Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê gilokeke kîlo û nîv mû ji mîdeya jinekê hat derxistin
Li parêzgeha Sêrtê ji mîdeya jineke 24 salî ku çend sal e nexweşiya wê ya mû xwarinê heye gilokek mû di encama neştergeriyeke yek demjimêr û 15 deqeyî de hate derxistin.
Pizîşk Murat Ozmen dibêje: “Berî niha jî me bûyerên wiha dîtibûn lê ev mezintir e. Nexweşeke ji ber zêde kîlo dayînê serlêdana me kir ku di du mehan de 15 kîlo kêm kiribû. Di pişkinînê de me dît ku nexweşiya mû xwarinê heye. Me xwest bi rêya kamerayê derxin lê ji ber gelekî mezin bû me biryar da ku neştergerî bê kirin. Niha tendirûstiya nexweşa me baş e.”
Nexweşiya mû xwarinê nexweşiyeke kêm tê ditîn û navê wê di qada pizîşkî de Trichophagia (Trîkofacya) ye. Bi wext re zerarê dide mîdê û piştre jî hemû laş.
Murat Ozmen herwiha got: “Xwarina mû corekî nexweşiyê ye û eger bi salên dirêj berdewam be mû di nav mîdeyê de hişk dibe. Wê demê jî mîde nikare biavêje derve yan bi rêya kamera yan jî bi neştergeriyê divê bê derxistin.”
Li parêzgeha Sêrtê berî niha bo bûyerên bi vî awayî nexweş bo nexweşxaneyên parêzgehên din dihatin veguhestin lê niha ji ber ji aliyê pisporî û pêdiviyên pizîşkî ve pêşketin çêbûne ev nexweşî li vê derê tê çareserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse