Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu ragihand ku Prof. Dr. Gazî Yaşargîlê ku wekî "Cerahê herî baş ê sedsalê" hatibû hilbijartin, wefat kir.
Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglu di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wefata Prof. Dr. Gazî Yaşargîlê ji Ameda Bakurê Kurdistanê ragihand.
Prof. Dr. Gazî Yaşargîlê wiha got:
"Min bi xemgîniyeke mezin xebera wefata xoceyê me Prof. Dr. Gazî Yaşargîl bihîst ku bi xebatên xwe yên bêhempa yên qadê va wekî 'Cerahê herî baş ê sedsalê' hatibû hilbijartin.
Di emrê xwe yê nêzîkî sedsalî de gelek kar pêk anîn ku ji bo me hemûyan mînak in.
Ji bo domandina bîranîna wî, çi ji destê me were em dê bikin."
Prof. Dr. Gazî Yaşargîl 6ê Tîrmeha 1925an li navçeya Licê Amedê ya ku bavê wî lê qaymeqam bû, hat dinyayê.
Prof. Dr. Gazî Yaşargîl 1943yan li Almanyayê li Zanîngeha Friedrich Schiller dest bi perwerdeya tibê kir.
Yaşargîlê ku ji aliyê Yekîtiya Cerahên Mêjî ya Amerîkayê ve wekî "Cerahê herî baş ê sedsalê" hatibû hilbijartin û gelek xelat û pileyên rûmetê bi dest xistibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse