Cîhan û dîsa belayek, 3 kes ji ber Hantavîrusê mirin

2 demjimêr berê
Nîşan Hantavîrus WHO Mişk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) doh ragihand ku di encama gumanên derketina Hantavîrusê de ku li ser keştiyeke geştyariyê ya Holendayê peyda bûye, sê kes mirine.

Ev vîrus ji cureyên mişkan derbasî mirovan dibe û dikare bibe sedema nexweşiyên giran û kujer ên hewayê.

Di daxuyaniya saziyê de hat destnîşankirin, "Ji şeş kesên ku pê ketine, sisê mirine û yek ji wan jî niha li Afrîkaya Başûr di beşa lênêrîna lezgîn de tê dermankirin."

Kompanyaya Oceanwide Expeditions a Holendayê, di daxuyaniyeke çapemeniyê de mirina sê kesan piştrast kir û anî zimên:

"Pêwîstiya du endamên tîma keştiyê bi lênerîna bijîşkî ya bilez heye."

Lêkolînên berfireh didomin

WHOyê eşkere kir ku lêkolînên berfireh berdewam dikin.

Ev lêkolîn ceribandinên laboratuwarê û nirxandinên epîdemiyolojîk jî li xwe digirin. Di heman demê de xizmetên bijîşkî ji bo rêwî û endamên keştiyê tên pêşkêşkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Karkirina li ser zincîra vîrusê jî berdewam dike."

Li gorî daxuyaniyê, rayedarên Cape Verdeyê hîn destûr nedaye ew rêwiyên MV Hondiusê yên ku hewcedariya wan bi dermankirinê heye dakevin.

Nexweşiyeke giran e

WHOyê li ser vê vîrusê diyar kir: "Pêketina Hantavîrusê bi piranî girêdayî hawîrdorê ye (ji ber bi mîz an jî pîsatiya mişkên hilgirê vîrusê).

Her çend kêm be jî dibe ku ev vîrus di navbera mirovan de belav bibe û dikare bibe sedema nexweşiyeke giran a hewayê.

Ji bo nexweşan pêdivî bi çavdêrî, piştgirî û bersiveke bilez heye."

Rêxistinê ragihand ku ji bo derxistina lezgîn a du rêwiyên ku nîşanên nexweşiyê li ser wan hene û ji bo wergirtina tedbîrên berfirehtir ên tenduristiya giştî, bi welatên endam û operatorê keştiyê re di nav hevahengiyê de ye.

Tedbîr tên standin

Saziyê destnîşan kir: "WHO, ji bo derxistina lezgîn a du rêwiyên bi nîşanên nexweşiyê, nirxandina tam a rîskên tenduristiya giştî û piştgiriya ji bo rêwiyên mayî yên li ser keştiyê, hevahengiya di navbera welatên endam û operatorên keştiyê de hêsan dike.

WHO ji bo gav û hevahengiya bilez spasdar e.

Me li gorî Rêziknameya Tenduristiyê ya Navneteweyî, navendên xwe yên neteweyî agahdar kirin û dê ji bo raya giştî nûçeyek li ser derketina nexweşiyê were belavkirin."

Li gorî nûçeyên medyayê, keştiya geştyariyê nêzîkî sê hefte berê bi bi qasî 150 rêwiyan ji Arjantînê bi rê ketibû.

Keştî di rêya xwe ya ber bi Cape Verdeyê de, li Antarktîka û çend cihên din rawestiyabû.

Sky Newsê xwe spart Wezareta Tenduristiyê ya Afrîkaya Başûr û ragihand ku yek ji rêwiyên bi nexweşiyê ketiye welatiyekî Brîtanyayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst