Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke nû nîşan dide ku ew kesên di dema xewê de balîfên bilind bi kar tînin, li gorî yên li ser balîfên nizm radizên zêdetir rû bi rûyî nexweşiyên çavan û lawazbûna dîtinê dibin.
Ev lêkolîn di kovara British Journal of Ophthalmologyyê de hatiye belavkirin.
Lêkolîn eşkere dike ku bilindbûna serî ya di dema xewê de dibe sedema zêdebûna zexta hundirê çavan.
Di encamê de tewirbûna demarên dîtinê û peydabûna ava spî zêde dibe ku ev jî metirsiya glukomayê bi xwe re tîne.
Sedem çi ye?
Bijîşk û serperiştyarê lêkolînê Dr. William Low da zanîn ku sedema vê yekê xwarbûna stûyê ya ber bi pêş ve ye.
Ev xwarbûn zextê li rehên xwînê dike û nahêle ku xwîn bi awayekî têrker biçe beşên çavê mirovan.
Ji bo parastina tenduristiyê pispor pêşniyar dikin ku balîf zêde bilind nebin.
Divê quncikê di navbera stû, laş û balîfê de biçûk an jî rast be ku ti xwarbûn di stû de çênebin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse