Ji bo piştgiriya bernameya Dr. Aras ji Kerkûkê bi duçerxeyan gihîştin Hewlêrê

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Duçerxe Kerkûk Hewlêr Dr. Aras Biradostî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bernameyeke Dr. Aras a li Tora Medyayî ya Rûdawê ya li ser girîngiya bikaranîna duçerxeyan, Parêzgarê Hewlêrê ji bo bicihanîna projeyeke rêyên taybet birêvebirên bajêr kom kirin.

Her wiha komeke duçerxesiwaran jî ji Kerkûkê gihîşt Hewlêrê û piştgiriya xwe ya ji bo bernameya Dr. Aras ragihand.

Komeke duçerxesiwaran ji bajarê Kerkûkê bi duçerxeyên xwe piştî nêzîkî 8 saetan gihîşt Hewlêrê.

Kom hat serdana Tora Medyayî ya Rûdawê û ji aliyê Maseya Tenduristiyê ve hat pêşwazîkirin.

Endamekî komê got, "Me ji bo piştgiriya hewlên Rûdawê û bernameya Dr. Aras ev geşt kir."

Aram Osmanê endamê komê diyar kir ku wan saet 07:00ê sibehê ji Kerkûkê dest pê kiriye û nêzîkî saet 14:30î gihîştine ber avahiya Rûdawê û got:

"Dema me bernameya Dr. Aras dît, me xwest wekî piştgirî werin serdana Rûdawê.

Me got bila helwesteke me ji bo bernameyê hebe."

Ew duçerxesiwarê ku bi hevalên xwe re ji Kerkûkê gihîştiye Hewlêrê da zanîn ku "Bernameya Dr. Aras parçeyek ji parastina jîngehê ye. Armanca me jî ew e ku em xelkê teşwîq bikin ku ji bo çûn û hatinê zêdetir duçerxeyan bi kar bînin."

Dr. Aras: Ev bersiveke baş a xelkê ye

Pêşkêşkarê bernameya "Dr. Aras" a li Tora Medyayî ya Rûdawê Dr. Aras Biradostî serdana komê bi girîngî nirxand û diyar kir ku armanca wan jî bipêşxistina duçerxesiwariyê ye û anî ziman:

"Me di bernameyê de qala girîngî û sûdên duçerxesiwariyê kir.

Me xwest ku çanda duçerxesiwariyê bi pêş bikeve ku sûdê bide tenduristiya xelkê.

Her wiha me xwest ku hêsankarî ji bo duçerxesiwaran werin kirin."

Dr. Aras li ser hatina koma ji Kerkûkê got:

"Hatina vê komê bersiveke baş a xelkê ye ji bo bernameyên Tora Medyayî ya Rûdawê."

Daxwaza ji bo çêkirina rêyên taybet

Hefteya dawî ya meha borî di bernameya Dr. Aras de girîngiya duçerxesiwariyê û astengiyên li pêşiya wê hatin nîqaşkirin.

Di bernameyê de birêvebirên Yekîtiya Duçerxesiwaran û bijîşkên pispor bûn mêvan.

Serokê Şaxa Hewlêrê yê Yekîtiya Duçerxesiwarên Îraqê Muzefer Hemîd di bernameyê de got:

"Gelek duçerxesiwar daxwaza çêkirina kolan an jî cihên taybet dikin çimkî ji ber kêmiya cihan nikarin rahênanan bikin."

Muzefer Hemîd ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwest ku cihên taybet ji bo wan werin çêkirin.

Her wiha Pisporê Nexweşiyên Zarokan Dr. Dilzar Edhem diyar kir ku duçerxesiwarî bi awayekî nerasterast alîkariya dirêjbûna bejna zarokan dike û geşeya wan zêde dike.

Parêzgarê Hewlêrê dest bi gavan kir

Parêzgarê Hewlêrê wekî bersivekê ji bo naveroka bernameya Dr. Aras ji bo diyarkirina xet û rêyên taybet ên duçerxesiwariyê bi birêvebirên bajêr re civiya û ragihand ku ev proje di bernameya wan de ye û ew li ser dixebitin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw doh Serokê Şaredariya Hewlêrê û nûnerên çûn û hatin, plankirin, peymanên giştî û karên navxwe ji bo gavên pratîk ên projeya "Çêkirina Rê û Rêkxistina Duçerxesiwariyê" li navenda Hewlêrê civiyan.

Parêzgariya Hewlêrê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Dr. Aras Biradostî jî beşdarî civînê bû.

Parêzgarê Hewlêrê tekez kir ku ev proje bi piştgiriya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Encumena Wezîran ketiye warê bicihanînê.

Tecrubeya Parîs û Holendayê

Armanca projeyê xizmetkirina tenduristiya giştî, parastina jîngehê û kêmkirina qerebalixiya bajêr e.

Li gorî daxuyaniyê, komîteyeke pispor a şêwirmendî û endazyariyê hûrgiliyên teknîkî amade kirine.

Dr. Aras got, "Planeke hûr û stratejîk a Parêzgariya Hewlêrê ji bo duçerxesiwariyê heye. Me jî nêrînên xwe bi wan re parve kirin û me got em dê di warê zanistî de alîkar bin."

Hewlêr dixwaze ji bo vê projeyê sûdê ji tecrubeya Parîsa paytexta Fransayê wergire.

Her wiha dixwazin sûdê ji Holendayê jî wergirin ku di warê duçerxesiwariyê de li cîhanê pêşeng e.

Li gorî planê, eger nexşe werin pesendkirin dê pêşî li parkan dest pê bike û paşê li kolanên 30 metrî, 60 metrî û 100 metrî rêyên taybet werin çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst