Krîza dermanan a li bajarên Kurdan kûrtir dibe

Amed (Rûdaw) - Li bajarên Bakurê Kurdistanê qeyraneke mezin a dermanan heye. Li dermanxaneyan nêzî 700 cure derman ango îlac peyda nabin. Nexasim jî dermanên zarokan ên persiv, arsim, sermagirtin û antîbiyotîkan. Eger dewlet çareyek ji peydakirina dermanan re nebîne, dibe ku ev zivistan ji ber qeyrana dermanan ji koronayê xirabtir derbas bibe.

Li dermanxaneyên bajarên kurdan qeyraneke mezin a dermanan heye. Bi sedan cure dermanên ji rêzê jî li bazarê nînin. Nexasim jî dermanên ji bo zarokên heta 12 salî.

`Xelk destvala vedigere`

Îsa Macar bi salan e dermanxaneyekê birêve dibe. Ew dibêje heta niha rastî qeyraneke wiha nehatiye. Xelk ji bo nexweşên xwe ji wan derman dixwazin lê ew encex ji sedî 50ê van dermanan dikarin peyda bikin.

Îsa Macar, Rêveberê Dermanxaneyê, dibêje, “Xelk destvala vedigere. Ji 20 îlacan 10 heb encex peyda dibin. Yan fîrma stok dike, yan depo stok dikin. Ez nizanim. Lê niha tune ye. Niha li ba me 300-400 cure derman tune ye. Dema ku reçete tînin vê derê ji 20 reçeteyan yan 10 heban dikarim bidim an jî nikarim. Em dîsa wan dişînin derve.”

`Ev qeyran dê kûrtir bibe`

Li gorî amarên Odeya Dermanxaneyên Amedê nêzî 700 cure derman niha li bazarê peyda nabin. Sedema vê yekê bi bilindbûna nirxê dolar li beramberî lîreyê tirkî û hilberîna kêm a kargehên dermanan ve girê didin. Lê sedemên din jî ne kêm in.

Helîm Aşan, Sekreterê Giştî yê Odeya Dermanxaneyên Amedê, dibêje, “Em dixwazin ev qeyran ji holê rabe. Lê mixabin ji ber ferqa navbera dolar û lîreyan de ez bawer nakim ku ev qeyran di nava demeke kurt de xilas bibe. Weke ku ev qeyran dê kûrtir bibe xuya dike. Daxwaza me ji rayedaran ew e ku qebûl bikin ku ev pirsgirêkeke civakê ye û nabe li ser dermanan bazirganî bê kirin. Divê li gorî vê rastiyê tevbigerin.”

Di navbera Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyeyê û şîrketên hilberîner ên dermanan de buhayê dermanan salê tenê carekî li gorî zêdebûna dolar tê eyarkirin. Lê ji ber ku dolar îsal qet li cihê xwe nasekine, şertên peymaneke wiha dijwar dibin.

Welatî ji ber vê rewşê nîgeran in

Hacî Mihemed, Welatî, Xanenişîn, diyar dike, “Dibêjin dê buha bibe. Ez wisa texmîn dikim. Ew jî herhalde stok dikin. Ka çawa dikin.”

Hemza Yildiz, Welatî, Cotkar, dibêje, “Kes tiştekî nafiroşe. Hemû stok dikin. Li pey zemê ne.”

Şukru Cansever, Welatî, Bêkar, radigihîne, “Çima derman tune ye? Wilehî berbat e. Rewş gelek xirab e.”

Par ji ber nexweşiya koronayê ji ber ku bazar û dibistan girtî bûn, piraniya xelkê di malên xwe de bûn. Ji ber vê yekê nexweşiyên girîbal zêde peyda nedibûn. Lê îsal ji ber ku hem bazar û hem jî dibistan vekirî ne, îhtîmala zêdebûna nexweşiyên wiha pirtir bûye.