgerên bilez sê sedemên sereke ne ji bo kêmkirina xisaran di rewşên awarte de.

Kuştina Xamineyî

Ji 28ê Sibata 2026an ve Amerîka û Îsraîlê êrişeke berfireh biriye ser 24 parêzgehên Îranê û gelek navendên hestiyar kirine armanc.

Li gorî agahiyan, di çarçoveya wan êrişan de gelek berpirsên bilind ên Îranê hatine kuştin.

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamaneyî, Şêwirmendê Siyasî yê Xamaneyî Elî Şemxanî û Fermandarê Hêza Bejahî ya Supaya Pasdaran Mihemed Pakpûr jî di nav wan kesên ku hatine kuştin de ne.

Di beramber de Supaya Pasdaran a Îranê bi çendîn pêlên mûşekên balîstîk û dronan baregehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê û Îsraîlê kirin armanc lê êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser navendên cuda yên Îranê didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst