Prof. Ekîncî bang kir: Zarokan zêde zêde çêkin, bila Kurd zêde bibin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Prof. Dr. Cenap Ekîncî  û Hêvîdar Zana / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Prof. Dr. Cenap Ekîncî û Hêvîdar Zana / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Çênebûna Zarokan Nifûsa Kurdan Prof. Dr. Cenap Ekîncî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Dr. Cenap Ekîncî bangî Kurdan kir, “Zarokan zêde zêde çêkin, bila miletê me zêde bibe.”

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê Prof. Dr. Cenap Ekîncî li Hewlêrê tevlî Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê bû û li studyoya me bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.

Ekîncî li ser mijara zarokçênebûnê û rêbazên nû yên çareseriyê nirxandinên girîng kirin.

"Em amade ne xizmetê ji miletê xwe re bikin"

Prof. Dr. Ekîncî diyar kir ku ew û tîma wî ya pispor amade ne ku tecrubeya xwe veguhêzin Başûrê Kurdistanê û wiha got:

"Ez dixwazim bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kek Mesûd Barzanî bikim. Bila destûrê bidin me, em navendeke fermî li nexweşxaneyên fermî vekin.

Em bê berjewendî û bê pere vê xizmetê ji bo gelê Kurd ê Başûr bikin.

Eger banga min bigihîje wan, ez û tîma xwe, bi hemû amûrên xwe ve em amade ne ku werin û vê navendê ava bikin."

Ekîncî destnîşan kir ku li şûna ku gelê Kurdistanê ji bo çareseriyê here Stenbol, Enqere an welatên din û mesrefên giran bike, ew dikarin vê teknolojiyê li Hewlêrê bi cih bikin û pisporên nû jî perwerde bikin.

Sedemên Zarokçênebûnê û Rêbazên Nû

Dr. Ekîncî derbarê sedemên çênebûna zarokan bal kişand ser guherîna şêwazê jiyanê û got:

"Îro pirsgirêkên zarokçênebûnê ji sedî 50 ji ber jinan û ji sedî 50 jî ji ber mêran in. ,

Stres, xwarinên ne saxlem, çixare, alkol û jiyana modern bandoreke neyînî li ser vê yekê dikin."

Ekîncî diyar kir ku bi saya teknolojiya nûjen, heta di rewşên herî zehmet de jî çareserî hene:

"Em di laboratuwaran de bi mîkroskob û teknolojiyên robotîk tovên jin û mêran digihînin hev, embriyo çêdikin û piştî 5 rojan di şertên taybet de diparêzin.

Heta em dikarin van embriyoyan bicemidînin û piştî 5 salan jî bi kar bînin."

Hişyarî li ser temenê zewacê

Prof. Dr. Ekîncî hişyarî da ku rezerva hêkan li cem jinan piştî 35 saliyê kêm dibe û piştî 40 saliyê ev kêmbûn zêdetir dibe.

Wî pêşniyar kir ku ew kesên dereng dizewicin an zarokên wan çênabin, divê zû serî li navendên pispor bidin.

"Divê nifûsa Kurdan zêde bibe"

Prof. Dr. Cenap Ekîncî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya demografiyê û got:

"Li gorî statîstîkan nifûsa Kurdan li Ewropa û Amerîkayê zêde dibe lê divê li welat jî zêde bibe.

Bila gelê Kurd û gelê Kurdistanê zarokan zêde zêde çêkin û nifûsa me zêde bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst